Mafên Jin

Fermandareke jin a QSD şerê Reqa birêve dibe

Nuhad Topaliyan li Beyrût

image

Berdevka Hêzên Sûriya Demokratîk Cîhan Şêx Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li Eyn Îsa di 6ê Mijdara 2016an de diaxive. [Wêne ji Cîhan Şêx Ehmed hatiye wergirtin]

Berdevka Operasyona Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, fermandareke Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), yek ji jinên herî navdar e ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin.

Di demekê de ku karîgeriya jiyannameyên jinên jêhatî li ser wê hebû ku dema zarok bû li ser wan xwendibû, şêniya Reqa -- ku hunermend û çalakvana mafên mirovan a berê bû berî ku bibe lîdereke şer li bereyên şer li dijî DAIŞ -- biryar da ku bandora xwe ya taybet bihêle.

Di destpêka şerê Sûriyê de, ew di nav jinên yekem bû ku tevlî Yekîneyên Parastina Gel a Kurdî (YPG) bû, û di Nîsana 2013an de bû hevdamezrênera Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ).

YPJ yekemîn artêşa jinê li Rojhilata Navîn e û yek ji pêkhateyên damezrêner ji QSD re bû dema ku di Cotmeha 2015an de hat damezirandin.

image

Şervaneke jin a Kurd ji Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) çekê xwe paqij dike li kampeke rahênanê li Tirbespiyê (Qehtaniya), nêzîkî sînorê Sûriye-Tirkiye di 13ê Sibata 2015an de. [Delîl Suleyman/AFP]

Di hevpeyvîneke taybet bi El-Meşariq re, Ehmed, ku niha fermandariya artêşeke jinan li xetên pêşî yên şer dike, behsa pêşhateyên dawî li şerê Reqa û rola jinê di wî şerî de kir.

El-Meşariq : Tu dikarî ji me re qala xwe bikî?

Ehmed : Ez li Reqa jidayik bûn û li wir mezin bûm, ku ez îro li ku derê bim weke sîbera min bi min re ye.

Malbata min li Kolana Îbrahîm Henano, li rojavayê stasyona trênê, dijiya. Em take malbata Kurd li herêmê bûn û ez di nav pêkhateyên Ereb ên cuda de mezin bûm, ku vê yekê paşxaneya min a kultûrî dewlemend kir.

Min hunerên ciwan xwendiye û gelek salan min weke mamoste li dibistanên bajêr de kar kir

Zarokatiya min bi kêfxweşî bû, ku min piraniya wê bi xwendina jiyannameyên kesên jêhatî û mezin, bi taybetî jinên ku karîgeriya wan li ser min hebû, derbas kir, û min rojekê ji rojan biryar da ku bihêlim her jinek serbilind be. Xwendinê hişt ku hişmendiya min di temenekî biçûk de ava bike.

El-Meşariq : Çi hişt ku tu berê xwe bidî şer û beşdarî damezirandina YPJ û piştre QSD bike?

Ehmed : Şoreşê bi xwe, û zordariya ku DAIŞ li jin û xelkê dike.

Ez di destpêka 2011an de tevlî YPG bûm û beşdarî şerê li dijî DAIŞ û Bereya Nusra li bereyên şer ên Rojava bûm, û bi giranî di şerê bajarê Serêkaniyê (Ras el-Eyn) de di dawiya 2012an de birîndar bûm.

Ez ji bo çareseriyê vegeriyam Reqa û derketim dema ku Artêşa Azad a Sûriyê derbasî herêma Cizîrê û Serêkaniyê bû.

Min û girûpekê ji şervanên jin me pêwîstiya damezirandina yekîneyeke parastina jinan dît ji bo rakirina neheqiya ku jin li ser destê DAIŞ rastî wê yên û em xwebaweriya wan bi karînên wan bidin wan.

Me di 2ê Nîsana 2013an de konferansek lidar xist, ku me têde biryarîn girîng standin, di nav de despêka yekîneya parastina jinan û pêşxistina karînan daku bibin beşdarên heval ên çalak.

Me dixwest ku baweriya jinan bi wan hebe û ku kesayetî û dîroka xwe nas bikin.

Tişta ku li Sûriyê û bajarê min Reqa çêdibe û bîrhatinên zarokatiya min fakterên ku dihêlin ez her tişta ez îro dikim bikim.

El-Meşariq : Beşdarbûna te weke fermandar çi da te?

Ehmed : Hemû kampanyayên ku ez heta îro di wan de beşdar bûm ezmûneke şer a xurt dane min. Wan baweriyeke mezin bi min û jinên Kurd û Sûrî dane min.

Wan herwiha firkê min kûr kir derbarê girîngiya pêkvejiyanê navbera hemû pêkhateya xelkê, ku berî niha min ev yek dîtibû.

El-Meşariq : Çi tişt hana beşdarbûna te di şerê Reqa de da?

Ahmed : Ez li Reqa bûm dema ku Artêşa Azad derbasî bajar bû û min êşa li wir dît. Ez ji bajar derketim, lê malbata min ma û du salan di bin hukmê DAIŞ de jiyan. [...] Malbata min karên bizdêner ên DAIŞ û kuştin û celdkirina xelkê bêsûc dîtin.

Karîgeriya tişta ku malbata min ji min re got piştî ku ji Reqa reviya Kobanî, ku me rizgar kiribû, li ser min hebû.

