Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Iraqê li deverên biyabanî yê Diyala li endamên DAIŞ digerin

Xalid Ta'î

Endamên hêza polîsê Diyala di operasyonê de cih girtin daku endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" yên li devera biyabanî ya parêzgehê bigrin. [Wêne ji fermandariya polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Endamên hêza polîsê Diyala di operasyonê de cih girtin daku endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" yên li devera biyabanî ya parêzgehê bigrin. [Wêne ji fermandariya polîsê Diyala hatiye wergirtin]

Ji destpêka Sibatê ve, polîsên Iraqî qul bi qul li deverên biyabanî li Diyala digerin daku endamên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hil bikin û nehêlin ku ew vehewangehên ewle ji xwe re li parêzgehê ava bikin.

Operasyon bi giranî li derevên berfireh ên biyabanî li bakur û rojhilatê parêzgehê tê lidarxistin, berpirsê medyaya polîsê Diyala eqîd Xalib Atiya ji Diyaruna re got.

Deverên tên armanckirin ev in: Îmam Weys, Hemrîn and Neft Xana, wî got, ligel gundên kiştûkalî mîna Sada, Ebdul Hemîd û Budja li devera Abara û gundên Benî Zeyd, Um Qutin û Xezalî li devera Behrez, li başûrê Baqûba.

Armanc ew e ku çekdarên DAIŞ ên ku dibe xwe li van deveran veşartin bin nêçîr bikin û nehêlin ku ew tu hebûnê yan cihên xweveşartinê ji xwe re peyda bikin, wî got.

Girûp dixwaze ku "deverên biyabanî, geliyên asê û bustanên himbiz bikar bîne daku xwe ji ber çavên hêzên ewlekariyê û xelkê deverê veşêre, rêzên û karînên xwe dîsan orgenîze bike, û haziriya pêkanîna oprasyonên terorî bike", Atiy got.

Heta niha, polîsên Iraqî çar "xaniyên vehewandinê" yên DAIŞ wêran kirin, wî got.

Wî da zanîn ku ev veşargehên biçûk û veşartî û mişt teqemenî, û çek û mûnetên din in ku dikarin jiyana endamên DAIŞ bi awayekî demkî misoger bikin, beriya pêkanîna êrîşên çekdarî yan jî xwekujî.

Çaxê êrîşên polîs tu çekdar di wan veşargehan de tune bû, wî got, lê belê "qasên mezin ji TNT û teqînerên gelek dijwar (C-4) ku di kîsan de bûn, hebûn û di yek ji vehewangehên ewle de yên ku me dîtin heşt teqemeniyên bi destçêkirî yên pêşxistî û dû mîtor hebûn", ligel xwarin û kincan.

"Me hemû ev veşargeh rûxandin û tiştên di wan de têk birin," wî got.

Tu cih ji xweveşartinê re tune ye

Zêdetir ji deh kesan di êrîşa Diyala de hatin girtin ku ew yan tawankarên ji dadgehên daxwazkirî bûn yan jî terorîst bûn li gorî Madeya 4 a Yasa Dije-Terorê û yasaya cezayên Iraqî, Atiya got.

Me 16 kesên daxwazkirî yên ku di teqînên terorî û qetilkirinan û revandinan cih girtibûn û muzekereyên destgîrkirinê li dijî wan hebûn girtin," wî got.

"Polîsê parêzgehê, Fermandariya Operasyonên Diclayê û artêşê gavên mezin di mehên dawîn de avêtin," serokê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Diyala, Sadiq Husênî ji Diyaruna re got.

Di kampanyayê berê de, wî got, hêzên ewlekariyê dikarîn ku bi dehên vehewangehên ewle û veşargehên çekan û cebilxaneyan wêran bikin, ligel girtina gelek kesên ku di tawanên terorî de û revandina xelkê de cih girtine.

Ev operasyona lidar piştgiriya xebatên xweparastinê yên elwekarî dike yên ku armanc dikir ku "paşmahiyên terorîstan ji kokê rake û nehêle ku ew fersendê bibînin ku dîsan xwe organîze bikin", wî got.

Nehiştina tirsan

Operasyona Diyala weke berisevekê ji "tirsên rewan" re ye, tirsên li bal hinek endamên encumena parêzgehê û rayedarên din ku endamên DAIŞ dîsan bikaribin bi dizî derbasî deverên li bakur û rojhilatê Diyala bibin, Husênî got.

Ev "devrên vekirî ne bi xwezahiyeke xaknîgarî a komplêks", wî got, û da zanîn jî ku "kampanyayên ewlekarî yên berdewam dikarin van tirsan nehêlin".

"Bi hêviya ku, Hawîca û deverên din li başûr-rojavayê parêzgeha Kerkûkê yê hîn jî di dest DAIŞ de ne dê di demeke nêz de rizgar bibin, daku her gefeke terorîstî li ser parêzgeha ji nav biçe," wî got.

Operasyona ewlekarî di "hilkirina hebûna terorîstan li Diyala û rêgirtin li xeteriya wan girîng e", endamên parlemana Iraqê Îskender Witwit, ku di komîteya barevaniyê û ewlekariyê ya parlemanî de cih digre, got.

"Ev operasyon pir girîng e daku her hewleke milîtanên DAIŞ ya derbasbûna parêzgehê bi dizî di Kerkûk û Selahedîn re û çêkirina xeternakiyê li ser ewlehiya parêzgehê û ewlehiya paytextê û parêzgehên cînar bê têkbirin," wî ji Diyaruna re got.

"Ev dever çavkaniyeke sereke a xeternakiyê ne," wî got jî, û da zanîn jî ku operasyonên lêgerînê yên lidar ji bo nehiştina molgehên çekdarên DAIŞ ji bo rêgirtina li hewlên derbasbûyîna bi dizî ji aliyê girûpê ve pir girîng in.

Witwit bang li hikûmeta Iraqî kir ku du firqeyên serbazî yên din ava bike daku ewlehî li Diyala û parêzgehên rizgarbûyî yên din were çesipîn.

Ev tevger dê aramiya li Iraqê xurtir bike, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500