Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Qurbaniyên DAIŞ li hewşa dibistanekê li parêzgeha Nînewa tên bîranîn

Xalid Ta'î

Ciwanekî Hûd tabloyeke dîwaran ji sêdaredanên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re li hewşa Dibistana Seretayî ya Hûd di Kanûna Yekema 2015an de daku bîranîna heft qurbaniyên ciwan nemir bike. [Wêne ji Ragihandina Cengê/Şerê Rizgarkirina Nînewa hatiye wergirtin]

Ciwanekî Hûd tabloyeke dîwaran ji sêdaredanên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) re li hewşa Dibistana Seretayî ya Hûd di Kanûna Yekema 2015an de daku bîranîna heft qurbaniyên ciwan nemir bike. [Wêne ji Ragihandina Cengê/Şerê Rizgarkirina Nînewa hatiye wergirtin]

Di rojeke sar a Kanûna Yekema 2015an de, çekdarên "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) heft ciwanên nûhatî li hewşa gundekî devera Geyara li Parêzgeha Nînewa sêdare kirin.

Gundiyan ji Diyaruna re got ku ew dê qet vê dîrokê, 28ê Kanûna Yekem, jibîr nekin, çaxê ku bi darêzorê ji wan hate xwestin ku werin hewşa dibistana seretayî ya Hûd.

Di dema ku hemû gundiyan -- di nav de malbat û xwediyên her heft ciwanan -- temaşe dikirin, çekdarekî DAIŞ hukmê qetilkirinê di derheqê wan de xwend, û bi "reva ji erdê xîlafetê" tohmetbar kirin.

Piştre taveke guleyan li ser serên qurbaniyan ji pişt wan ve bariya, qayîmeqamê Geyara û şêniyê gundê Hûd, Salih Cubûrî, got.

Çekdarên DAIŞ ew ciwan rojekê berî wê dîrokê girtibûn, dema ku wan dixwest di Çemê Dicla re ji gund birevin, wî ji Diyaruna re got.

"Vê tawanê pêleke hêrsê ya mezin di nav dilê xelkê de li hember DAIŞ çêkir," wî got. "Ew bû birûska yekem a tekoşîna milet li dijî terorîstan ku dora salekê dirêj kir, heta ku gund hate rizgarkirin."

Hêzên Iraqî, bi piştgiriya xelkê deverê, di destpêka pêngava rizgarkirina Nînewa de, ku 17ê Cotmehê hate lidarxistin, gudê Hûd vegerandin jêr kontrola xwe.

Bîranîna jiyanên ciwanan

Hewşa dibistanê bo cihekî bîranîna trajîdiyê hatiye guhertin.

Ciwanên gund erkê neqşandina hovîtiya girûpê bi wênekirina tabloyan li ser dîwarê dibistanê girtine ser milê xwe, Cubûrî got.

"Hinek ji tabloyan endamên DAIŞ bi bedenên mirovan û serên gurên reş ku ji pişt ve berê çekên xwe dane ciwanên nûhatî, yên ku bi qeydan destgirîdayî bûn û li ser erdê rûniştibûn û kincên pempayî li wan bûn," wî got.

Navê û wêneyê her qurbainiyekî li ser tabloyan hatiye nivîsandin.

"Şêniyan herwiha hewşa dibistanê paqij kir, ew bi gulan û daran xemiland, û ala Iraqê di ortê de çikiland," Cubûrî got.

Bi rêya însiyatîva xwe ya xwebexşî, şêniyên gundê Hûd xwestin ku cîhanê ji yek ji komkujiyên DAIŞ ên derheqê bêwanan agahdar bikin, endamên Encumena Geyara Mehmûd Ebdul Rehman Tabûr ji Diyaruna re got.

"Wan xwest ku beşekî ji hovîtiya girûpê nîşan bidin," wî got, anî ziman jî ku "ew ji mirovahiyê şûştî ne û tiştekî derbarê dilovaniyê nizane".

"Aniha hewşa dibistanê bi Qada Pakrewanên Hûd tê naskirin," wî got. "Dê li vî cihî, ji niha ve, merasîmên bîranîna qurbaniyan her sal di roja sêdaredana wan de werin lidarxistin û ev tawan û hemû tawanên terorîstan bên şermezarkirin."

Encumena Geyara dê parka giştî ya li dergehê bajarok bike cihekî dîdargeha gelêrî yê ku dê karên hunerî, tablo, peyker û wêneyên xelkê bajarokê yên ku bi destê DAIŞ hatin kuştin himbêz bike, wî got.

Hovîtiya heta bi dawî

Girûpê heta bi roja xwe ya dawîn li bajarok tawan pêk tanîn, Tabûr got, dema ku wê neh karmendê berê yên ewlekariya Iraqî kuştin, di nav wan de efserekî paye bilind, ew bi hevahengiya bi hêzên rizgarker re sûcdar kirin.

Gundiyên Hûd rastî nêzîkatiyeke pir xerab di heyama dagirkariya DAIŞ hatin ji ber ku wan hebûna girûpê nepejirand û serî li hember wê hildan, endamên encumena parêzgeha Nînewa Ebdul Rehman Weka ji Diyaruna re got.

"Ligel tawana sêdaredana [her heft] ciwanên nûhatî, girûpê hinek xelkên gund kuştin û hineke din jî hatin awarekirin û ew naçar man ku li çolê bi kêmtirîn pêwistiyên bingehîn ên jiyanê bijîn," wî got.

"Zêdetir ji 170 kesî ji gundê Hûd mirin û dora 2,500 hatin neçarkirin ku ji malên xwe aware bibin," Weka got.

Sêdaredana her heft ciwanan sîmbola zehmetiyên ku gundiyan li ser destê DAIŞ jiyan kirin ye, wî got, û "bedelên ku wan da daku ji zordariya wê xelas bibin".

"Ew roja Kanûna Yekem dê qet ji mejiyê xelkê reş nebe, ji ber ku ew roja hemû pakrewanên gund e û sîmbola berxwedana xelkê li hember DAIŞ," Weka got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500