Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xwekujên DAIŞ 27 kesan di zemawendekê de li Iraqê dikujin

Xalid Ta'î

Şînkaran taximê zavatiyê yê Ekram Keradî, yê 22 salî, hildigrin ku qurbaniyê teqîneke xwekujî bû ku li navçeya Kerada ya ku bazara wê qerebalix e berî du rojan çêbû, di dema şîna wî de di 5ê Tîrmeha 2016an de. Teqîna xwekujî ya ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" girte stûyê xwe bêtirî 200 kes kuştin. [Sabah Arar/AFP]

Şînkaran taximê zavatiyê yê Ekram Keradî, yê 22 salî, hildigrin ku qurbaniyê teqîneke xwekujî bû ku li navçeya Kerada ya ku bazara wê qerebalix e berî du rojan çêbû, di dema şîna wî de di 5ê Tîrmeha 2016an de. Teqîna xwekujî ya ku "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" girte stûyê xwe bêtirî 200 kes kuştin. [Sabah Arar/AFP]

Du xwekujên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) êrîşî ahengeke ku di şeva dawetê de tê lidarxistin li bakurê Bexdayê kirin, û 27 kes kuştin, polîsê Selahedîn roja Pêncşemê (9ê Adarê) got.

Teqînên li devera Hecac, li bakurê bajarê Tikrît, 33 kes jî birîndar kirin, berdevkê polîsan Hesen Mecmeyî ji Diyaruna re got.

"Yê yekem xwe 8:30 êvarî teqand di nav zilamên ku di dema ahengê de di dîlanê de bûn," hevdem kesê din xwe piştî çend xulekan teqand, muqedemekî polîsan ji AFP re got.

Xwekujan kemerên bombekirî lixwe kiribûn, wî efserî got.

Di nav qurbaniyan de çar zarok û sê jin hebûn, Mecmeyî got.

"Heşt ji zilamên mirî nasnameyên wan nehatine naskirin ji ber ku di teqînan de şewitîn û bi awayekî ku zehmet e werin naskirin," wî got jî.

"Ev êrîş reaksyonek e li ser şikestinên dawî yên DAIŞ li Mûsil û Enbarê," wî got.

Dawet a malbatekê bû ku girêdayî êleke mezin a li dijî DAIŞ li Enbarê ye, li gorî Mecmeyî.

Cîgirê serokê encumena parêzgeha Selahedîn Ehmed Nazim Ezawî êrîş şermezar kir, ew weke "bêwêrek û rûreş" wesif kir.

Ev êrîş piştrast dike ku "terorîst ti rêzê ji ti nirxekî mirovî û olî nagre", wî ji Diyaruna re got, tekez jî kir ku "divê ev êrîş bê hesab û tolhildan derbas nebe".

"Reva Ji cezakirinê ne pêkan e"

Encumena parêzgehê biniyet e ku civînan ligel fermandarên polîs û artêşê li parêzgehê lidar bixe "daku lêkolînê derbarê bûyerê bike", wî got.

"Em dê bêdeng nemînin dema ku îxlalkirineke metirsîdar di ewlekariyê de çêbibe."

"Gavên bilez dê werin standin ji bo jinavbirina şaneyên veşartî li parêzgehê ku jiyana welatiyê têxin di metirsiyê de," Ezawî got. "Divê em asêgehê DAIŞ jinav bibin û karekî yekalîker bikin li dijî hewlên tevlîhevkirina ewlehiya parêzgehê."

Êrîşa DAIŞ li ser dawetê bersiveke ji bo şikestinên mezin ên ku grûpê di şerê rizgarkirina Mûsilê de rastî wan hatî, serokê komîteya ewlekarî di encumena parêzeha Selahedîn de Casim Cebara got.

"Bi rêya vî karê berberî, dijmin dixwaze nameyekê bişîne ku ew hîn heye û dikare zererê bigihîne xelkê û êrîşên xwînrêj ên kirêt pêk bîne," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekariyê û zilamên êlan "tiştê ku ji wan tê dikin ji bo girtina terorîstên daxwazkirî, û her kesê ku tawaneke wisa pêk aniye dê ji cezayê nefilite", wî got.

Cebara bang kir ji bo xurtkirina tedbîrên ewlekarî ji bo rêgirtin li "pêkanîna asêgehên çekdarî yên veşartî li biyabanên parêzgehê".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em evdên Xwedê ne, em dê li wî vegerin! Ji Xwedayê ku dikare her tiştî bike, em nimêj dikin ku rehma xwe li şehîdên Îraqê bike, cihê wan bihuşt be û sebir û jibîrkirinê bide malbatên wan!

BERSIV BIDE