Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Birçîbûn li rojavayê Mûsilê belav dibe

Ala Husên li Bexdayê

Xelkê aware yên rojavayê Mûsilê di dorê de ne ji bo wergirtina xwarinê li kampeke awarebûnê li derveyî bajar. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî hatiye wergirtin]

Xelkê aware yên rojavayê Mûsilê di dorê de ne ji bo wergirtina xwarinê li kampeke awarebûnê li derveyî bajar. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî hatiye wergirtin]

Xelkê rojavayê Mûsilê, yên ku hîn di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de ye, li ser kevîka newala birçîbûnê ne, berpirsên Iraqî û xelkê bajar ji Diyaruna re dibêjin.

Dema ku xwarin ji sêniyeke mezin a birinc dida zarokên xwe li kampeke awarebûnê li başûrê bajar, şêniya rojavayê Mûsilê ya ku nû aware bûye Selma Ehmed got ku ne wê û ne zarokên wê ji hefteyekê de têr xwarin nexwarine.

Li nava bajar, wê ji Diyaruna re got, malbat neçar mabû ku bi ardê ku bi kêrî xwarinê nedihat bijîn, ku di firaxeke biçûk de dikire hevîr ligel hinek şînkahiyên eger berdest bana.

Ji ber kêmbûna zêde ya xwarin û vexwarinê, wê û zilamê wê gelekî kêm dixwarin, wê got, beşek ji para xwe didan zarokan daku bikaribin bixwin.

Rojavayê Mûsilê rastî "birçîbûneke rasteqîn" di bin desthilata DAIŞ de tê, endamê encumena parêzgeha Nînewa Hesen Sebawî ji Diyaruna re got.

"Dibe ku tu rêjeya mezin a birçîbûnê ku [li rojavayê Mûsilêl] belav bûye bawer nekî," wî got. "Tenê li ruyên xelkê ku ji DAIŞ direvin binere. Tu dê sîmayên birçîbûnê li ser wan xuya bibîne."

Rojavayê Mûsilê rastî zehmetiyeke aborî dihat heta berî ku DAIŞ êrîşî bajar bike jî, wî got, ku ev yek ji ber desthilata DAIŞ û dorpêça ferzkirî li ser bajar ji encama operasyonên serbazî xirabtir bû.

Rewşa aborî êdî xirabtir bûbû, wî got jî, û niha gihaye asta birçîbûnê.

NY banga alîkarîkirina bêtir dike

Sekreterê NY Antonyo Guteres roja Înê (31ê Adarê) banga alîkariya bêtir ji xelkê Mûsilê re kir, AFP ragihand.

Bêtirî 200 hezar sivîl ji naverasta Sibatê de ji rojavayê Mûsilê reviyane, di demekê de ku şer ziyanên wêrankar gihandine bi sedhezarên kesên ku hîn di cihên şer de asê mane.

NY di destpêka Adarê de got ku 600,000 hezar sivîl hîn li rojavayê Mûsilê asê mabûn, 400,000 ji wan di şertûmercên weke dorpêçê de asê mane li Bajarê Kevnar.

Mayîna li bajar xelkê li jêr metirsiyê dihêle, ku ofîsa mafên mirov a NY dibêje ku bêtirî 300 sivîlan li rojavayê Mûsilê ji dora mehekê ve hatine kuştin.

"Ew çavkaniyên ku girîng in ji bo piştgiriya vê xelkê û pişgiriya navdewletî ya pêwîst jî li cem me tune ne," Guteres di çaxê serdanekê de bo Kampa Hesen Şamê got.

"Lê mixabin, bermaneya me tenê bi 8% tê fînansekirin. Ev yek nîşan dide çiqas çavkaniyên me sînordarkirî ne," wî got.

"Van xelkan gelekî zehmetî kişandiye, û hîn jî dikşînin. Em bi hewceyî piştgiriyeke bêtir ji civaka navdewletî ne."

Guteres got ku karînên têrker ên lazim ji bo peydakirina şertûmercên jiyanê yên baş ji xelkê Mûsilê re tune ne û herwiha ji bo hewlên lihevkirinê yên ku dê pêwîst bin piştî ku bajar bi temamî were kontrolkirin jî tune ne.

Amadekariyên nebes

Endamê encumena Nînewa Sebawî rexne li kêm amadekariya hikûmeta Iraqî ji bo mamelekirina ligel pêla awarebûnê ya çaverêkirî ji Mûsilê girt.

Tevî ku operasyona rizgarkirina bajar ji nêzîkî şeş mehan ve destpê kiriye, "Wezareta Koç û Koçberan bi awayekî guncan amadekarî ji bo rûbirûbûna zehmetiyê nekiriye", wî ji Diyaruna re got.

"Kesê aware tenê bi hewceyî çadirekî biçûk, xwarin û alaveke germkirinê ye," wî got. "Tevî vê yekê, wezaretên hikûmetê biserneketin di peydakirina van pêwîstiyên sereke de ji hejmara zêde ya awareyan re."

Endama encumena parêzgeha Nînewa Hiyam Ebdal bang li Wezareta Bazirganiyê kir ku madeyên karta paran di dema herî nêzîk de berdest bike û ku madeyên xwarinê ji xelkê parêzgehê re peyda bike ji bo rêgirtin li birçîbûna berbelav.

Belavkirina madeyên xwarinê dê alîkariya xelkê rojhilatê Mûsilê bike ku zehmetiyên ku rastî wan tên derbas bikin, wê got, di demekê de ku tevî ku bi xwe rastî kêmbûna xwarinê tên, gelek heval û malbatên xwe yên ku ji rojavayê Mûsilê direvin vedihewînin.

Parlementera Iraqî Intisar Cibûrî, ku di komîteya jinê ya parleman de kar dike, bang li Serokwezîrê Iraqî Heyder Ebadî kir ku rizgarkirina rojavayê Mûsilê bilez bike ji bo rizgarkirina xelkê ji birçîbûna çavrêkirî.

"Berdewambûna rewşê li ser halê niha dibe ku karesateke mirovî ya rastî çêbike, ku ev yek bi hewceyî hewlên hevbeş e ji bo rizgarkirina welatiyan di dema herî nêzîk de," wê ji Diyaruna re got.

Xwarina di depoyan de êdî xilas dibe, wê got, û kêmbûna zêde ya xwarin, şîr û ava vexwarinê rewşeke trajedî encam dide.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500