Nûçeyên Iraqê
Analîz

Bikaranîna ketîbeya Pakistanî tektîkên Îranê yên tayifî di krîza herêmî de eşkere dike

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Çekdarekî Ketîbeya Zeynebiyûn alekê hildigre ku li ser hatiye nivîsandin "Zeynebiyûn, berxwedana Îslamî li cîhanê, em ji bo te li vir in, ey Zeyneb". Ketîbe ji Şîeyên Pakistanî pêk tê, yên ku ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî ve hatine tejnîdkirin, ku li kêleka rejîma Sûrî şer dikin. [Wêne ji hesabên tora civakî yên alîgirên Zeynebiyûn hatiye wergirtin]

Çekdarekî Ketîbeya Zeynebiyûn alekê hildigre ku li ser hatiye nivîsandin "Zeynebiyûn, berxwedana Îslamî li cîhanê, em ji bo te li vir in, ey Zeyneb". Ketîbe ji Şîeyên Pakistanî pêk tê, yên ku ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî ve hatine tejnîdkirin, ku li kêleka rejîma Sûrî şer dikin. [Wêne ji hesabên tora civakî yên alîgirên Zeynebiyûn hatiye wergirtin]

Ji bo pêkanîna daxwaza xwe bi berfirehkirina karîgeriya xwe ya herêmî û xurtkirina desthilata xwe, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê xortên Pakistanî çekdar dike daku ji bo berjewendiyên wê li Sûriyê şer bikin, pirpor ji Diyaruna re dibêjin.

Ev stratejî tê xuyakirin bi rêya Ketîbeya Zeynebiyûn , wan got, ku endamên wê ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatine rahênankirin û çekdarkirin, piştre bo Sûriyê hatin veguhestin daku li kêleka komên din ên girêdayî Supaya Pasdaran û rejîma Sûrî şer bikin.

Ketîbeya Zeynebiyûn destpêkê li deverên operasyonên serbazî li Şamê û gundewarên wê û li Helebê di naverasta 2014an de hat dîtin, xwendekarê doktora li Zanîngeha Qahîra Şiyar Tirko, ku lêkolînan derbarê fînansekirina Supaya Pasdaran dike, got.

Piştî wê bi demeke kurt, raportên derbarê şerê ketîbeyê li Sûriyê li kêleka rejîma Sûrî û milîsên ser bi wê ve êdî di medyaya civakî de belav bûn, wî ji Diyaruna re got.

"Ji 2015an ve, rûpelên medyaya civakî yên alîgirên wê dest bi weşana nûkirinên derbarê hejmara qurbaniyên wan li Sûriyê kirin," wî got. "Tiştê balkêş ew e ku ew li Îranê hatin xaksipartin ne li Pakistanê."

"Ketîbeya Zeynebiyûn girûpeke çekdar re ji Şîeyên Pakistanê pêk tê, ku piraniya wan bi eslê xwe ji deverên rojavayê Pakistanê ne," Tirko got.

Hinekên din ji deverên hejar ji parêzgeha Punjabê, ji hinek beşên parêzgeha Sind û ji deverên bakurî yên nêzîkî sînorê Çînî ne, wî got.

Hejarî li van deveran berbelav e, Tirko got, anî ser ziman jî ku Supaya Pasdaran ev yek di operasyonên xwe yên çekdartejnîdkirinê de îstixlal kir, ligel zêdekirina aloziyên tayifî û çandina hesteke tirsê di nav Şîeyên Pakistanê de.

Êrîşên li ser Şîeyan ji aliyê Talîbana Pakistanê û Ceyş el-Îslam ev tirs zêde kirin, wî got, û rê ji Supaya Pasdaran re xweş kir ku karîgeriya xwe berfirehtir bike li ser şervanên êlan bi rêya lîstina rola berevanê li wan.

Ketîbeya Zeynebiyûn ne take ketîbeya serbazî yan girûpa çekdar e ku Supaya Pasdaran li Pakistanê pêk anîne, Tirko got jî, lê xuya ye ku ew cuda hat avakirin bi armanca tevlîbûna li derveyî welat, û bi taybetî ji bo şerê Sûrî.

Girûpên ku Supaya Pasdaran piştgiriya wan dike kampên wan ên rahênanê li Pakistanê hene û herwiha gelek li Îranê jî, wî got, "û ne dûr e ku endamên Ketîbeya Zeynebiyûn ji van girûpan hatibin bijartin ji bo pêkanîna operasyonên li derve".

