Terorîzm

Mizgeftên Mûsilê piştî êrîşên DAIŞ dîsan tên vekirin û nûavakirin

Xalid Ta'î

image

Berpirsên Iraqî ziyana gihiştiye Mizgefta Nebî Yûnis a dîrokî li Mûsilê li ser destê DAIŞ dinirxînin. [Wêne ji Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Dema ku banga nimêjê ji minareyên li dora bajêr dihat bihîstin, şêniyên taxa Muhendisîn li rojhilatê Mûsilê berê xwe didan Mizgefta Seydelî.

Di demekê de ku tiştekî normal e, berdewamiya rîtuela perestinê nîşandereke ku îradeya xelkê ji tirsa çêbûyî piştî êrîşa 31ê Kanûna Yekem ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li ser mizgeftê mezintir e.

Di bûyera, ku têde DAIŞ bi dronekê bombeyek li ser nimêjkerên ku ji mizgeftên derdiketin piştî nimêja mexrebê barand, nimêjkerekî kal hat kuştin û hinekên din jî birîndar bûn.

DAIŞ berî bûyerê bi çend rojan gefên êrîşbirina ser mizgeft û perestgehan li deverên derveyî kontrola girûpê dikir, rayedaran ji Diyaruna re got.

Tevî xeteriyan, şêniyê taxa Somer Mufîd Ebdela, 57 salî, ligel gelek ji şêniyên rojhilatê Mûsilê, nimêja xwe li mizgefteke nêzî wan dikir.

Bi gefa êrîşkirina li ser mizgeftan, wî ji Diyaruna re got, DAIŞ dixwest ku "jiyana normal têk bide û tirsê di dilê xelkê de çêbike".

"Eger em pêkanîna erkên xwe yên olî li mizgeftan û hemû karûbarên jiyana xwe rawestînin, ew tê wateya ku em li gorî dilbijîna wan tev digerin, û em vê yekê qebûl nakin," wî got.

DAIŞ mizgeftan hildibjêre

DAIŞ mizgeftan dike armanc ji ber ku ew roleke krîtîk di "şerê li hember tundrewiyê û hêzdarkirina elementên aştiyê û biratiya civakî de dilîze", Ebdela got.

Mizgeft ji aliyê DAIŞ ve li gorî "desteka moralî ya ku wan dida hêzên ewlekariyê" yên ku dicengin daku rojavayê Mûsilê vegerînin, Şêx Muhemed Şema, îmam û amojgarê Mizgefta Nabî Yûnis got.

Êrîşa li ser Mizgefta Wecîh Seydelî ne tek hewla terorî ya armanckirina perestgehan li beşê rojhilatî yê bajêr e.

"Roja 10ê Adarê, mizgeftên Sûrecî û Selam li taxa Somer bi hawinan rastî êrîşan hatin dema birêveçûna nimêja Înê, lê belê artêşê karî bi selametî nimêjkeran ji wir derbixe," Şema got.

DAIŞ bi her awayî hewla êrîşkirina ser mizgeftan dide daku rastiyê û nirxên lêborînê yên ku ji menberên wan mizgeftan tên bihîstin bêdeng bikin , wî got.

"Beriya vê yekê, dema ku wan bajar dagîr kir, wan tevahiya mizgeftên dîrokî yên ku pîroz bûn û sembol bûn ji Musilmanan re wêran kirin, mîna mizgeftên Nabî Yûnis, Nebî Şît û Nebî Cercîs," wî got.

Binpêkirina mafê perestinê

Endamên DAIŞ gelek îmam û amojgar teror kirin ji ber ku wan qebûl nekir ku soza xwe ji girûpê re rabighînin an jî kiryarên wê nepejirandin, Şema got.

"Ev girûpa terorîstan zincîra êrîşên xwe li ser aykonên olî û ziyaretgehan û binpêkirina mafên xelkê yên perestinê didomîne," wî got.

Careke din dîsan mizgeft weke platformeke banga exlaqan, belavkirina lêborînê û serastkirina konseptên olî yên ku DAIŞ ew şewihandin daku ziyanê bigihîne kirasê civakî yê Iraqî rol dibînin, Ebû Bekir Kenaan, serokê Weqfa Sunî li Nînewa, got.

"Dema ku wan zanî ku ev platform xeternakiyeke mezin ser îdyolojî û propaganda wan çêdikin, wan hewl da ku wan bêdeng bikin û nehêlin ku xelk biçin mizgeftan," wî got.

Lê kiryarên wan bandoreke berevajî anîn holê, Kenaan got, da zanîn ku "van kiryaran îradeya xelkê xurtir kir û îroj hejmareke berçav a nimêjkeran mizgeftên li rojhilatê Mûsilê ziyaret dikin".

DAIŞ 37 mizgeft li Mûsilê wêran kirin, bi piranî ew ên kevnar ku weke ziyaretgehên şûnwarî yên xwedan girîngiyeke mezin a kultûrî û nirxdar bajar dixemilînin.

Nûavakirina perestgehan

Dîwana Weqfa Sunî xwesteka xwe ya nûavakirina mizgeftên wêranbûyî li Mûsilê û bajarên din ên Iraqî li ser destê DAIŞ diyar kir.

Roja 18ê Adarê, hîma bingehîn a nûavakirina Mizgefta Nebî Yûnis a dîrokî hat danîn ku ew di 24ê Tîrmeha 2014an ji aliyê DAIŞ ve hatibû teqandin.

Mizgefta Ebû Qasim Muhemed, li bajarê Baqûba li parêzgeha Diyala, roja 24ê Adarê dîsan hat vekirin, piştî sê salan ji teqîna terorî ya ku herî kêm 20 kes têde hatin kuştin û gelekên din jî birîndar bûn.

Êrîşên DAIŞ ên ser olê sînoran nas nakin, endamên encumena parêzgeha Nînewa, Xwedêda Hemo, ku Êzîdî ye, got.

Girûp herkesê ku cuda bîr bike yan loyaletî jê re ranegihîne weke dijminê ku divê bê qirkirin hejmar dike, wî ji Diyaruna re got.

"Weke beşekî ji hovîtiya wan a bêsînor, terorîstan herî kêm 30 ziyaretgehên kevnar ên Êzîdiyan li deverên Şengalê, Başîqa, Behzanî wêran kirin, mîna mezargehên Şêx Hesen, Malik Fexredîn û Komelgeha Rîsala," wî got.

DAIŞ herwiha dêrên Krîstiyanan wêran kirin, wî got.

"Xelk aniha wan perestgehan bi rê û rêbazên berdest çak dike, û merasîmên xwe yên olî li wan lidar dixe," wî got. "Ev e bersiva wan a sabit ji terorîzmê re."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500