Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Zilamên êlan li Sûriyê tevlî QSD dibin di şerê li dijî DAIŞ de

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Serkêşên êla Deham di Kanûna Duyem de hevgirtina di navbra hêzên al-Senadîd û Hêzên Sûriyaya Demokratîk de di şerkirina li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de eşkere dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Serkêşên êla Deham di Kanûna Duyem de hevgirtina di navbra hêzên al-Senadîd û Hêzên Sûriyaya Demokratîk de di şerkirina li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" de eşkere dikin. [Wêne ji Hêzên Sûriya Demokratîk hatiye wergirtin]

Senadîd, yek ji mezintirîn hêzên êlan ên bakurê Sûriyê ne, vê dawiyê tevlî nav rêzên Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) di şerê li dijî "Dewleta Islamî li iraq û Şamê" (DAIŞ) bûn.

Bi tevlîbûna nav rêzên hevbendiya Erebî-Kurdî ya opozîsyonê, xelk û êlên sereke li bakurê Sûriyê nîşan didin ku ew li hember DAIŞ hevgirtî ne, berpirsên leşkerî gotin.

"Hêzên Senadîd hêzeke leşkerî ye ku ji şervanên êlan pêk tê, bi taybetî ji êla Şemeran, hejama şervanên ku li çeperan cih digrin dora 4,500 şervanî ye û dora heman hejmarê xelkê sivîl hene ku amade ne ku çekan hilbigrin eger pêwisî çêbibe ," fermandarê leşkerî yê Senadîd Bender Himêdî Deham got.

"Ew hêz sala 2013an hate damezirandin bi armanca xweparastina ji xeternakiyên ku piştî peydabûna DAIŞ hatin holê," wî ji Diyaruna re got.

Ew hêz deverên Tel Koçar, Tel Hemîs û hejmarek ji deverên din li parêzgeha Hesekê kontrol dikin, Deham got.

"Ew aniha di bin sîwana QSD de dixebitin, ev yek jî pir girîng e ji bo yekxistina xebatan û hêzan de bi armanca jinavbirina girûpê," wî got jî.

Ew hêz xwedan têkiliyên "pir baş e" ligel pêkhateyên din ên QSD, wî got, di nav de hêzên Kurdî û Aşûrî.

Hevgirtina li dijî DAIŞ

"Tevlîbûna hêzên Senadîd di nava rêzên QSD de pêşketineke pir girîng e û vê yekê xaleke werçerxêner di şerê li hember DAIŞ de saz kir," Wehîd Xelef, şêniyekî gundê Xelef Beg yê Raqa ye ku gundê wî nû hatiye rizgarkirin, û ew di Operasyona Xezeba Ferat de beşdar e, got.

Ev yek pir girîng e ji ber ku ew rasterast îdi'ayên DAIŞ ên ku qaşo dibêjin ku nakokî di navbera Kurd û Ereban de hene vala derdixe, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku girûpê xwest ku êlên Ereb di bin behaneya parastina wan ji Kurdan nêzî xwe bike.

Wan êlan milbimilê QSD şer kir, a ku heman pêkhateyan himbêz dike, "ew gurzek e mezin bû ji girûpê re" ji ber ku ew hewil dide parşebûnê bêne holê, wî got jî.

Yekkirina hêzên ku şerê DAIŞ dikin di bin sîwana odeyeke operasyonên hevbeş pêwîst e û gelek girîng e bo hevahenigiya operasyona rizgarkirina Reqa," Xelef got.

Dever berfireh e û hewilên hemû gelê herêmê pêwîste, daku bi temamî kontrol û berevaniya wê bikin," wî got jî.

Dibe ku êlên ku tevlî QSD dibin û lîderên êlan ku piştgiriya van hêzan dikin "pêkhatinên Ereb ên herêmê piştrast bikin", Xelef got, û ev yek piştrast dike ku Ereb ji operasyonê nehatine dûrxistin, û "dê di paşerojê de jî neyên dûrxisitin".

Ev piştgirîkirin dê lezê û alîkariyê bide valakirina sivîlan ji deverên ku dibe bibin cihên şer dema operasyonên rizgarkirinê pêk tên, wî got.

Dema ku wan hewil dida derbasî deverên di destê DAIŞ de bibin, çekdarên QSD piraniya sivîlan vala kirin daku ji ewlehiya wan piştrast bibin û penagehên demî ji wan re çê kirin heta ku operasyonên serbazî bidawî tên û mîn û teqemenî tên paqijkirin.

Gelek êl tevlî QSD dibin

Gelek ji êlên herêmê li pey gavên Şemer dimeşin, û ragihandin ku ew piştgiriya QSD dikin, êlên Hêzên Bijare yên Sûrî û baskê artêşê yê el-Xed el-Sûrî (Sibeya Sûriyê) jî ligel wan in, Mihemed Ebdela, rojnamevanekî Sûrî ku li Qahira dijê got

Êlên Reqa piştgiriya xwe ya temam ji QSD re ragihandin û bang li ciwanên herêmê kirin ku tevlî hêzên wan bibin daku şerê DAIŞ bikin.

Ev yek piştî civîna bi serokatiya lîderê êlî yê êla Welada Şêx Seîd Mehmûd Debsa di 16ê Kanûna Duyemê de pêk hat. Weleda yek ji mezintirîn êlên Reqa ye.

Piştgiriya êlan di şêrê dijî DAIŞ de gelek girîng e, ji ber ku hebûna van êlan di piraniya deverên di destê girûpê de hene," wî got.

Û hebûna wan jî ne tenê li Sûriyê ye, lê belê digehê Iraqê jî, li Mûsilê bi taybetî, wî got, mîna êla Deham.

Kombûna gelê li bakûrê Sûriyê di dewra QSD de di bin "sîwana serbazî ya yekbûyî dê piştgirî bo QSD ji bo nehiştina DAIŞ geş bike", Ebdela got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500