Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Şêniyên Nînewa alîkariya polîsan di parastina ewlehiyê de dikin

Xalid Ta'î

Polîsên Iraqî yên ji Mûsilê roja 9ê Adara 2016an sêşineke rahênanê li bingeha leşkerî ya Spayker hazir dibin û tevlî operasyoneke derkirina " Dewleta Isêlamê li iraqê û Şamê" dibin. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Polîsên Iraqî yên ji Mûsilê roja 9ê Adara 2016an sêşineke rahênanê li bingeha leşkerî ya Spayker hazir dibin û tevlî operasyoneke derkirina " Dewleta Isêlamê li iraqê û Şamê" dibin. [Ehmed el-Rubeyî/AFP]

Hikûmeta Iraqî derî vekir ji şêniyên Nînewa re yên ku dixwazin wekî xwebexş karînên xwe bixin xizmeta parastina ewlehiyê li deverên parêzgehê yên rizgarbûyî ji destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Ji roja 17ê Cotmehê ve, dema ku operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kir, bêhtir ji 3,000 xwebexşan tevlî rêzên hêzên polîsên Nînewa bûne, berpirsan ji Diyaruna re got.

"Min xwebexşî pesend kir daku berevaniyê li xelkê xwe bikin û nehêlim ku endamên DAIŞ vegerin û tawankariyên xwe yên derheqê me dîsan dubare bikin," şêniyê Qeyara Omer el-Cuburî got.

"Terorîstan li her bostekê li devera me qetilkirin û wêrankirin pêk aniye, gelek neçar kirin ku malên xwe bihêlin, û bûne sedema trajediyên bêdawî," wî ji Diyaruna re got. "Ez gelekî hêvî dikin ku devera min di ewlehiyeke mayinde de bijî û ew bipêş bikeve."

Endamên Polîsên Federal pêşketina xwe didomînin daku deverne nû li Mûsilê rizgar bikin. [Wêne ji Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Endamên Polîsên Federal pêşketina xwe didomînin daku deverne nû li Mûsilê rizgar bikin. [Wêne ji Polîsê Federal ê Iraqî hatiye wergirtin]

Bêtir ji 3,000 xwebexşan ji deverên rizgarbûyî yên Nînewa heta niha tevlî rêzên polîsên xwecihî bûne, endamê komîteya ewlekariyê ya encumena parêzgeha Nînewa, Hesan Suheyb el-Sebawî ji Diyaruna re got.

"Ew nofê yekem ê xwebeşan in, piştî ku hukmetê plan kir ku derî ji xwebexşên bêhtir re veke paş pêşketinên operayonên rizgarkirina Mûsilê," wî got.

Armanc ew e ku hejmara hêzên polîsên Nînewa ji 12,000an bibe 30,000 kes, wî got jî, "daku ew bikaribin karên xwe ên ewlekarî bi awayekî guncav pêk bînin".

Pişkinîna xwebexşan

Hikûmetê komîteyeke ewlekarî bi pişkinînkirina xwebexşan erkdar kir, el-Sebawî got, û da zanîn jî ku wê komîteyê du ofîs vekirine, yek li Qeyara û ya din li navçeya Hemdaniyê li başûrê rojhilatê Mûsilê.

Aniha endamên komîteyê "serdanên meydanî bo navçeyên din ên parêzgehê, mîna Şengal û Zumar, û herwiha kampên awareyan jî dikin, daku navên kesên ku xwesteka wan a xwebexşînê heye binivîsînin", wî got.

Dê xwebexş tevlî rahênaneke giran bibin daku amadebaşiya wan a fîzîkî, û zanîna wan a bikaranîna çekan û mehareyên cuda yê şerkirinê zêde bibin, wî got.

El-Sebawî tekezî li ser girîngiya beşdariya hemû pêkhateyên civaka Iraqî di parastina herêmên xwe de kir, da zanîn jî ku xebatên mezintir di derbarê rahênankirin û çekdarkirina hêzên êlên Nînewa de tên meşandin .

"Dê şêniyên xwecihî xwedan mezintirîn rol bin di peydakirina aştî û aramiyê li navçeyên xwe de," peyvdarê heşda êlên Nînewa Mehmûd el-Surçî got.

Dê beşdarîkirina wan "beşekî kare ji her stratejiyeke ewlekarî be" daku ewlehî bê parastin û komelgeh bê handan ku bi hev re kar bikin û deverên xwe dîsan dubare ava bikin û hemû şopên terorîstan reş bikin, wî got.

"Pir girîng e ku hejmara hêzên polîsên xwecihê bê zêdekirin û hîna bêhtir endamên êlan tevlî bibin," el-Surçî got, û da zanîn ku aniha herî kêm 6,000 xwebexşên êlan mil bi milê artêşê û hêzên polîsan şer dikin daku Mûsilê rizgar bikin.

Ligel "8,000 kesan ku aniha ew amade ne û çaverê dikin ku bi fermî weke şervanên xwecihî bên tevlîkirin", wî got.

"Nînewa duyemîn mezintirîn parêzgeha Iraqê ye bi rûbera 25,000 kîlometrên ducar, û ew bi hewcedarî hejmareke mezin a hêzan ku wê biparêzin," wî got jî.

Vegerandina xizmetguzariyan

Rewaşa ewlehiyê li beşên Mûsilê yên rizgarbûyî tebût e ji ber hebûna hejmareke mezin ji artêş, polîs û şervanên êlan, endamê komîteya xizmetguzariyan a encumena parêzgeha Nînewa Husamedîn el-Ebbar got.

"Derbarê xebatên peydakirina xizmetguzariyan, ew bi roj û şev dixebitin daku xizmetguzariyên serekî ji welatiyan re peyda bikin, bi taybet paqijkirina deveran ji teqemeniyan û paşmahiyên DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.

Bi hevahengiya ligel Wezareta Bazirganiyê, rêveberiya xwecihî xwarinê ji bêhtir ji 20,000 malbatan re li beşên rizgarbûyî yên Mûsilê pêşkêş dike, wî got, û herwiha wê alîkariya hewarçûnê daye wan bi hevkariya ligel Wezaretan Koç û Koçberan û rêxistinên navdewletî yên hewarçûnê.

"Heft navendên tenduristî li taxên Gojelî, Semah, Zehra, Qahîra, Intisar, Nûr û Bekir li beşê rojhilatî yê Mûsilê dubare vekirine," el-Ebbar got.

Hevdem, tîmên Rêveberiya Ava Nînewa xetên sereke yên ava vexwarinê ku van taxan bi av dikin nû kirine, û aniha karê ji bo çakirina transformên têkçûyî, xet û stûnên elektirîkê didome, wî got.

"Jiyan hin bi hin vedigere deverên rizgarbûyî yên Mûsilê û şênî kêfxweş in bi xelaskirina wan ji terorîzmê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê serkeftinê bide hêzên me yên qehreman. Bi hêviya Xwedê parastin û aştî para welatê min re!

BERSIV BIDE