Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

WHO: Sîmayên rastîhatina li gazên damaran li goriyên Sûriye xuya dikin

AFP

Sûrî laşên goriyên ku tê texmînkirin bi gazên jehrîn hatine kuştin li Xan Şêxûn, li parêzgeha Idlibê ya dikeve bakurê rojavayê Sûriye dispêrin axê roja 5ê Nîsanê. [Fadi al-Halabi/AFP]

Sûrî laşên goriyên ku tê texmînkirin bi gazên jehrîn hatine kuştin li Xan Şêxûn, li parêzgeha Idlibê ya dikeve bakurê rojavayê Sûriye dispêrin axê roja 5ê Nîsanê. [Fadi al-Halabi/AFP]

Hin goriyên êrîşa, ku dibe Kîmawî be, li Sûriyê nîşanên li wan xuya dikin tercîh dikin ku ew rastî madeyên kîmawî yên ku gazên damaran di wan de hene hatine, Rêxistina cîhanî ya Tenduristiyê (5ê Nisan) got.

Ajansa tenduristiyê ya NY got ku hate xuyakirin ku êrîşa Sêşemê li parêzgeha Idlibê çekên kîmawî jî tê de hatine bikaranîn, û îşaret bi "bi nebûna birînên derveyî di haletin ku bi bilez heman nîşan li wan xuya kirine kir, di nav de zehmetiyên henasekirinê weke sedema sereke ya mirinê".

"Hinek haletên din sîmayên hevşêweyî yên rastîhatina li madeya kîmawî ya organofosfor, ku katîgoriyeke ji madeyên kîmawî yên ku gazên damaran di wan de heye,"wî got.

Herî kêm 72 kes, ku 20 ji wan zarok bûn, di êrîşa Sêşemê de ya li Xan Şêxûn hatin kuştin, li gorî amarên herî nû, AFP got.

Her çawa ew ji êrîşa kîmawî xeberdar bûn, WHO got ku wê dest bi şandina dermanan kir ji depoyeke li Idlibê, di nav de Atrophine, ku weke dijî jehriyê li hmber hin madeyên kîmawî dixebite, û dermanên steroid ên ku nîşanan çareser dikin.

"WHO dermanên zêdetir ji Tirkîyê dişîne û ew amade ye ku bêtir gihandin û ambolensan dabîn bike li gorî pêdiviyê," wê got.

Tirkiyê îro Şarşemê got wê 30 kes piştî êrîşê derman dikirin, û du kesên ku hatibûn anîn bo Tirkiyê mirin.

Şermezarkirin piştî êrîşê berdewam kir, buyerên tirsyar ên ku serokê NY Entonyo Gutris di derheqê wan de got, "nîşan dan ku mixabin tawanên şer li Sûriyê berdewam dikin".

Papa Fransis îro Şarşemb êrîş wekî "komkujiyeke ku nayê qebûlkirin" şermezar kir.

Herwiha serokê Komkara erebî Ehmed Ebul Xêd jî êrîş şermezar kir û wiha got "armanckirin û kuştina sivîlan bi van awayên qedexekirî tawaneke mezin e û karekî hovane ye."

Rawêjkara Elmanî Encila Mêrkil îro Çarşemê êrîş wekî tawaneke şer wesif kir û ji Rûsya û Îranê xwest ku zextê li rêjîma Sûrî bikin, wê amaje kir ku ew ji bikaranîna çekên kîmawî di dema borî de berpirsyar bû.

Serokê Yekitîya Ewropî Donald Tesk îro Çarşemê ji ber êrîşê lom li rejîma Sûrî kir, got ku "ew berpirsyarê sereke yê komkujiyê ye" û ew kesên ku piştgiriya rejîmê dikin "ew di berpirsyarîya sincî û siyasî de hevpar in".

Hevdem, wezareta berevaniyê ya Rûsî îro Çarşemê ragihand ku êrîşa asmanî ya Sûrî li "depoyeke terorî" ku tê de "madene jehrîn" hebûn xist.

Îro Çarşembê Encumena Ewlekariyê ya NY rûniştineke lezgîn vekir ji bo êrîşê nîqaş bike.

Reşnivîsa biryarekê ji aliyê Birîtanya, Fransa û Amerîakayê ve hatibû pêşkêşkirin daxwaza lêkolîneke tekûz ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî ve dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500