Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şervanên êlan li Mûsilê dê li zeviya ku ji DAIŞ hatiye rizgarkirin cih bigrin

Ala Husên li Bexdayê

Şervanên ji Heşda Eşîretan ya parêzgeh Nînewa li kampeke Mûsilê li ser cihgirtina li zeviya ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin tên rahênankirin. [Wêne ji Şêx Hatim Huweyt hatiye wergirtin]

Şervanên ji Heşda Eşîretan ya parêzgeh Nînewa li kampeke Mûsilê li ser cihgirtina li zeviya ku ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin tên rahênankirin. [Wêne ji Şêx Hatim Huweyt hatiye wergirtin]

Yekîneyên Heşda Eşîretan ya parêzgeha Nînewa dê were amadekirin ji bo parastina ewlehiyê li beşên rizgarbûyî ji Mûsilê weke beşekê ji rêkeftinekê navbera hikûmeta xwecihî û berpirsên ewlekarî yên Iraqî de, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re dibêjin.

Hikûmeta xwecihî ya Nînewa baweriya xwe bi karîna şervanên êlan ya piştgirîkirina hêzên ewlekariyê di parastina kontrolê de û jihevxistina şanên raketî yên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) nîşan dide.

Hikûmeta xwecihî niha kar li ser amadekirina şervanên Heşda Eşîretan dike daku ew piştgiriya hêzên ewlekariyê bikin li rojhilatê Mûsilê, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Nînewa lîwa Kerîm Şuweylî ji Diyaruna re got.

Di 20ê Sibatê de, wî got, parêzgarê Nînewa Nofel Hemadî serokatiya konferanseke lîderên ji parêzgehê yên Heşda Eşîretan kir ji bo kordînekirina karê wan di qonaxa bê de û amadekirina wan ji cihgirtina li rojhilatê Mûsilê re.

Rênima ji lîderan re hatin dayîn ku "pêbendî mafên mirov û azadiyan bin û rêzê li baweriyên xelkê Mûsilê bi hemû tayifeyan û etnîkan bikin" di dema ku erkên xwe yên nû bicih dikin, Şuweylî got.

Şervanên Heşda Eşîretan amade ne ku tevlî hemû operasyonên ewlekarî yên ku ji wan tên xwestin bibin li parêzgeha Nînewa, wî got.

Dibe ku ev yek parastina ewlehiyê li deverên rizgarbûyî û rêgirtin li xwedizekirina DAIŞ li xwe bigre, anjî lîstina roleke aktîv di şerê heyî de li dijî DAIŞ, wî got.

Zêrevanên Nînewa, ku beşek in ji Heşda Eşîretan ya giştî, bi temamî pêbendî pêkanîna ferman û rênimayên ku ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine derxistin in, berdevk Zuhêr Cibûrî ji Diyaruna re got.

Ev Zêrevan berî niha beşdarî şerên rizgarkirina rojhilatê Mûsilê bûne, wî got, lê di operasyona niha de li rojava nebeşdar in.

Biryarên serbazî yên hekîm dê rolê di bilezkirina rizgarkirina rojavayê Mûsilê de bilîzin , wî got, anî ser ziman jî ku Heşda Eşîretan amade ye ku berê xwe bide her aliyekî ku Serokatiya Iraqê biryarê li ser bide.

Lêzanînên kûr li dor deverê

Endamên Heşda Eşîretan bajar û herêmên xwe bêtir ji her kesî nas dikin, Muzahim Huweyt, berdevkê êlên Nînewa, got.

Ji bilî vê yekê jî, wî ji Diyaruna re got, wan berî niha karîne piştgiriya artêşa Iraqî bikin di parastina ewlehiyê de li dever û taxên rizgarbûyî.

Xelkê Mûsilê dê hest bi dilrehetî û ewlehiyê bikin dema ku bibînin endamine ji êlên xwecihî di parastina ewlehiya bajarê xwe de rolekê dilîzin, wî got.

Huweyt dilbijîna xwe ku hêzên Heşda Eşîretan bibîne ku beşdarî operasyona rizgarkirina rojavayê Mûsilê bibin nîşan de, û tekez li ser amadebûna wan a sekna li hêla pêşîn a şer li dijî DAIŞ kir.

Hêzên êlan "li gelek gund û bajarokên biçûk li devera derdora Mûsilê hatine bicihkirin, lê ew hîn dûrî navenda Mûsilê ne", wî got, ji bilî çend girûpên ku di bin fermandariya Şuweylî de ne.

Parastina ewlehiyê li beşên rizgarbûyî ji Mûsilê û piştgiriya serkeftinên serbazî tehedayeke din e ku pêwsîtiya wê bi hêzinan heye ku ew bikaribin piştgiriya hêza polîsê xwecihî bikin, Huweyt got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500