Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî Hewza Firata Jorîn kontrol dikin

Xalid Ta'î

Hêzên Iraqî derbasî deverên nûrizgarkirî li rojavayê Enbar dibin. Hêzên hevbeş di 5ê Kanûna Duyem de dest bi operasyonekê kirin ji bo vegerandina deverên Enbarê yên ku di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de mane. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî derbasî deverên nûrizgarkirî li rojavayê Enbar dibin. Hêzên hevbeş di 5ê Kanûna Duyem de dest bi operasyonekê kirin ji bo vegerandina deverên Enbarê yên ku di bin kontrola "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" de mane. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Iraqî yên hevbeş devera Firata Jorîn ku dikeve navbera bajarên Hedîsa û Anah li parêzgeha Enbarê, ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" vegerandin, berpirsan ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî di 5ê Kanûna Duyem de dest bi operasyonekê kirin bi armanca kontrolkirina bajarokên di bin destê DAIŞ de li deverên rojavayî nêzîkî sînorê bi Sûriyê re .

Operasyona, ku ji aliyê Fermandariya Operasyonên Cezîra û Badiya, û firqeya 7ê ya artêşê, polîs û şervanên ji êlên xwecihî tê birêvebirin, bi piştgiriya asmanî ji hevpeymaniya navdewletî, bajarokên li rojavayê Iraqê bi dirêjahiya Newala Firat dike armanc.

Piştî rizgarkirina Hît û Kubeysa sala borî û ewlekirina rêya Hedîsa-Beycî di Cormehê de, hêzên Iraqî dest bi operasyoneke serbazî kirin ji bo kontrolkirina hewza Firata Jorîn, ku ji bakurê rojavayê Hedîsa heta bi gundewarên Anah e, fermandarê Cezîra û Badiya lîwa Qasim Mihemedî got.

"Armanc rêgirtin li metirsiyên terorîzmê li ser Hedîsa û bajarên rizgarkirî yên din, berfirehkirina pêşketina yekîneyên me û pêkanîna bicihkirineke bêtir di nav erdê di destê dijmin de, û ji bo amadekariyê bo operasyoneke din ji bo derxistina DAIŞ ji Anah, Rawa û Qayim û ragihandina rizgarkirina temam a Enbar," wî ji Diyaruna re got.

Operasyonê "armancên xwe yên diyarkirî pêk anîn û êdî hebûna DAIŞ li deverê nema", fermandarê operasyonên Enbar Lîwa Îsmaîl Mehelawî got.

"Me du gundên girîng kontrol kirin, Sekra û Zawiya," wî got, anî ziman ku 27 endamên DAIŞ di operasyonê de hatin kuştin, hinek ji wan kemberên bombekirî lixwe kiribûn.

Hêzên Iraqî li devera rizgarkirî geriyan ji bo lêgerîn li veşargehên mayî yên DAIŞ û xetên berevaniyê li derdora wê danîn, wî got. Tîmên endazyariyê jî nêzîkî 300 alavên teqîner li û derveyî Sekra û Zawiya pûç kirin.

Fermandariyên serbazî stratejiyan datînin ji bo pêşketin ber bi deverên ku hîn ji aliyê terorîstan ve dagîrkirî ne, herî girîng ji wan Qayim, Mehelawî got.

DAIŞ Qayim weke duyemîn girîngitîn asêgeha xwe li Iraqê dihejmêre piştî Mûsilê, ji ber cihê wê yê stratejîk li ser sînorê Sûriyê û hebûna lîder û fermandariya girûpê ligel baregehên kontrolkirinê li wê derê, wî got jî.

Êl piştgiriya hêzên Iraqî dikin

"Em dê her tişta ji me were bikin ji bo derxistina terorîstan ji asêgehên wan ên dawî li Enbar, sînor di rûyê wan de bigrin, bingehên polîsan û bingehên zêrevanên zînor nûvekin, û nobedariyên cihgir û yên li ser lingan aktîv bikin," wî got.

Mehelawî herwiha fermandariya êlan dike di piştgiriya wan ji bo hêzên Iraqî de.

"Beşdarbûna xwebexşên xwecihî [di şer de] pêşketina me xurttir dike û atmosfêreke ewle dide hêzên me li deverên ku tên rizgarkirin," wî got.

Şerê paqijkirina hewza Firat bi sedên şervanên xwecihî ji êlên cuda li rojavayê Enbarê lixwe girtin, weke Cuxeyfa, Kerbela, Anî, Obeyd û Elbû Mehil, endamê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbar Racih Berekat Eyfan ji Diyaruna re got.

"Dema operasyonê destpê kir, gelek xelkê ji Remadî û Felûce daxwaz radestî hikûmeta xwecihî kirin daku weke xwebexş beşdarî şer bibin," wî ji Diyaruna re got.

Beşdarbûna wan di şer de û di parastina ewlehiyê de li deverên rizgarkirî "piştgiriya cemawerî û yekgirtina li dijî terorîzmê" nîşan dide, Eyfan got.

"Endamên êlan îro xwedî ezmûnên şer in û baş hatine rahênan daku dest bi her kampanyayeke serbazî li dijî DAIŞ bikin û hebûna wê li parêzgehê bidawî bînin," serokê êlekê li rojavayê Enbarê Şêx Xazî Nafe Cuxeyfî got.

"Şerê ji bo devera Firata Jorîn hat pêkanîn bi asteke bilind ji hevahengiyê navbera yekîneyên serbazî û êlan," wî ji Diyaruna re got.

"Hevahengî û rêvebirina ku hemû şervanan nîşan da xwedî bandoreke mezin bû ji bo pêkanîna serkeftineke bilez û berfireh li ser terorîstan," wî got.

Hêzên Iraqî tu zerereke canî di operasyonê de nedane, Cuxeyfî got, anî ziman ku niha devera bi dirêjahiya çemê Firat û gola Bendava Hedîsa, heta hemû rêya bo gundewarên Anah bi temamî kontrol dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500