Hevşêweyên bi Hizbulaha Libnanî re

Ketîbeya Zeynebiyûn û girûpên li welatên din ku ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatine pêkanîn bêtir weke Hizbulaha Libnanî ne , lêkolînerê Navenda Rojhilata Navên ji bo Lêkolînên Stratejîk Fethî Seyid, ku pisporê karûbarên Îranê ye, got.

"Tektîka encamdayînê yek e, motîv yek e û armanc jî yek in," wî got. "Tek cudahî girêdayî liberçavgirtina cudahiyên îdyolojî û civakî li her welatekî ye."

Tek armanca pêkanîna van girûpên çekdar "bilhêzkirina kontrola [ya Supaya Pasdaran] li ser welatên wan in daku tevlî şerên biwekalet bibin li şûna Supaya Pasdaran li cihên şer ên germ weke Sûriyê", wî got.

"Îran çeteyên xwe bikar tîne weke alavekê ji bo bidestxistina armancên xwe bêyî tevlîkirina artêşa xwe rasterast di şer de, ji bilî dilxwestina rahênankirina û serperiştiya rasterast ji operasyonan [ên serbazî] re," Seyid got.

Ji bo kişandina Pakistaniyan ku şer di rêzên vê ketîbeyê de bikin, Îran Madeya 980 ji Qanûna Nasnameyê guhert daku nasnameyê bide kesên ku ximzetan an jî alîkariyeke berçav pêşkêşî berjewendiya giştî ya Îranê dikin.

"Guhertineke din sala 2016an çêbû ji bo dayîna nasnameyê ji jin û zarokên kesên ne-Îranî re yên ku di dema pêkanîna mîsyonekê ji bo Îranê li derveyî welat de dimrin," wî got.

Seyid got ku armanca Îranê "belavkirina tayifegeriyê ye li deverên ku dikare bigihe wan û li wan civakên ku dikare li wan encam bide".

"Ev yek dihêle ku hêdî dest deyne ser van deveran, piştî ku wan têxe di krîzên tayifî de, û dihêle ku girûpên girêdayî xwe kontrol bike bi rêya sedemên tayifî yên sade," wî got.

Tevlîbûna ketîbeya Pakistanî di şerê Sûrî de "karektera tayifî ya krîzê berfirehtir kir, û di encamê de hejmara miriyan zêde kir û dema şer dirêjtir kir", wî got.

Bikaranîna hestiyariyên olî

Di dema şerê Helebê de di Nîsana 2016an de, komên opozîsyonê 12 kes girtin ku li kêleka hêzên rejîmê şer dikirin, ku eşkere bû ku Pakistanî ne û endamên Ketîbeya Zeynebiyûn bûn, efserê Artêşa Azad a Sûrî Salih Ufeysî, ku li gundewarên Helebê dimîne, got.

Şervanên opozîsyonê destpêkê gotin dibe ew Pakistanî di rêzên Hizbulaha Libnanî de şer dikin, wî ji Diyaruna re got.

"Nîşana li ser badcên ku li ser kincên lixwe kiribûn weke ya Hizbulah bû, bi heman wêne û paşxaneya zer, lê tenê neqşa li ser cuda bû," wî got.

Nasnameya wan a Pakistanî di dema lêpirsînan de hat piştrastkirin, wî got, ku girûpê eşkere kir ku wan rahênan li Pakistanê dît û bo Sûriyê hatin veguhestin beramberî 20,000 rupên Pakistanî ($190) di mehê de.

Ew li wê yekê mukir hatin ku ew hatin Sûriyê "destpêkê û berî her tiştî ji bo berevanîkirin li mezargehên [yên Şîe] pîroz", wî got, ji ber ku hatibûn qayilkirin ku komên opozîsyona Sûriyê dixwazin hemû mezargehên Şîe jinav bibin û hemû endamên tayifê bikujin.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Silav. Gelo hûn hêzan bo Lîwayê Zenûbiyûnê dicenidînin?

BERSIV BIDE

Nalet li we û destkarîkirina we be! Serkeftin û serbilindî ji Xwedê, Pêxemberê wî û hezkiriyên wî re ye, eger Xwedê bixwaze!

BERSIV BIDE

Ecêb e çawa çê dibe selefî bên anîn bo Sûriyê daku şer bikin, lê belê nabe Şîe biçin rûbirûbûna wan bikin.

BERSIV BIDE