Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Sûrî ji ber rewşa bendava Tebqa bi tirs in di demekê de ku DAIŞ rastî şikestinan tê

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Wêne meydanekê li Tebqa li parêzgeha Reqa ya Sûriyê nîşan dide. Xelkê wê ditirsin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dê deriyên herikîna avê yên bendava Tebqa li ser Çemê Firatê veke ji bo rawestandina pêşketina hêzên rizgarker. [Wêne ji Îbrahîm Şemerî hatiye wergirtin]

Wêne meydanekê li Tebqa li parêzgeha Reqa ya Sûriyê nîşan dide. Xelkê wê ditirsin ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" dê deriyên herikîna avê yên bendava Tebqa li ser Çemê Firatê veke ji bo rawestandina pêşketina hêzên rizgarker. [Wêne ji Îbrahîm Şemerî hatiye wergirtin]

Di demekê de ku Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) nêzîkî bajarokê Tebqa li parêzgeha Reqa ya Sûriyê dibin, "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) sivîlan bikar tîne ji bo rawestandina pêşketina wan, xelkê xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Hinek tirs hene ku DAIŞ dê deriyên herikîna avê yên bendava Tebqa li ser Çemê Firatê, ku bendava herî mezin e li welat, veke daku berevaniyê li bajarê Reqa bike.

Ev yek dê gundên li ser rêya avê wêran bike, wan got.

Di hefteyên borî de, hevpeymaniya opozîsyonê ya Erebî-Kurdî gihişt heta bi çar kîlometran dûrî bendavê, gundê herî mezin navbera xwe û bendavê ku di kontrola DAIŞ de bû vegerand.

Ev bendav tenê 500 metran ji bajarokê Tebqa dûr e.

"Dema ku operasyona Xezeba Firatê destpê kir, endamên DAIŞ dest bi tengkirinê li xelkê bajarok kirin û li wan qedexe kir ku derbasî bajarok bibin anjî jê derkevin," dikandarê ji Tebqa Hemed Nafih, ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

Niha divê xelk ruxsetên taybet ji DAIŞ bibin daku derbasî bajarê Reqa bibin, wî ji Diyaruna re got.

"Hewldanên reva ji bajar kêmtir bûne ji ber mayînên ku girûpê li herderê çandine, û nîşangirên wê yên ku teqeyê li herkesî dikin eger ku ji deverên niştecihbûnê dûr bikevin," wî got.

Xelk di nav Tebqa de asê mane

DAIŞ qedexeyên li ser xelkê zêdetir kirin "weke hewlekê ji bo bikaranîna wan weke mertalên mirovî û rawestandina pêşketina hêzên rizgarker", şêniyê Tebqa Îbrahîm Şemerî, yê 25 salî, ku berî çend mehan tevlî QSD bû, got.

"Niha QSD tenê çend kîlometran ji Tebqa dûr e," wî ji Diyaruna re got.

Ew ji aliyê bakur nêzîk dibin, nêzîkî gundê Suweydiya Kebîra, wî got, "û pêwendiyê bi sivîlên li deverê re dikin daku reva wan a bo deverên ewle kordîne bikin".

"DAIŞ gelek bingehên çavdêriyê û zêrevanîkirinê danîne bi dirêjahiya rêyên ku digihin bajarok, ku erkê wan ê xuya ew e ku rê li ber her reveke ji bajarok bigrin," Şemerî got.

Gelek halet hene ku teqe li xelkê bêçek hatiye kirin, wî got.

QSD tîmên taybet pêk anîne daku mijûlî karûbarên sivîlan bibin dema ku hêzên rizgarker nêzîkî bajarok bibin, Şemerî got.

"Têkiliyeke berdewam ligel gelek girûpan di nav Tebqa de heye ji bo kordînekirina revîna wan a veşartî û dûrxistina wan ji zererê dema ku êrîş li ser bajar were kirin, di nav de destnîşankirina cihên veşartinê," wî got.

Gelek xort ji Tebqa tevlî QSD bûne daku bajarokê xwe ji DAIŞ rizgar bikin, wî got.

DAIŞ heftane gelek îdamkirinan pêk tîne weke tolhildanekê ji kesên ku hevahengiyê ligel hêzên rizgarker dikin, dikandar Nafih, got.

Girûp qurbaniyên xwe tometbar dike ku "sîxurên kafiran" in, wî got, anî ziman jî ku piraniya wan xortên deverê ne yan jî şervanên QSD ên girtî yên ku bi eşkere DAIŞ qebûl nekirin anjî yan agahî dane hevpeymaniyê yanjî QSD.

Armanc "tirsandina welatiyan e û piştrastbûn ku ew serîhilnadin", di demekê de ku tirsa DAIŞ zêdetir dibe ji ber şikestinên wê yên berdewam, wî got.

DAIŞ metirsiyê li ser bendava Tebqa çêdike

Hevdem, cotkarên Sûrî nêzîkî Çemê Firatê ditirsin ku dê DAIŞ deriyên herikîna avê veke ji bi berevaniyê li Reqa bike, û gund û zeviyan di vê proseyê de wêran bike.

Asta ava Firatê di çend mehên borî de nêzîkî Reqa bilind bûye, AFP di destpêka Adarê de ragihand.

Xelkê gundên çandiniyê yên berbelav bi dirêjahiya berava rojhilatî ji çem dibêjin ku ew ditirsin ku girûp dê bendava Tebqa wêran bike ji bo hêdîkirina pêşketina hêzên li dijî DAIŞ.

"Eger DAIŞ gefa xwe bi teqandina bendava Tebqa bicih anî, wê demê hemû deverên derdora beşê başûrî ji çem dibe ku binav bibin," şêniyê xwecihî Ebû Husên, yê 67 salî, got.

"Karesateke mezin li pêşiya xelkê Tebqa, Reqa û deverên derdora wan e, ji ber herkesê ku li wir dijî ji herifîna bendavê ditirse," elektirîkkarê Tebqa Mihemed Keyalî, yê ku bernavek bikar anî ji ber tirsa li ser selametiya xwe, got.

DAIŞ bi proseya gihandina avê jî dilîze, wî ji Diyaruna re got.

Girûp "nahêle av bigihe Helebê daku welatiyan bêpar bike ji ava vexwarin û avdanê, ku vê yekê hişt ku asta avê li gola Esed bilindtir bibe", wî zelal kir.

Di demekê de ku QSD û hêzên rejîmê nêzîkî Tebqa dibin, wî got jî, "girûp deverên li bakurê golê tijeav dike ji bo rêgirtin li pêşketina wan, ku ev yek deverên çandiniyê kêmtir dike, ku yek ji çavkaniyên kêm ên mayî li herêmê ye".

Keyalî hişyarî ji wê yekê da ku "derz êdî li ser dîwarên bendavê xuya dibin, ku hişyariya şikestin û wêranbûna nêzîk a palderên sereke yên bendavê".

Dibe ku ev yek bibe sedema herifîna tam a bendavê û binavbûna hemû gund, bajarok û deverên çandiniyê li derdora gola Esed, heta ku bigihe Reqa, wî got.

Xelkê xwecihî ditirsin ku dibe girûp bimebest bendavê wêran bike eger dever kete di destê hêzên rizgarker de, Keyalî got.

Cihê stratejîk ê bendavê tê wateya ku girtina wê hemû rêyên derbasbûn û derketinê yên Reqa qedexe dike û bilezkirina "ketina nêzîk a bajar", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500