Nûçeyên Iraqê
Ciwan

Li kolanên Mûsliê, werzişvanên ciwan ji bo aşityê dibezin

Ala Husên li Bexdayê

Ciwanekî Iraqî ji koma Werziş li dijî Tundûtûjiyê, ku navenda wê li Bexdayê ye, beşdariyê di beza aştiyê de dike daku hevsoziyê ligel xelkê Mûsilê nîşan bide. [Wêne ji Marasona Bexdayê bo Aştiyê hatiye wergirtin]

Ciwanekî Iraqî ji koma Werziş li dijî Tundûtûjiyê, ku navenda wê li Bexdayê ye, beşdariyê di beza aştiyê de dike daku hevsoziyê ligel xelkê Mûsilê nîşan bide. [Wêne ji Marasona Bexdayê bo Aştiyê hatiye wergirtin]

Di mehên dawîn de, heta bi kesên ku têkildarê pêşeroja Mûsilê pir geşbîn bû bawer nedikir ku kolanên berava rojhilatî ya Dicle dê ji zona cengê bibe trakeke werzişî.

Lê bi rêxistinkirina pêşbaziya 10ê Sibatê li bajarê parêzgeha Nînewa, Mûsilê, koma Werzişa li dijî Tundûtujiyê karî xewna aştiyê bike rastî.

Ciwan ji seranserê welat li bajar lihev civiyan daku bibezin, daku peyamekê ji Mûsiliyan re û ji cîhanê re bihêlin "Em dixwazin bi aştî, hezkirin û ewlehî bijîn", kordînatorê medyayî Ehmed Bexdadî ji Diyaruna re got.

Hevgirtina di warê werzişê de

Beşdarvanan xwest ku peyama xwe bi rêya werzişê parve bikin, wî got, "ji ber ku werziş xelkê dike yek, zimanekî hevpar diafirîne ku mirov pê dikare bi xelkê re ji hemû etenîkan û olan û paşxaneyên siyasî û îdyolojî biaxive".

Komek ji 20 rêwiyan bi kordînekirin ligel hikûmeta Iraqî û hêzên ewlekariyê rû li Mûsilê kirin, wan jî ji aliyê xwe ve veguhestina pêşbazan bo Zanîngeha Mûsilê li aliyê rojhilatî yê Dicleyê girte ser milê xwe, wî got.

Dergehê zanîngehê xala destpêkirina beza bi dirêjahiya dora sê kîlometran bû.

Di nav pêşbazan de jî heft xwendkar ji Kolêja Perwerdahiya Werzişî ya Jinê ya Zanîngeha Bexdayê bûn.

Ew ji çend deverên Bexdayê hatin, weke deverên Azemiya, Zafaraniya, Dûra û Amil, wî got, û herwiha ji parêzgehên din ên Iraqî.

Ew herwiha ji tayifên cuda ne, tiştê ku Bexdadî got ne hewleke ji bo çandina parçebûnê di nava pêşbazan de ye.

"Bawer bike, me nedizanî kî ji kîjan tayifê ye," wî got. "Em çûn û tiştek ji bilî hevwelatîbûyîna me û hezkirina me ji Îraqê re em neanîn li cem hev."

Şêniyên Mûsilê û hêzên ewlekariyê bi awayekî erênî berisva pêşbazan û peyamên wan dan.

Zehmetiyan hêvî nefetisandin

Pêşbazan nekarî hemû dirêjahiya pêşbaziyê ku qewl bû ew heta wê biçin bibezin ji ber bomebarandina "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), Bexdadî got.

Vê yekê ew neçar kirin ku ew dûrî Zanîngeha Mûsilê biçin, wî got, lê wan karî beza xwe li gundê Selamiya lidar bixin.

Hejmarek ji şêniyên Mûsilê tevlî bezê bûn, li tenîşt çend leşkerên Iraq û karmendê ewlekariyê, Muxlis Hacirî, bezvanê mesafên dirêj ê Iraqî, yê ku sala 2009an pileya pêncê di qehremaniya Erebî de bidest anîbûn, got.

Piştigirî û karvedana ligel însiyatîvê hêviyên me derbas kirin, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ji bilî piştgiriya di dema bezê de, belê hemû aliyan di dema amadekariyên ji çalakiyê re alîkarî kirin.

"Me pilan dikir ku em xerciyên rêwîtiya bo Mûsilê ji berîkên xwe bidin, lê belê em ji ber alîkarî û fînansekirina herkesî ji me re matmayî man, nemaze hêzên elekariyê, yên ku xwe bi birin û anîna pêşbazan di navbera Balafirgeha Hewlêrê û Mûsilê de erkdar kirin," wî got.

Xelkê Mûsilê hêviya xwe ya lidarxistina beza aştiyê li rojavayê bajêr her dema ku ew bi temamî rizgar bibe anî ser ziman, wî got jî.

Êdî jiyan vedigere Mûsilê

Beza aştiyê yek ji xwesteka xelkê ya hêzdarkirina nîşanên jiyana sivîl a aştiyane ye li nava kolanên aliyê rojhilatî ji Mûsilê, ku li wê derê saziyên hikûmetê ji bo peydakirina xizmetguzariyan û vegerandina awareyên bo malên wan di hewldanan de ne.

Bi dehan dibistan dîsan hatine vekerin, ku derfet ji zêdetir ji 25,000 xwendekaran re peyda kiriye ku dîsan perwerdahiyê bibînin, endamê encumena parêzgeha Nînewa, Hûsamedîn Ebar ji Diyaruna re got.

Xebat li 10 navendên tenduristiyê li bajêr didome, û hewlên nûkirina tora avê û xetên elekitrîkê lidar in, wî got, da zanîn jî ku kartên bonê li ser xelkê hatin belavkirin.

Careke din bazar, xwaringeh û kolanên Mûsilê mişt jiyan in piştî zedeyî du salan ji hukmê DAIŞ, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500