Nûçeyên Iraqê
Medya

Çavdêr: Maşîna medyayî ya DAIŞ êdî têk diçe

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Ewlekariya Iraqê li vir li gundê el-Busteyf, li başûrê Mûsilê, di dema êrîşekê de ji bo vegerandina aliyê rojavayî ji bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 21ê Sibata 2017an. Hêzeke Iraqî karîn dest deyne ser çendîn cihên ku grûpê bikar tanî ji bo belavkirina propagende, kovar û matiryalên din. [Ahmed al-Rubaye/AFP]

Hêzên Ewlekariya Iraqê li vir li gundê el-Busteyf, li başûrê Mûsilê, di dema êrîşekê de ji bo vegerandina aliyê rojavayî ji bajar ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" di 21ê Sibata 2017an. Hêzeke Iraqî karîn dest deyne ser çendîn cihên ku grûpê bikar tanî ji bo belavkirina propagende, kovar û matiryalên din. [Ahmed al-Rubaye/AFP]

Çalakiya medyayî ya "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) bi awayekî berbiçav van mehên dawî kêmbûye, berpirsên ewlekarî yên ku çavdêriya dikin ji Diyaruna re dibêjin.

Daketineke mezin heye di hejmara vîdyoyên ku tên belavkirin daku qala serkeftinên girûpê dikin an jî hew didin ku tirsê di dilên xelkên de biçînin bi rêya nîşandayîna birîna endaman, serjêkirin û tawanên din ên ku bi destê girûpê tên encamdayîn.

Tepeserkirinê gelek rûpelên medya civakî yên alîgirên DAIŞ bêdeng kirin, û hêzên Iraqî medya DAIŞ, xebatkarên wê û alavên tomarkirinê kirin armanc, wan got.

Hebûna medyayî ya DAIŞ ya kêmbûyî û kêmbûyîna karîna wê ya berhemkirina matryalên nû divegere bo xebata hewalgiriya Iraqî, şêwirmendê ewlekarî Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re got.

Hewalgiriyê dest danî ser çendîn menberên medyayî yên DAIŞ, wî got.

"Yekîneya hewalgiriya Iraqî Suqûr Furqan Medya, beşê medyayî yê girûpê, ji nav bir, û Ajansa Ewlekariya Niştîmanî dest danî ser rojnameya Beyan, a ku girûpê li Nînewa diweşand," wî got.

Hevdem, wî got, êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê çendîn navendên medyayî yên girîng ên DAIŞ li Iraqê kirin armanc ku girûpê bi giranî pişta xwe bi wan girê dida daku çalakiyên xwe rabigihîne.

Hêzên ewlekariya Iraqî çendîn kesên xuyayî kuştin û girtin, wî got jî, di nav de fotograferekî Beljîkî, yên ku di êrîşeke asmanî de roja 24ê Tebaxê li bajarê Qa'im yê parêzgeha Enbarê hat kuştin.

Roja 13ê Mijdarê, dadgeha Iraqî eşkere kir ku nûçegihanekî Ajansa Nûçeyan Amaq ê bi navê Ebû Salih hate girtin.

Ew mukur hat ku girûp neçar bû ku mûçeyên karmendên xwe yên medyayî bibire, û eşkere kir ku mûçeya xwe bi qasî zêdetir ji nîvî kêm bûbû, ji 400$ mehane bo 170$ mehane.

Medya DAIŞ di bin agir de ye

Li ser bingeha agahiyên hewalgirî, hêzên Iraqî dest danîn li ser gelek cihên DAIŞ ên ku ji bo ragihandina propogandaya wê belavkirina kovarên wê û matiryalên din dihatin bikaranîn, raid Hesan Faleh, ji hewalgiriya Iraqî, got.

Li cihekî li nêzî Zanîngeha Mûsilê , wan pasportên biyanî, DVDiyên ku vîdyoyên operasyonên girûpê û siloganên wê di wan de bûn, û herwiha matiryalên marketînê yên bi çend zimanên biyanî û copiyên ji rojnameya Neba ya DAIŞ dîtin.

Di Kanûna Yekem de, polîsên fedral ê Iraqî ragihandin ku wan navenda medyayî ya serekî ya DAIŞ li Dûr el-Mişraq li nêzî Hemam Elîl li başûrê Mûsilê dîtin.

Di navendê de, polîsan "alavên filmkirinê, vîdyo û herwiha belgeyên girîng dîtin", serokê polîsê fedral ferîq Raed Şakir Cewdet got, û da zanîn ku gelek amûrên tomarkirinê, kompyûter û çend corên kamîran di nav tiştên ku dest li ser wan hat dayîn de bûn.

Lihevkirina navdewletî li dor nehiştina DAIŞ rol di paşketina medya girûpê de leyist, Saed Ibrahîm, serokê beşê radyo û televîzyonê li Zanîngeha Zî Qar, got.

Vê yekê "rol di tengkirina li maşîna medyayî ya girûpê de lîst û zexmeke mezin da medyayên ku xwedan naratîveke dijberî girûpa terorîst in", wî ji Diyaruna re got.

Ev çend jî bû sedema daketineke girîng di piştgiriya ji girûpê re li wan deverê ku wê lê hukum dikir de û di piştgiriya xelkên girîng, kom û etnîkên din de ji girûpê re.

"Aniha DAIŞ lawaztirîn rewşa xwe jiyan dike piştî şikestinên serbazî yên li ser zemînê û jidestdayîna zeftkirina xwe ji jêderên fendkirinê re û herwiha hêrtina maşîna wê ya medyayî ya gerok," wî got.

Girûp kirîzekê jiyan dike, wî got jî, ligel pêlek mezin ji redkirina îdyolojiya wê re û redkirina berfireh ji naratîvê wê re ji encama naveroka hovane ya medya wê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500