https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2017/02/10/feature-02

×
×
Mafên Jin |

Jinên Ereb ên Sûrî şerê DAIŞ dikin, şermezariya civakî

AFP

image

Doza Jiyan, keçeke Ereb a 21 salî ye di nav Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD), di nav hevalên xwe de li nêzîkî gundê Turşan, li gundewarên Reqa roja 6ê Sibatê sekinî ye. [Delîl Suleyman/AFP]

Ew şerê tundrewên herî metirsîdar di cîhanê de dikin, lê bi sedên şervanên jin ên Ereb ku şerê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê dikin herwiha rûbirûyî qebûlnekirina kesûkaran û civakê jî dibin.

Betûla 21 salî got, ku endama hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ye, şer dike daku Reqaya asêgeha DAIŞ li Sûriyê kontrol bike.

Ew yek ji bêtirî 1,000 jinên Ereb e yên ku tevlî şervanên mêr û jin di rêzên hevpeymaniya Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) de bûne, li gorî berdevkekê.

Sekinî li biyabanekê nêzîkî 20 kîlometran ji Reqa, Betûl bi coş behsa biryara xwe ya şerê li dijî DAIŞ kir, ku gundê Turşan ê nêzîk kontrol dike.

Lê ew bi biryara xwe ya ku berî du salan stand ku tevlîbûna YPJ, hevtaya Yekîneyên Parastina Gel ên Kurdî, ku pêkhateyeke sereke ya hevpeymaniya QSD ye, serbilind e.

"Ez tevlî YPJ bûm daku welatê xwe rizgar bikin, lê herwiha daku jin ji koletiyê azad bibin," ew dibêje.

"Divê em bêdeng li pişt dîwaran nemînin."

"Çekê min parçeyek ji min e"

Kurd û Erebên Sûriyê ji dawiya 2015an ve şerê DAIŞ dikin, ligel piştgiriya asmanî û piştevaniya din ji hevpeymaniya navdewletî ya li dijî girûpê.

Lê di şerê niha yê Reqa de ev cara yekemîn e ku Betûl di hêla pêş de ye, ku balafirên şer difirin û êrîşan pêk tînin, û dengê hawinan li deverê tê.

"Cara yekemîn ku min çek hilgirt, ez gelekî bitirs bûm," ew li wê yekê mukir tê.

"Lê niha, çekê min bûye parçeyek ji min. Ew min azad dike û diparêze."

Ew bi Erebî diavixe, lê peyvên Kurdî tevlî axaftina wê bûne ku wê ew peyv ji şervanên hevalên xwe wergirtine.

"Pêwendiyên navbera me û jinên Kurd de baş in. Zimanên me cuda ne, lê em hemû li vir in daku welat û jinê azad bikin."

Cîhan Şêx Ehmed, berdevka pêngava Reqa, got ku niha bêtirî 1,000 jinên Ereb di nava rêzên QSDê de hene.

"Ezmûna YPJ bandora wê ya erênî li ser civakê hebû," wê ji AFP re got.

"Her ku em erdên bêtir rizgar dikin, şervanên jin ên Ereb bêtir tevlî me dibin."

Di çadirekê de nêzîkî hêla pêş, şeş şervanên jin ên Ereb henek dikirin û nehênî parve dikirin dema ku çayê vedixwarin.

"Heman mafê weke zilaman"

"Armanca min rizgarkirina jinan ji zordariya DAIŞ e, lê herwiha ji zordariya civakî ye jî," Hêvî Dilîrîn, jineke Ereb ku bernavekî Kurdî li xwe kir dema ku tevlî YPJ bû, got.

"Di civaka me de, tu gotin ji jinê re tune ye. Lê divê mafên wan weke yên zilaman bin," ew dibêje, ku çakêtekî kamuflaj û pêlaveke sipî û gewr li xwe kiribû.

Kurdên Sûriyê tekeziyê li ser wekheviya regezî di herdu dezgehên serbazî û yên nû de dikin.

Lê eşîreyên Ereb pêkhateyên herî muhafizkar ên civakê ne, û Doza Jiyan a 21 salî dibêje ku piraniya malbatên Ereb dibînin ku konsepta şervanên Jin "zehmet e ku were qebûlkirin".

"Di civaka me ya Sûrî de, em dibînin tiştekî ecêb e dema ku jin çek hildigre," Jiyan got jî, ku ji bajarokê Serêkaniyê (Ras el-Eyn) ê parêzgeha Hesekê ye.

Lê bi xwebawerî diaxivî dema ku wê rewşa serbazî ligel hevalên xwe yên mêr gorûbêj dikir.

"DAIŞ êdî nema neşikênbar e, ew tenê li ser motoran şer dikin û gundan mayîn dikin," ew dibêje.

Bikaranîan zêde ya bombeyên bidestçêkirî û mayînan ji aliyê DAIŞ ve pêşketina QSD ber bi Reqa ve hêdî dike, ku asêgeha herî girîng a mayî ya girûpê ye li Sûriyê.

QSD qonaxeke nû di 4ê Sibatê de ragihand di hewldana ji bo girtina Reqa de, êdî ew ji aliyên bakur û bakurê rojhilat ve guavşê li bajar dike.

Di baweriya Jiyan de ku serkeftinên serbazî yên QSD dê di dawiyê de nerîna malbat û civaka wê biguhere, û ew plan nake ku dev jê berde.

"Ez li vir kêfxweş im," ew dibêje.

Tu vê mijarê diecibînî?
4
Na
1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha

Ev felsefe ya wî mirovê mezin, Abdulah Ocalan e.

BERSIV BIDE