Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Roleke girîng a xelkê Mûsilê di derkirina DAIŞ de heye

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî li taxa Erebî li bakurê Mûsilê digerin piştî ku tax ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" vegerandin di 22ê Kanûna Duyemê de. Niştecihên xwecihî agahiyan ji hêzên ewlekariyê re li ser şanên cihadî yên razayî li bajar dişînin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî li taxa Erebî li bakurê Mûsilê digerin piştî ku tax ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" vegerandin di 22ê Kanûna Duyemê de. Niştecihên xwecihî agahiyan ji hêzên ewlekariyê re li ser şanên cihadî yên razayî li bajar dişînin. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Iraqî yên ku ji bo paqijkirina rojhilatê Mûsilê ji şanên razayî yên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" kar dikin piştgirî û alîkariyeke mezin ji niştecihên navxweyî dîtin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Belavkirinên medyaya civakî weke Geyara News yên ku bang li niştecihan dikin ku çekdarên DAIŞ radestî polîsan bikin bi sedan komêntên baş wergiritine.

Hinek jêder wêneyên niştecihên Mûsilê yên ku di du salên borîn de alîkariya DAIŞ kirine anjî tevlî hêzên wan bûne weke beşek ji kampnayaya medyayî belav kirine û bang li xwecihan dike ku wan radest bikin.

Hêzên ewlakariyê daku çekdarên DAIŞ yên ku xwe li beşê rojhilatî yê bajar destnîşan bikin ligel niştecihên xwercihî kar dikin, berdevkê Fermandariya Hêzên Hevbeş Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî, bi nûneratiya fewcê artêşê û polîsên Nîneweyê û bi alîkariya hewlên hewalgiriya artêşê, karîn bi dehên çekdarên DAIŞ bigrin, wî got.

Dema ku ev kes li benda hukmê xwe bûn li dadgehê ji bo lêpirsînên zêdetir hatin radestkirin bo desthilatan, wî got.

Ajansa hewalgiriya çalak

Desthilatên ewlekariya Iraqê ajanseke hewalgiriyeke çalak li Mûsilê heye û agahiyên tekezkirî bo girtina şaneyên DAIŞ yên razayî bikar tînin, Resûl got.

Li gorî raportên medyayê, bi sedên agahdarker li Mûsilê hene, ku alîkariya hêzên ewlekariyê dikin daku molgeh û tevgerên DAIŞ destnîşan bikin û otombîlên bombekirî anjî bûyerên bi bombeyên bidest-çêkirî nehêlin.

"Hinek ji çekdarên DAIŞ ên ku di gundên li gundewarên Mûsilê hatin giritn, lê belê hin ji wan ji ber ku nedikarîn xwe di nav civakên biçûk de veşêrin reviyan," lîderê heşda eşayirî Şêx Xalid Sebah Cibûrî got.

Gelek ji wan çûn deverên niştebûyî yên qerebalix li rojavayê bajar daku ew bi hêsanî neyên naskirin, û ew bi rêya nasnameyên sexte diçin û tên, wî ji Diyaruna re got.

" Ewlehiya qels li rojhilatê bajar di cih de piştî rizgarkirina wê hişt ku hin ji çekdarên DAIŞ derkevin," wî got, "ji ber ku tenê yek anjî du xalên pişkinînan li her taxekê hebûn û tedbîrên ewlekarî bi temamî nehatibûn standin."

"Lê belê piştî êrîşên dawî li rojhilatê Mûsilê, tedbîrên ewlekarî tên tundkirin û hejmareke zêdetir ji çekdarên DAIŞ têne girtin," wî got.

Tirsa berdewam ji DAIŞ

Niştecihên Mûsilê hîna ditirsin ku DAIŞ dê tola xwe ji xelkê vede eger xelk nasnameyên wan ji polîsan re eşkere bikin, Cibûrî got.

Girûpê ji dema kontrolkirina bajar di sala 2014an de tirsê di nav dilên niştecihên xwecihî de çandiye, wî got, bi rêya revandin û kuştina sivîlan.

"Pir girîng e ku ev astengiya trisê bê şikandin daku xelk bikaribin bi awayekî baştir ligel hêzên ewlekariyê bo peydakirina agahiyên ku wan bigihînin girtina girûpên şaneyên razayî kar bikin," wî got.

"Nasname hatine eşkerekirin û tu cih ji veşartinê re tune ye," endamê encumena parêzgeha Nînewa Nayif Şimerî ji Diyaruna re got.

Di heyama du salên borîn de, wî got, çekdarên DAIŞ bi serbestî li bajar digeriyan bê ku rûyên xwe binixumînin, lewra xelkê bi nav û bi rû ew nas kirin.

Wî bang ji bo nehiştina herkesê tê zanîn ligel girûpê ye û bo pêkanîna dadgeheke taybet bo herkesê ku bi sedema tevlîbûna wî di nav DAIŞ de hatiye girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500