Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Iraq dîdgehekê ji bo serdema piştî DAIŞ dadirêje

Ala Husên li Bexdayê

Şandeyên ji welatên herêmî li konferansa Diyaloga Bexdayê li Iraqê civiyan ji bo gotûbêjkirina qonaxa piştî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji navenda medyayî ya parlementoya Iraqê hatiye wergirtin]

Şandeyên ji welatên herêmî li konferansa Diyaloga Bexdayê li Iraqê civiyan ji bo gotûbêjkirina qonaxa piştî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Wêne ji navenda medyayî ya parlementoya Iraqê hatiye wergirtin]

Di demekê de ku gurbûna şer li rojhilatê Mûsilê kêm dibe û çavên hêzên Iraqî li rojavayê bajêr in, hikûmeta Iraqî dest bi plankirina bo serdema piştî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" kiriye.

Di konferansa ku rojên14 û15ê Kanûna Duyem de li Bexdayê hat lidarxistin parlementer û nûnerên Ereb ji çend welatên cîran, ligel Misir û Libnanê, tê de beşdar bûn, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dîdgeheke heft-xalî ji bo Iraqa piştî-DAIŞ pêşkêş kir.

Dîdgeh xalên vegerandina ewlehî û aramiyê ji deverên rizgarkirî ji DAIŞ; pêkanîna pêkvejiyana aram û qebûlkirina aliyên din; promosyon ji bo rihê welatîbûnê dûrî tayifegeriyê; avakirina pêwendiyên baş ligel cîranan li ser bingeha berjewendiyên hevbeş; sînordarkirina çekan tenê di destê dewletê de û rêzigrtin li tedbîrên desthilata dadgehê û hukmê yasayê; berengarbûna gendeliyê bi hemû formên wê; û dîsan rêxistinkirina dezgehên dewletê ji bo dûrxistina wan ji gendeliyê himbêz dike.

Di konferansa Diyaloga Bexdayê de, ku ji aliyê Enstîtoya Iraqî bo Diyaloga Hizirî ve hat organîzekirin û ji aliyê parlementoya Iraqî ve hat sponserkirin, hejmarek ji akademisyenan, nûnerên rêxistinên navdewletî yên nehikûmî û kesayetên olî jî beşdar bûn.

"Iraq îro bûye hîma bingehîn a şerê li dijî hêzên tundrew û terorîzmê li herêmê û cîhanê," Saed Cemal, serokê Komîteya Karûbarên Erebî ya parlementoya Misrê got.

Misr bi temamî piştgiriya Iraqê dike di şerê wê li dijî DAIŞ de, wî got, û dê piştgiriya wê bike "di jinavbirina terorîzmê, vegerandina aramiyê ji welat re û bilezkirina vegera awareyan bo bajar û gundên wan di demeke herî nêzîk de", wî di çarçoveya konferansê de ji Diyaruna re got.

Cemal bang li Komkara Erebî û civaka navdewletî kir ku piştgiriyeke bêtir ji Iraqê re pêşkêş bikin, tekezî jî li ser amadebûna Misrê ji bo beşdarbûna di hewlên nûkirinê de kir.

Diyalog take rê ye ji bo pêşveçûnê

"Iraqî li ser kevîka serkeftineke mezin in li ser girûpên terorîst, ku ev yek zexmeke niştîmanî ya berçav çêdike û divê bi riyeke rast gerek sûd jê were wergirtin daku zemînesaziyê ji qonaxa bê re biafirîne," Nasir Qendîl, sernivîserê rojnameya Bina ya Libnanî got.

Gerek li serkeftina li ser terorîzmê neyê nerîn weke serkeftina entîtiyekê li ser yekaedin an aliyekî li ser aliyekî din, wî ji Diyaruna re got.

"Gerek serkeftin ji hemû Iraqiyan re be ji tevahiya rengîniya niştîmanî," wî got.

Wî da zanîn jî kir ku şikestina DAIŞ li Iraqê rê xweş bike li pêş lihevkirina niştîmanî û bo diyaloga navbera aliyên pêwendîdar ên cuda de.

"Serkeftina li ser DAIŞ destkeftiyeke mezin e ku gerek Bexda wê bikar bîne ji bo vegerandina yekîtiya niştîmanî ya Iraqî," serokê encumena rêveber a rojnameya Ehrama Misrî Ehmed Seyid Necar got.

Ji Diyaruna re axivî, û bang li hikûmeta Iraqî kir ku "sûdê ji serkeftinê werbigre weke platformekê ji bo nûkirina welat û bikaranîna çavkaniyên wî yên çandinî, geştuguzarî û mirovî ji bo vegerandina Iraqê ji bo pêşketina xwe ya aborî û siyasî ya berê".

"Diyalog û lihevkirina niştîmanî take rê ye ji bo gihiştin bo haleta aramiya siyasî piştî serkeftina li ser DAIŞ," Merwan Kirêkşî ji beşê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Navenda Finlendî ji bo Çareserkirina Kirîzan got.

Diyaloga niştîmanî ya Iraqê "divê şefaf û rast be û li ser bingehekê ji hevqebûlkirinê û pejrandina hemû nerînên cuda avakirî be", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500