Nûçeyên Iraqê
Aborî

Tora elektirîkê êdî li Nînewaya Iraqê berdest e

Ala Husên li Bexdayê

Karkerekî şaredariyê yê Iraqî şelîtên xeta voltaja bilind li taxa Zehra ya Mûsilê roja 11ê Kanûna Duyem çak dike, di operasyona serbazî ya berdewam de ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Karkerekî şaredariyê yê Iraqî şelîtên xeta voltaja bilind li taxa Zehra ya Mûsilê roja 11ê Kanûna Duyem çak dike, di operasyona serbazî ya berdewam de ji bo derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Dimitar Dilkoff/AFP]

Ronahî careke din vegeriya malan li gelek beşên parêzgeha Nînewa, di nav de hinek taxên Mûsilê , piştî vegera elektirîkê bo van deveran, berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

Piştî derxistina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), gelek beşên rizgarbûyî ji parêzgeha Nînewa aniha vegeriyane ser tora elektirîkê ya niştîmanî, wan got.

Hikûmeta Iraqî rênima daye hemû rêveberiyên xizmetguzariyên giştî ku elektirîk, av û xizmetên kenalîzasyonê li van deveran vegerînin .

Biryar e ku xizmetguzariyên tenduristî û perwerddahiyê jî bên vegerandin, ligel vegera hikûmeta xwecihî, ku ev yek dê rê ji bo vegera xelkê aware xweş bike û herwiha piştgiriya kesên ku di dema krîzê de li malên xwe mabûn bike.

Nûkirina bingehên elektirîkê

Wezareta Elektirîkê dest bi gihandina elektirîkê bo taxên rizgarbûyî di destpêka Kanûna Yekem de kir piştî ku xeta elektirîkê ya Bendava Mûsilê dest bi kar kir, berdevkê wezaretê Musaeb Muderis ji Diyaruna re got.

"Ev xet derveyî xizmetê bû piştî ku ew ji aliyê DAIŞ ve hat armancgirtin, lê stafê endazyarî û teknîkî li Rêveberiya Giştî ya Elektirîkê li beşê bakurî ji parêzgehê karî wê vegerîne kar û bide xebitandin," wî got.

Elektirîka ku digihe deverên rizgarbûyî bi 100 mêgawatan destpê kir, wî got, ligel egera ku bigihe heta 800 mêgawatan, li gorî karîna berhemanînê ya bingeha elektirîkê ya Bendava Mûsilê.

Elektirîk herwiha ji bingehên din ên ku di dema operasyona serbazî ya berdewam de ziyan negiha wan dighêje Nînewa, weke Bingeha Elektirîkê ya Nînewa li Geyara.

Stafê endazyarî û teknîkî karîn bingehê careke din bidin xebitandin piştî pêkanîna çakirinan di Kanûna Yekem de, rêveberê bingehê Mensûr Hesen Mihemed ji Diyaruna re got.

Du ji yekîneyên berhemanînê yên bingehê, ku her yek xwediya karîna berhemanînê bi qasî 125 mêgawatan e, niha kar dikin, wî got.

"Sîstema îmbarkirina sûtemeniyê û qerebûkirina kêmasiyê bi rêjeyên cuda ziyan dîtin," wî got, anî ziman ku ew sîstem bi temamî bi rêya pisporên xwecihî û madeyên xwecihî hatin nûkirin.

Piştî ku bingeha Qeyara vegeriya kar, wê dest bi gihandina elektirîkê bo gelek bingehên şaxî li Mişraq, Geyara û Şirqat kir, Mihemed got.

"Elektirîk dê bigihe deverên bêtir eger qebareyên zêdetir ji sûtemeniyê ji bingehê re ji aliyê parzûngeha li Qeyara ya nêzîk bên dayîn," wî got jî.

Elektirîk ji kampên awareyan re

Hikûmeta xwecihî ya Nînewa dixwaze elektirîkê, eger bi awayekî demkî jî be, bigihîne kampên awareyan li nêzîkî Mûsilê, ku bêtirî 150,000 kes li wir bicih bûne.

Hikûmeta xwecihî vê dawiyê jeneratorek bi karîna 250 mêgawatan da kampa Cedaa ji bo alîkarîkirinê di peydakirina hewcedariya xelkê de, endamê encumena parêzgeha Nînewa Xelef Hudeydî ji Diyaruna re got.

"Ev generator dê elektirîkê bide 1,000 çadiran li kampê û dê hewcedariya niştecihan ji elektirîkê peyda bike,bigre ji ronahiyan û heta bi bikarxistina hejmarek ji alavên elektirîkê yên biçûk," wî got.

Peydakirina elektirîkê û sûtemeniya germkirinê ji kampê re dê alîkariya malbatên aware bike ku şertûmercên zehmet yên ku rastî tên debar bikin, heta ku bikaribin vegerin taxên xwe dema ku ji aliyê hêzên Iraqî ve werin rizgarkirin û ewlekirin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500