Xwarziyê min ji min re behsa wê yekê kir ku çawa DAIŞ xelkê serjê dikirin û xwîşka min ji min re got ku endamên DAIŞ zarok kom dikirin, weke ceza, daku serjêkirinan bibînin daku kultûra terorê û kuştinê di dilê wan de biçîne.

Tişta ku min ji wan bihîst, û rastiya ku bi hezarên jinan rastî metirsiya ji aliyê DAIŞ ve dihatin, hertim weke motîvasyonekê ji min re bû daku pêşenga şerê bê bim. Erkê min ê mirovî û niştîmanî ye ku di kampaniya Reqa de di pêşengiyê de bim, ji ber ku bajarê min e û ez nas dikim.

Erkê me ye weke YPJ û QSD ku wê rizgar bikin û neheqiya sepandî [li dijî xelkê wê] rakin, ji çi pêkhateyê bin, û ya li ser welatiyên din jî.

El-Meşariq : Tu çawa dikarî xwendina xwe ji vî şerî re wesif bikî?

Ehmed : Ez demên xwe yên dîrokî dijîm û hemasa min min dide pêş, ji ber ku ez qebûl nakim ku bajarê min bibe paytexta pîlanên wêrankar û bêexlaq ên DAIŞ. Ez li hêviya rizgarkirina wî me ji ber ku bajarê zarokatiya min e û bajarê pêkvejiyan û aştiyê ye.

Tişta ku îro cêdibe gelek biêş e, û em dê tola jin û xelkê wî hildin. Ez bi moraleke bilind, îradeyeke mezin û hemaseteke ku nayê wesifkirin amadekariyê dikim.

Ez bi beşdarbûna xwe di şer de serbilind im, û xelkê Reqa, jin û zilam bi min serbilind in.

Min vê dawiyê jinek dît ku berî demekê ji Reqa reviyabû, û ji min re got ku her dema ku min dibîne ew serbilind dibe ji ber ku jin e.

Peyvên wisa min kêfxweş dikin û min han didin ku bêtir şer bikim ji bo welat, xelk û erdê xwe.

Di şerê Reqa de, ez dê ezmûna xwe ya bi salan bikar bînim ku ez ji aliyê serbazî, idyolojî, siyasî û kultûrî ve mezin kirim.

Em û QSD, bi piştgiriya navdewletî, amadekariyan ji bo şerekî dîrokî dikin ku têde jin roleke rêveber dilîze.

El-Meşariq : Çi derbarê hejmar û karînên şer ên şervanên jin ên beşdar di kampanyaya Xezeba Firat de?

Ehmed : Hejmara şervanan hertim zêde dibe dema ku em gund an devereke nû ji DAIŞ rizgar dikin.

10,000 jin di kampanyayê de beşdar in, ku hejmareke weke wê jî fêrî bikaranîna çek dibin.

Bi hezarên jinên nerahênankirî ku DAIŞ zordarî li wan kiribûn tevlî kampanyaya me bûn di rêveçûna hersê qonaxên wê de, û niha çek hilgirtine.

Ew gelekî li benda şer in. Genceke ku vê dawiyê hat rizgarkirin got her dema ku me ew rizgar kirin, wan xwest ku jinên din xilas bikin.

Şervanên nû rastî rahênana serbazî li ser bikaranîna çekan dibin ligel rahênana îdyolojî daku bikaribin bi awayekî çalak beşdar bibin û ji bo pêşxistina rihê rêveberiyê li ba wan.

El-Meşariq : Çi pêşhateyên dawîn di şerê Reqa de hene?

Ehmed : Me sê qonaxên kampanyayê heta niha temam kirine. Me gundewarên bakurî, rojavayî û rojhilatî yên Reqa rizgar kirin, û xetên piştgiriya DAIŞ navbera Dêrezor û Reqa qut kirin bi armanca dorpêçkirina bajar ji sê aliyan ve.

Tevî ku kendokuzên deverê sext in, û dikeve ser rûbereke berfireh.

Me herwiha rêya stratejîk a ku bajar bi Mûsilê ve girê dida qut kir.

Hêzên me niha li ser du mîhweran birêve diçin, a yekem Ebû Xeşeb e, ku operasyonên paqijkirinê li gundên li ser Çemê Firat li gundewarên rojavayî yên Reqa pêk tînin, û şerekî giran li bajarokê Kerma, ku DAIŞ li wir bicihkirî ye, diqewime.

Em herwiha kar dikin li ser îzolekirina aliyê çarem ji Reqa ji bo rizgarkirina wî.

El-Meşariq : Tu çi ji jinên Sûrî re dibêjî, li gorî ku tu îro ji wan re çi temsîl dikî?

Ehmed : Ez ji wan re dibêjim ku bi felsefeya xwe ya jiyaneke azad serbilind bin û xwe û karîn û taybetmendiyên xwe nas bikin.

Ez daxwazê ji jinên Sûrî li hemû derî dikim ku tevlî şoreşê bibin daku pêş bixin.

Em ji wan dixwazin ku lîder û beşdar bin di jidayikbûna Sûriyeke azad de, ku têde hemê pêkhateyên civakê cihê xwe bigrin.

Ez ji wan re dibêjim ku ew bûn ên ku jidayikbûn ûj jiyan dan, û divê bi îrade û kesayetiya xwe ya taybet tevlî şoreşê bibin. Ew in kesên ku şoreş û dîrok çêkirin û kesên ku dê dîroka nû binivîsin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500