Daketinek di samanên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de hişt ku girûp berê xwe bide çavkaniyên alternatîv ên fînansekirinê ku ji diziya milkên sivîlan û firoştina wan li Sûriyê pêk tê, xelk û berpirs dibêjin.
Li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê, endamên DAIŞ dest datînin ser milkên xanûberan û kelûpelên kesayetî yên xelkê didizin, wan di sînor re qaçax dikin daku bifroşin, wan got.
Şêniyê Qaim Ebû Hekem, ku xwest bernavekî bikar bîne ji ber tirsa li ser selametiya xwe, ji Diyaruna re got ku ew ji Qaim reviya kampa penaberan a Kilo 18 li rojavayê Remadî di 2015an de, nêzîkî salekê piştî ku bajarê wî kete di destê DAIŞ de.
Awareyên Qaim ên ku nû digihin kampê jêre gotin ku DAIŞ dest danî ser mala wî û ferş, alavên navmal û otombîla wî firoştin,
Endamên DAIŞ herkesê ku ji tişta bi navê "xîlafeta" wan direvin weke xayin û kafir wesif dikin", wî got. "Wan azadî dane xwe daku dest deynin ser milkên xelkê û wan talan bikin bi hinceta ku ew xenîmeyên şer in".
"Ew niha hewl didin ku hertiştî bikin daku pereyan qazanc bikin," wî got.
Talankirina xaniyên xelkê
Di demekê de ku ziyanên wê zêde dibin, DAIŞ li çavkaniyên alternatîv digere ji bo fînansekirina operasyonên xwe û hiştina kontrola xwe li ser beşên rojavayî yên dûr ji parêzgehê -- Qaim, Anah û Rawa, endamê encumena parêzgeha Enbaêr Neîm Kwûd got.
Girûp rastî qelsbûneke darayî ya tund hatiye ji encama jidestdayîna kontrola xwe li ser deverên berfireh ên tije petrol û çavkaniyên din, wî ji Diyaruna re got, û niha pişta xwe bi diziyê girê dide weke çavkaniya sereke ya dahatê.
"Ev çeteyên terorîst" dest bi talankirina xaniyên taybet ên xelkê aware kirine û herwiha xelkê ku qebûl nakin ku hevahengiyê ligel girûpê bikin, wî got.
"Ew otombîl û hemû tiştên binirx ên sivik weke gewherên zêrîn, ligel alavên malê, yên çandinî, yên heywanan û yên bazirganî," wî got.
Ew herwiha ku dikarin dest deynin ser dibin, kelûpelên dizî bi qaçax dibin Sûriyê û wan li wir difroşin, wî got, texmîn kir ku DAIŞ nêzîkî 12$ milyon ji qaçaxî û firotina kelûpelên dizî kom kirine.
Bi asteke kêmtir, Kwûd got, bacên ku li ser xelkê ferz dike çavkaniyeke din a dahatê.
Endamên DAIŞ gefan dixwin ku ew dê dest deynin ser milkên xelkê eger ew bacên ferzkirî ji aliyê girûpê ve nedin, wî got, da zanîn jî ku DAIŞ herî kêm 100$ di mehê de weke bac ji her malê kom dike.
Li xelkê xwecihî hatiye qedexekirin ku ji deverê derkevin ji bilî ku dema hewceyî guhdana bijîşkî bin, Kwûd got.
Heta hingî jî, wî got, divê ew qasekî mezin bidin, 10,000,$ daku rê ji wan re bê dayîn ku derkevin, ligel malbatên xwe û milkên wan weke garantî dibin daku piştrast bin ji vegera wan.
Xelkê xwecihî nikarin vî qasî bidin, wî got, û neçar dibin ku şertûmercên tendirustî û yên jiyanê yên xirab tehmûl bikin li şûna ku daxwaza çareseriyê bikin.
Reva ji zordariya DAIŞ
DAIŞ hewl dide ku sûdeke tam ji asêgehên xwe yên mayî li parêzgehê werbigre ji bo peydakirina pereyan bi her awayekî gengaz, muqedem Selah Fadil, fermandarê hêza Amiriyat Sumûd a êlan got.
"Ev yek talankirin û destdanîn ser malên ku xelkê wan ji wan reviyane, û malên xelkê ku DAIŞ dixwaze wan bigre yan bikuje, weke endamên berê yên polîs û artêşê," wî ji Diyaruna re got.
Di herdu mehên borî de, kampên penaberan li parêzgehê pêşwaziya gelek malbatên aware ji rojavayê Enbarê kirin "ên ku tiştên xwe li pişt xwe hiştin daku ji zordariya terorîstan birevin", wî got.
Endamê encumena parêzgehê Ezal Fehdawî ji Diyaruna re got ku destdanîn ser û talankirina malan nimûneyeke din e li ser "reftara tawankar" a girûpê.
"Em pêşbîniya vê yekê ji terorîstan dikin, ji ber ku wan ruxset daye xwe ku hertiştî bikin," wî got.
Hevdem, wî got, girûpê dest danî ser bi dehan malan li Mûsilê, "lê piştre ew jidest dan piştî ku dever hatin rizgarkirin û xanî ji xwediyên xwe yên mafdar re vegeriyan".
Her dema ku şerê rizgarkirina Mûsilê bidawî were, Fehdawî got, girîngî dê li ser rizgarkirina beşên mayî ji rojavayê Enbarê û vegera awareyan bo malên xwe be.