Nûçeyên Iraqê
Veguhestin

Veguhestina giştî li hin beşên Iraqê vedigere

Xalid Taî

Berpirsên Iraqî beşdarî vekirina termînaleke nû li Baqûba paytexta parêzgeha Diyala dikin, weke beşekê ji hewldana handana xelkê ku ji Bexdayê seferê bo deverên rizgarkirî bikin. [Wêne ji Wezareta Veguhestina Iraqî]

Berpirsên Iraqî beşdarî vekirina termînaleke nû li Baqûba paytexta parêzgeha Diyala dikin, weke beşekê ji hewldana handana xelkê ku ji Bexdayê seferê bo deverên rizgarkirî bikin. [Wêne ji Wezareta Veguhestina Iraqî]

Veguhestina giştî navbera paytexta Iraqî û bajarên li bakur û rojavayê welat vegeriya tevgerê di demekê de ku hêzên Iraqî erdên bêtir ji destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vedigerînin.

Termînalên Nehda û Elawî li navenda Bexdayê bi rêwiyên ku dixwazin biçin hinek cihên ku demekê gihiştina wan nemumkin bû tije dibin.

Şofêrê teksiyê Yasir Cibûrî, yê 45 salî, ji Diyaruna re got ku ew piştî du sal û nîvan ji qutbûnê vegeriya ser kar, û xelkê ji termînala Nehda dibe û wan tîne wir ji parêzgehên Selahedîn û Nînewa.

Veguhestina bo bajarên rizgarkirî li van parêzgehan baş birêve diçe, wî ji Diyaruna re got.

"Berî çend mehan, sefera bo bajarên weke Şerqat, Geyara û Hemdaniya nedihat bawerkirin," wî got. "Niha xelk bê tirş diçin cihên armanc; rê ewle ne û hertişt normal e."

Aware vedigerin

Piraniya rêwiyan xelkê aware ne ku ji bajarên xwe reviyabûn piştî ku DAIŞ di havîna 2014an de êrîşî wan kiribû.

Hesen Mehmûd, yê 40 salî, gelek caran ligel jin û herdu zarokên xwe vegeriya bajarê Tikrît yê parêzgeha Selahedîn ji dema ku DAIŞ ji bajarê wî hat derxistin daku li mala xwe û rewşa giştî binere.

"Rê niha gelekî ewle ye, û bajarê me jî, vê yekê em han dan ku vê demê ligel malbata xwe vegerin û awarebûna xwe bidawî bikin," wî ji Diyaruna re got.

Tevî ku trafîk ne weke rewşa xwe ya berê qerebalix e, ew bi zû û bilez baştir dibe, li gorî Mîsaq Talib Elyawî, rêveberê giştî yê kompaniya veguhestina taybet a ser bi Wezareta Veguhestina Iraqî ve, got.

Tevgera veguhestina rêwiyan niha ji saetên destpêkê yên sibehê ve destpê dike û mexribê disekine, wî got.

Kompaniya veguhestina taybet a dewletê "yek ji kompaniyên hikûmî yên yekem bû di vegerandina çalakiya xwe ya normal li bajarên rizgarkirî de", wî got.

"Bi rizgarkirina her bajarekî, em yekser dest bi karkirina xetên veguhestinê jê û bo wî dikin," wî got jî. "Me hemû xetên ku paytextê bi bajarên rizgarkirî li parêzgehên Selahedîn û Enbarê ve girê didin çalak kirine."

Di nav wan de Tikrît, Şerqat, Remadî, Felûce û Htî hene, wî got.

"Ev xet niha hatine berfirehkirin daku bigihin bajar û deverên parêzgeha Nînewa yên ku vê dawiyê hatin rizgarkirin weke Geyara, Hemdaniya, Bertela û aliyê rojhilat ji bajarê Mûsilê," Elyawî got.

Çakkirina jêrxaneya zererlêhatî

Kompanî plan dike ku hemû termînalên zererlêhatî ji encama êrîşên terorîst nûçak bike, Elyawî got.

"Hinek termînal di rewşeke baş de ne, lê hinekên din bi nîva karîna xwe ya plankirî kar dikin," wî got. "Em dê hewl bidin ku hemû zereran pişkinîn bikin û planeke temam amade bikin ji bo nûavakirina wan bi piştgiriya kompaniyên weberhêner amade bikin."

Di 16ê Kanûna Duyem de, kompaniyê termînaleke navxwe ya nû li navenda Baqûbaya paytexta Diyala weke beşekê ji planên wê ji bo alîkariya xelkê û başkirina aramiyê li parêzgehên ku rastî zererê hatin li ser destê DAIŞ vekir .

"Vegerandina tevgera veguhestinê dê hemû aliyên jiyanê, û nûavakirin, tevgera pevguhertina bazirganî û aborî baştir bike," cîgirê serokê encumena parêzgeha Selahedîn Ehmed Nazim Ezzawî ji Diyaruna re got.

"Niha parêzgeha me xwedî rêyekê bi tenê ye ku digihe paytextê, û girîng e ku baş were ewlekirin û trafîk li ser were asankirin, ji bo zêdekirina bibandoriya wê," wî got.

Terorîzmê gelekî zerer gihande jêrxaneya parêzgehê, Ezzawî got, û niha bi hewceyî kampanyayeke nûavakirinê ya berfireh e ku hemû jêrxane û xizmetguzariyan li xwe bigre.

"Vegerandina veguhestina bo û ji deverên rizgarkirî dê hemû çalakiyên aborî li wê derê xurttir bike," aborînas Basim Cemîl Antoine ji Diyaruna re got.

"Ev dever bi hewceyî veguhestinê ne ji bo bilezkirina vegera xelkê wan ê awarebûyî û peydakirina hewcedariyên wan ên sereke ji xwarin û kelûpelên bazirganî," wî got.

"Veguhestin herwiha rê dide xelkê ku pêwîstiyên avakirinê yên sereke bidest bixin ji bo nûavakirina malên xwe," wî got jî.

"Vegerandina çalakiya vê sektora girîng rewşa giştî li parêzgehên ku bi agirê terorîstan hatiye şewitandin baştir dike, û derfetê dide wan ku jêrxaneya xwe çalaktir bikin, û seqamgêrî û vejiyanîtiya xwe bileztir bikin," Antoine got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500