Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl di êrîşa Mûsilê ya nû de ber bi hêzên Iraqî ve diçin

AFP

Sivîlên ku ji rojavayê Mûsilê direvin, hin ji wan aleyên sipî yên çêkirî hildigrin, ber bi gundê Ebû Sêf yê ku hêzên Iraqî li wir li benda wan bûn diçin. [Ehmed Mûsa û Raniya Sencar/AFP]

Li qeraxa gundê Ebû Sêf, ku di dawiya roja Dûşemê (20ê Sibatê) de hêzên Iraqî yên ku li rojavayê Mûsilê pêşdikevin ew ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) vegerandin, efserekî polîsên federal îşaret da sivîlên ku direvin.

Girûpa gundiyan ya biçûk, hinekan ji wan aleyên sipî yên çêkirî hildigrtin, hêdî hêdî li ser rêryeke neqîrkirî li newala ku çend metran ji Çemê Dîclayê dûr e dimeşin.

Ew yekem sivîl bûn ku xwe nêzîkî Ebû Sêf kirin ji dema girtina wê, û dema ku nêzîk dibûn hêzên ewlekariyê yan bixêrhatina wan dikirin yan guman ji wan dikin.

Droneke hêzên Bersiva Bilez ya Iraqî deng ji wê dihat dema ku li ser serê gundiyan diçû û dihat, û ji tirsa çek û teqemeniyan çavdêriya wan dikir.

Malbatên Iraqî yên ku ji hêla pêşî reviyane li gundê Ebû Sêf, li başûrê Mûsilê kom bûne, dema êrîşa hêzên Iraqî bo vegerandina beşê rojavayî yê bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ku di 21ê Sibatê de destpê kir. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Malbatên Iraqî yên ku ji hêla pêşî reviyane li gundê Ebû Sêf, li başûrê Mûsilê kom bûne, dema êrîşa hêzên Iraqî bo vegerandina beşê rojavayî yê bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ku di 21ê Sibatê de destpê kir. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Dema ku hin mêr û kurên emir biçûk gehan, polîs ferman da ku bisekinin û qemîsên xwe bilind bikin daku diyar bikin ku wan tu kemerên teqîner bi xwe ve nekirine.

Piştre du berpirs bi rebiyekê ve hilkişiyan û pêşiya ku bixêrhatian wan bikin û wan derbasî gund bikin ew bi destên xwe pişkinîn kirin û li kartên nasnameyên wan nêrîn.

"Di herdu rojên borîn de em li mal asê mabûn, me nedikarî ji tirsa bomebeyan ji mal derkevin," Ibrahîm Ehmed, 45, got.

Wî got ku endamên DAIŞ ên Iraqî ji roja destpêkirina êrîşê, roja Yekşemê, ji gundê wî yê Xreyba derketin, lê belê çekdarên biyanî heta şeva roja Duşemê jî li wir mabûn.

"Şeva borî ew bi zor derbasî mal bûn daku xwe ji balafirên şer veşêrin... ew bi gefa çekan derbasbûn," wî ji AFP re got.

Gundê wî yê biçûk niha beşek ji çend kelometran e yên ku hêzên Iraqî ji armanca wan ya bê ya êrîşa Mûsilê bi dûr dihêlin, balafirgeha mûsilê jî di nav de.

Piştî şerekî çar-mehî bo vegerandina rojhilatê Mûsil, hukmeta Iraqê qonaxa duyem ya şerê bajar roja Yekşemê ragihand.

Heta niha têkiliyek ji artêşa Iraqî û yekîneyên polîsan ji başûr ve pêşve diçin, bi lez li nava gundewarên ne pir niştecihbûyî dilivin.

Awarebûyî lê dilrehetî

Li Ebû Sêf roja Sêşemê, rewş bêtir kêfxweşî û rehetî bû, tevî ku hin caran moşek dihatin avêtin û qulên di nav dîwarên malên ku niha di kontrola hêzên Iraqî de bûn hebûn.

Balafirên li ser serên wan di asmana şîn de diorîn û stûnên dûmanên ku carinan bilind dibin li ser Mûsilê dihatin dîtin.

Yekîne ji egera pêkhatina dij-êrîşên DAIŞ anjî hewleke tundrêyan ku bi dizî derbas bibin û xwe di nav sivîlên reviyayî de veşêrin bi hişyar bûn.

Mulazim ewel Ehmed Necah yê ji yekîneya Bersiva Bilez ya bijare drona sipî ya biçûk ya ku li ser sivîlên gihiştî difirî birêve dibir daku li her tu tiştê gumanlêkirî bigere.

Sivîlên ku tên dîtin ew pêşîn xelkên awarebûyî ne yê ku ber bi me ve hatine," wî got.

"Me çavdêriyê bi dronê kir daku em tevgerên dijmin bibînin... (û) me tevgera awareyên ku ber bi me ve tên jî dît," wî ji AFP re got.

"Eger çekdarên DAIŞ xwe di nav wan de veşêrin, em dê bikaribin wan jî bibînin... ez çiqas bikaribim dronê nizim bikim ez wê nizim dikim û nêzî wan dikim, daku ez bibînim ka wan çi hilgirte."

Piştî pişkinînkirina gihiştiyan û dayîna cigare û avê, leşkerek rê da gundiyekî ku telefona wî bikar bîne daku telefona mirovên xwe bike û ji wan re bibêje derkevin.

Ew zilam bi rehetî qîriya dema ku karî peywenidyê bi malbata xwe re bike.

"Em li vir in, em li vir in ligel artêşê û ew dibêjin werin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500