Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Berpirsên Enbarê agahiyan derbarê cudabûnên ji DAIŞ werdigrin

Hesen Obeydî li Enbarê

Du endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li rola xwe di êrîşa Mijdara 2016an de ku zemawendek li Amiriyata Felûca kire armanc mukir tên. [Wêne ji rûpela Facebook a Amiriyata Simûd hatiye wergirtin]

Du endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li rola xwe di êrîşa Mijdara 2016an de ku zemawendek li Amiriyata Felûca kire armanc mukir tên. [Wêne ji rûpela Facebook a Amiriyata Simûd hatiye wergirtin]

Berpirsên parêzgeha Enbarê dibêjin ku agahî gihiştin wan ku bi dehên endamên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hewl didin ku dest ji girûpê berdin û teslîmî hêzên ewlekariyê bibin.

Xelkê Remadî û Felûca agahî derbarê kesûkarên girêdayî DAIŞ dan ku dixwazin dest ji girûpê berdin û xwe radest bikin, eqîd Mihemed Duleymî ji Fermandariya Operasyonên Enbarê re got.

"Hinek ji wan destê wan di kuştin û karên terorîstî de yên ku girûpê pêk anîne tune ye, û divê ev kes yekser werin girtin û rastî cezayeke sivik werin," wî ji Diyaruna re got.

"Hejmareke berbiçav" ji çekdarên DAIŞ ên xwecihî li bajarokên sînorî yên Enbarê weke Qaim , Hesîba, Anah û Rawa niha rastiya DAIŞ dizanin û hewl didin dest ji girûpê berdin, parêzgarê Enbarê Suheyb Rawî ji Diyaruna re got.

Dewlet garantiya dadgehkirinên dadmend ji van kesên ku xwe radestî polîs an artêşê kirine dike, wî got.

"Gelek xelk di destpêkê de ji aliyê DAIŞ ve hatin xapandin, û niha rastiyê dizanin," Rawî got. "Lê girûp herkesê ku hewl dide bireve dikuje."

Fermandarê heşda eşayirî ya Hedîsa Nazim Cuxeyfî got ku êlan gotinên nerasterast wergirtine ku hinek kesên ku li rojavayê Enbarê girêdayî DAIŞ bûn niha poşman bûne û dixwazin birevin.

"Ev serkeftineke ji me re û girûp jinav diçe," wî ji Diyaruna re got.

"Gotina dawî dê ji dadgehan re be"

Bêtirî 80 çekdarên Iraqî yên DAIŞ hewl didin ku tev malbatên xew ji erda bin destê DAIŞ de birevin, wî got, û zelal jî kir ku eger ew bi tenê birevin, girûp "dudil nabe ji kuştina malbatên wan weke tolhildanekê".

Eger teslîm bûn, wî got, "ew dê bo dadgehan werin radestkirin û bi dadmendî werin dadgehkirin, û gotina dawî dê ji dadgehan re be".

"Lê belê, eger man, ev tê wateya ku ew yan dê bimrin an jî werin girtin, û dê sivikirina cezayê ya ku ji kesên xweradestkirî re berdest e jidest bidin," wî got.

Hikûmeta federal dê mameleyeke cuda ligel endamên DAIŞ ên ku xwe radest kirine bike ji ya ligel kesên ku bijartin ku pêre bimînin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Hemîd Duleymî ji Diyaruna re got.

"Heft ji kesên ku sala borî xwe li Remadî teslîm kirin rastî dadgehkirineke dadmend hatin û niha hukmê xwe di zindanê de diborînin," wî got.

Di encamê de dê bikaribin ku vegerin civak û malbatên xwe û dê derfeteke din ji wan re bê dayîn ku vegerin ser rêya rast, wî got jî.

Alîkariya kesên ku dibe cuda bibin li ser revê

Şêniyekî Remadî, ku xwest tenê tîpên yekem ji navê wê M.J. were binavkirin ji tirsa li ser selametiya xwe, giha bingeheke polîsan li taxa Qetana ya bajar daku ji desthilatan bixwaze ku kurê wî yê biçûk ê li Qaim rizgar bikin.

Kurê wî hat xapandin daku tevlî DAIŞ bibe, wî bi rêya telefonê ji Diyaruna re got, anî ziman jî ku kurê wî hat neçarkirin ku di nav Hisba ("polîsên olî") de kar bike lê ji grûpê re şer nekiriye.

"Wî berî çend rojan telefona min kir û got ku wî bêriya me û jiyana aştî û dilrehmiyê kiriye, bavê wî got. "Li wir, take ziman ê xwîn û mirinê ye."

"Wî ji min re got, 'Yabo, ev xelk nexweşên derûnî ne û ne mirovên normal in û ez poşman bûme û rojane bêtir ji xwe hez nakim'," M.J. got, anî ziman ku kurê wî li rêyekê digere daku ji grûpê bireve.

M.J. got ku kurê wî jêre got ku çekdarekî DAIŞ hewl dabû berî çend mehan ji Qaimê bireve lê hat girtin û di nav hevalê xwe de hat kuştin, ku bi wan re xwarin dixwar û di bin heman banî de radiket.

Ev bûyer tastiya grûpê eşkere dike, M.J. got, ji ber ku wan ew bi êrîşeke nerast tawanbar kir li şûna ku mukir bên ku wan ew kuşt ji ber ku hewl da bireve.

Êlên Enbarê gotine ku ew dê xwe ji kurên xwe yên ku tevlî grûpê bûne bêrî bikin.

Lixweverger şerma girêdana bi DAIŞ ve paqij dike, Şêx Letîf Elwanî ji êla Ebû Elwan ji Diyaruna re got, lê "kesên ku bijartin ku bi DAIŞ re bimînin dê ti pêşeroja wan bi êlê yan malbatê re nebe".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500