Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Derdên aborî yên DAIŞ haziriyên wê yên ji şer re kêm kirin

Xalid Ta'î

Endamên hesba "polîsên şerîetê" ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li sûka Saray li Mûsil digerin, ku girûp bacan ji bazirganan werdigre [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Endamên hesba "polîsên şerîetê" ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" li sûka Saray li Mûsil digerin, ku girûp bacan ji bazirganan werdigre [Wêne ji Navenda Agahiyên Nînewa hatiye wergirtin]

Aktîvbûyîna "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di meydana şer de daketiye ji ber kêmbûyîna dijwar a di dahatên girûpê de, pisporan ji Diyaruna re got.

Qeyrana diravî ya girûpê bandor li ser mûçeyên çekdaran û bedelên xwînê yên ku ji malbatên kuştiyên DAIŞ tên dayîn hiştiye, wan got. Vê yekê hêrs û nerazîbûn di nava rêzên wan de belav kir û bandor li ser adayê çekdaran kiriye.

Carê girûpê dora $400 heta bi $1,200 mehane dida çekdarên xwe, lê belê aniha, "ew heta nikarin herikîna dahateke sabit misoger bike", endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hedîdî, got.

"Şerê Mûsilê hema bêje bidawî bûye," wî ji Diyaruna re got. "Girûpê şikestina xwe ji navenda 'xîlafeta' xwe ragihand, ev jî tê wateya ku me dawîn asêgeha wê hil kir, ku dahateke darayî ya girîng dida wê."

Ji dema ku di Hezîrana 2014an de dest danî ser Mûsilê, girûpê bi awayekî serekî pişta xwe bi nefta xav a ji zeviyên neftê yên Geyara girê dida di fînansekirina operasyonên xwe de, ligel tevgerên qaçaxçîkirinê yên ku milyonên dolaran her meh ji wan re peyda dikirin, Hedîdî got.

Bazirganiya bi parçeyên şûnwarî yên ku ji parêzgeha Nînewa hatine dizîne jêdereke girîng a dahatê bû, wî got, herwiha bacên ku DAIŞ li ser veguhestin û bezirganiya pêdiviyên sereke di navbera deverên di bin kontrola wê de li Iraq û Sûriyê ferz dikirin.

Çaxê ew di lutkeya xwe de bû, wê dahateke berbiçav peyda dikir, wî got.

Kêmbûyîna mûçeyan, dakatina moralan

Kêmbûyna mûçeyan çekdarên DAIŞ nerazî û hêrs kirin, Hedîdî got, û da zanîn ku rewşa wan a aborî ya xerab bandor li ser moralên wan ê şerkirinê kir.

Hinek çekdaran berê xwe dan talankirina malên xelkê li rojavayê Mûsilê, "ew hertiştê ku dibînin, mîna xwarin û mulkên kesayetî didizin, bi behaneya ku girûpê di şer de ye û bi hewcedarê piştgiriyê ye", wî got.

Weke hewleke handana çakdarên xwe, girûpê dixwest sedem û behaneya ji kêmbûna mûçyan der bixe, wî anî ziman jî, û bîrokeya ku dibêje "ne pere sedema şerkirinê ne" û herwiha "divê ew xwe ji mercên dijwartir re jî amade bikin".

Carê DAIŞ bi çekdarên xwe re comerd bû, ew xapa ku hişt ku gelek Iraqiyên kêmdahat tevlî rêzên wê bibin, endamê parlemanê Iraqê Emar Tumah ji Diyaruna re got.

Ji dema zuhabûyîna dahatên wê, wê desthilata parastina kontrola xwe ya temam li ser çekdaran ji dest da, wî got, ev yek jî dê xeteriyê li ser hebûna wê ya li ser zemînê çebike.

Li gorî raporta Navenda Navdewletî bo Lêkolînên derbarê Radîkalkirinê, ku navenda wê li London e, ya ku 17ê Sibatê hatiye belavkirin, dahatên DAIŞ ên ji bacan, talankirin û froştina neftê li bazara reş kêm bûye nêvî bi berhevkirin ligel 2014an.

Raport eşkere dike ku girûpê kontrola xwe ya li ser herêmeke berfireh li Iraqî di heyama çend mehên derbasbûyî de ji dest daye, û hişt ku dahatên wê dakeve 870$ milyonan di destpêka 2016an, bi berhevkirina ligel dahata berê ya ku bi qasî $1.9 milyarî bû.

Teqdîrên di lêkolînê de hatine li gorî belgehên DAIŞ û datayên ku ji desthilatên hikûmetê hatine wergirtin, û herwiha rapotên ku ji aliyê rojnamevanan û navendên lêkolînan ve, û hevpeyvînên bi nûnerên hikûmetê û pisporan re.

Lîder tev peran xwe ji gemiyê diavêjin

Êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê nefta girûpê û operasyonên qaçaxçîkirina bi parçeyên şûnwarî kirin hedef roleke serekî di lawazkirina berevaniyên wê de û daxistina moralê wê de lîst, Tumah da zanîn.

"Bi destpêkirina pêngava serbazî li Mûsilê, me bihîst ku fermandarên bilind ji girûpê veqetiyan û tev qasên mezin ji peran reviyan," wî got.

"Vê yekê, ji aliyê xwe ve, gurzeke derûnî a tund li ser DAIŞ din çêkir, ku endamên wê xwe bi tenê li qada şer dît, bêyî serkêşekî ku pêşengtiyê bike û guhdanê li wan û malbatên wan bike," wî got.

Van xesaran rûyê rasteqîn ê DAIŞ bêvirand "mîna çeteyên ku li ser qetilkirin û talankirinê dijîn", mamostayê zanista siyasî li Zanîngeh Mustensiriya Îsam Feylî got.

"Ev girûp bê wijdan e di komkirina peran de, ew îro diziya xwe dikin," wî ji Diyaruna re got. "Serkêşên girûpê xwe ji gemiyê avêt û pere bi xwe re birin, û şopedarên xwe rastî siberoja wan hiştin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500