Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Rêveberî li deverên li jêr kontrola DAIŞ tune ye

Welîd Ebû el-Xêr li Qahîra

Sivîlên Sûrî yên ku ji Reqayê ji ber "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" direvin alîkariyan ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk werdigrin. [Wêne ji hêzên Sûriyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Sivîlên Sûrî yên ku ji Reqayê ji ber "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" direvin alîkariyan ji Hêzên Sûriyaya Demokratîk werdigrin. [Wêne ji hêzên Sûriyaya Demokratîk hatiye wergirtin]

Xizaniyeke dijwar û bêkarî li devrên Iraqê û Sûriyê yên li jêr kontrola "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) berbelav in, şêniyên wan deveran ji Diyaruna re gotin, dan zanîn jî ku karîna girûpê ya rêvebirinê tune ye.

Rastî li ser zemînê gelekî gelekî cuda ye ji wêneya xweşik a ku maşîna medyayî ya DAIŞ dide pêş , wan got, ku ew hertimî rewşa li deverên li jêr kontrola xwe mişt bextewerî û xemilandî nîşan dide.

"DAIŞ siyaseta derewan li dor rewşa deverê li jêr kontrola xwe di maşîna xwe ya medyayî de didomîne daku çekdarên nû tejnîd bike," çalakvanê berê yê ofîsa medyayî ya Reqa Macid Hesûn ji Diyaruna re got.

Rastî ew e ku rewşa girûpê ji hemû aliyan ve xembar e, wî got.

Li tenîşt binketin û şikestinên li dûv hev, wî got, girûp rastî daketineke dijwar di hejmara çekdarên xwe de tê û wê gelek serkêşên xwe jidest dan.

Di heman demê de, wî da zanîn, sivîl li deverên li jêr kontrola DAIŞ "rastî zehmetiyan tên ji ber bertengkirinên ku li ser wan tên sepandin".

Li bajarê Reqa yê Sûrî, wî got, DAIŞ sivîlan weke mertalên mirov bikar tîne -- xwe li pişt wan diveşêre daku çekdarên xwe biparêze -- û tûnelan dikole daku xwe ji êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê biparêze.

DAIŞ "çekdarên xwe li malên sivîlan bicih dike û gelek ji wan an kirine baregehên leşkerî û yan jî kirine cihên vehewandina malbatên çekdar û mîrên girûpê", Hesûn got, û da zanîn ku ev nêzîkatî sivîlan dixe xeteriyê de.

Li Iraqê, tundrewên DAIŞ ên ku aniha rastî kirîzeke aborî ya dijwar tên qulan di xaniyên xelkê de vedikin daku li rojavayê Mûsilê bilivin û aniha daxwaza dayîna bacên kar ji xelkê dikin.

Vekirina qulan di xaniyên li tenîşt hev re dê riyeke ji tûnelan peyda bike ku ew dê bihêle ku çekdar bilivin bêyî ku ew ji hêzên Iraqî û hevpeymaniya navdewletî re diyar bibin.

"Pilingekî ji kaxezan"

Ji dema derketina DAIŞ, meşîna wê ya medyayî pesnê hêza wê dide û dibêje ku ew nayê têkbirin, pisporê rêxistinên terorîst, Lîwa Yehya Muhemed Elî, ku efserekî leşkerî yê xanenişîn yê Misrî ye, got.

"Ev pesndayîn ji qalkirina hejmara endamên di rêzên wê de û pisporiyên wan, û çekên wan ên nûjen û çekdarkirina ku ew dikare ji bazara cîhanî ya reş a çekan peyda bike pêk tê," wî got.

Ev îdîa piştî şikestina DAIŞ di şerê Kobanî de tarûmar bû, Elî got, ew yek jî "yek ji nîşanderên pêşîn bû ku rêxistin bi tenê pilingekî ji kaxezan e".

"Pêvajoya bûyerên li piştî wî şerî, li Iraq û Sûriyê, bi zelalî nîşan dan ku hêza resteqîn a girûpê bi tenê xweveşartina li pişt sivîlan e li deverên ku ew wan kontrol dike," wî da zanîn.

"Eger ne ji siyaseta girûpê ya bikaranîna sivîlan weke mertalên mirovî bûya û bicihkirina endamên xwe di nav malan de, dê şer beriya çend mehan qediya baye," Elî got.

Nîşana zindî li dor derewên DAIŞ

"Şêniyê bajarê Reqa û gundewarên derdorê şahidên zindî yên derewên propaganda DAIŞ in," mamostayê dibistanê yên Reqawî Nasir Elî, yê ku ji ber tirsa li ser selametiya xwe xwest ku bernavekî bikar bîne, got.

Bi dirêjahiya sê salên borî, wan rewşên xerab jiyan kirin, wî ji Diyaruna re got, ku ew ji "xizaniya dijwar, û şepirzebûna rewşa civakî û nebûna piraniya mafên bingehîn pêk tê".

Girûpê penceyên xwe xistine di gencîneyên deverê de û jêderên wê talan kirin bi bihaneya bicih anîna "şerî'etê", wî got.

DAIŞ kontrola av, veguhestin û torên kehrebê xistin destê xwe, "yên ku bi şahidbûna xelkên herêmê gelekî bipaş ketin", Elî got jî.

"Ava vexwarinê ji mirovan re neguncav e, elekitrîk hema bêje tune ye, mobayil bi tenê li ser torên Turkî kar dikin, û bi tenê çend xetên zemînî kara ne," wî eşkere kir.

Şêniyên Reqa bi gelek baldarî xetên zemînî bikar tînin, wî got, "ji ber ku ew tên çavdêrîkirin".

"Girûp tevahiya zeviyên çandiniyê li Reqayê kontrol dike, û wan weke zeviyên 'dewletê' dihejmêre, û piştre wan bi kirê dide cotkaran," Elî got.

Herwiha DAIŞ destê xwe daniye ser belavkirina semad û tov û wan di rêya şopênerên xwe re bi buhayên bilind difroşe, ev yek jî dihêle ku nirxê şînî, fêkî, genim û hemû berhemên din bilind bibe, wî got jî.

"Girûp hemû pêwistiyên ku derbasî deverê dibin kontrol dike û bacên giran li ser wan ferz dike, ji lewra buhayên wan çend taqan zêde dibin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500