Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Topbarankirina Wadî Bereda agirbesta Sûriyê dixe jêr metirsiyê

Nuhad Topaliyan li Beyrût

Bingeha avê ya Ên Fîcê, ku avê dide Şamê, ji aliyê topbarana Hizbulla û hêzên rejîma Sûriyê ve tê armancgirtin. [Wêne ji Umer Şamî]

Bingeha avê ya Ên Fîcê, ku avê dide Şamê, ji aliyê topbarana Hizbulla û hêzên rejîma Sûriyê ve tê armancgirtin. [Wêne ji Umer Şamî]

Gundên Wadî Bereda li bakurê rojavayê Şamê rojane rastî topbarankirinê tên, çalakvan ji Diyaruna re dibêjin, û ev yek agirbesteke li seranserî welat ku Tirkiye û Rûsya navbênkarên wê ne û tenê berî hefteyekê kete warê bicîkirinê têxe jêr metirsiyê.

Ji dema ku agirbest kete warê bicîkirinê di nîvşeva 30ê Kanûna Yekem de , hêzên Hizbulla û yên rejîma Sûriyê topbarankirina dever, ku çavkaniya sereke ya ava paytexta Sûriyê ye, didomînin, çalakvanên medyayî û xelkê xwecihî gotin.

Şandina avê bo Şamê ji 22ê Kanûnê ve hatiye qutkirin, AFP ragihand, û rejîm û çekdarên opozîsyonê berpirsiyariyê dixin di stûyê hev de.

NY roja Sêşemê (5ê Kanûna Duyem) got ku 5.5 milyon kes binbandor bûne, hişyarî jî da ku kavilkirina xetên gihandina avê tawaneke şer bû.

Bingehên paqijkirina avê li Ên Fîcê di topbarankirinê de hatin wêrankirin, çalakvanan ji Diyaruna re got.

"Gundên wî gelî di 10 rojên borî de rastî topbarankirinê hatin weke beşekê ji kampanyayekê bi serperiştiya milîsên Hizbulla û hêzên rejîmê," rêveberê komîteya medyayî ya Wadî Bereda Ebû Mihemed Beredawî ji Diyaruna re got.

Armanca vê yekê derxistina çekdarên opozîsyonê ji deverê ye ji bo neçarkirina wan ku "rêkeftineke lihevkirinê bikin ku bi rêya wê dê tevlî rêzên rejîmê bibin", wî got.

Opozîsyonê ev rêkeftin qebûl nekir, ku vê yekê hişt ku rejîm dest bi "kampanyayeke serbazî ya berfireh dijî gundên Wadî Bereda bike bi rêya bikaranîna bermîlên bombekirî, tank û agirê topxaneyan, agirê reşaşan û êrîşên asmanî", wî got.

Zerera mezin giha jêrxaneyê

Topbarankirina berdewam xizmetên ku bingehên elektirîk û avê pêşkêş dikirin sekinandin û zerer gihand xizmetên xetên erdî û înternetê, Beredawî got.

Herwiha gelek qurbanî di nav xelkê xwecihî û çekdarên opozîsyonê de hene, yên ku li hember van êrîşên lipeyhev derketin, wî got jî.

Ji yekemîn roja kampanyaya li dijî Wadî Bereda, wî got, hêzên ser bi rejîmê ve bi bermîlêm bombekirî li Ên Fîcê dan, lê êrîş xistin stûyê çekdarên opozîsyonê.

"Lê me, weke komîteya medyayî, hertişt bibelge kiriye," Beredawî got. "Ew kanî bi salan di destê Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên opozîsyonê de bû, û wan serperiştiya proseya paqijkirina avê û gihandina wê bo Şamê dikir, ji ber vê yekê çima wê niha biteqînin?"

"Komîteya xwecihî bi erkdarkirin ji xelkê bajarok û gundên Wadî Bereda derbasbûna tîmên çakkirinê di 15ê Kanûna Yekem de asan kir," wî got.

Ew çûn daku xeteke avê ya di bin destê grûpên çekdar ên opozîsyonê de çak bikin, wî got, lê yekser piştî bidawîhatina karê çakkirinê, pênc bermîlên bombekirî nêzîkî bîrên avê yên Ên Fîcê hatin avêtin.

Vê yekê zerereke mezin li pey xwe anî, wî got.

Awarebûna neçar a xelkê

Wadî Bereda rastî topbarankirinê tê weke beşekê ji planeke demdirêj a rejîmê ku bibe sedema "awarebûna xelkê û berdewamkirina plana guhertina demografî ye ", çalakvan Umer Şamî ji Ên Fîcê got.

Di naverasta 2015an de, hêzên Hizbulla û yên rejîma Sûriyê "dest bi tengkirinê li gundên Wadî Bereda û awarekirina xelkê wan kirin".

Ev yek li Dareya, Berheliya, Qudsaya û Tell destpê kir, wî got, anî ziman ku hêzên Hizbulla û yên rejîmê çekdarên opozîsyonê û malbatên wan li Wadî Bereda bi neçarî awareyî bakurê Sûriyê kirin.

Ji dema ku opozîsyonê destpêşxeriya lihevkirinê red kir, Hizbulla û rejîmê dest bi şerekî li ser gundên Wadî Bereda kirin, û çekên navînce û yên giran bikar tînin daku vê armancê pêk bînin, wî got.

"Di baweriya Hizbulla û rejîmê de ku bi kontrolkirina gundên Wadî Bereda, korîdora milîsa Hizbulla dê temam bibe û dê rêyeke adetî ji asêgeha wê [li gundewarên başûrê Libnanê] bo Şamê peyda bike," Şamî got.

Armanca duyem a kampanyaya serbazî "ji bo awarekirina xelkê gelî peydakirina cih ji bo vehewandina malbatên endamên Hizbulla û rejîmê li gundên Wadî Bereda ye", wî got jî.

Hêzên ser bi Supaya Pasdaran gundan topbaran dikin

Ji dema ku agirbesta dawî kete warê bicîkirinê, gundên Wadî Bereda di bin topbarankirineke berdewam de ye, çalakvan Ehmed Alaa ji Kifeyr Zeyt ji Diyaruna re got.

Gundên ku tên topbarankirin Besima, Ên Fîcê, Herîra, Sûk Wadî Bereda, Kifeyr Zeyt û Berheliya ne, wî got.

Ewên beşdar di topbarankirina gundên Wadî Bereda her yek ji Hizbulla û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên ser bi rejîmê ve lixwe digrin, di bin serperiştiya Supaya Pasdarên Şoreşger a Îslamî ya Îranî de, Alaa got.

Li gorî serjimareke encumena xwecihî ku di dawiya Mijdarê de hat pêkanîn, wî got, "hejmara xelkê bajarok û gundên Wadî Bereda bêtirî 90,000 kesî ye".

Piraniya wan niştecihan ji xelkê aware ji bajarên Zebedanî, Dûma û Cober, gundê Herîra û deverên din li gundewarên Şamê ne, wî got.

Topbarankirin Ên Fîcê dike armanc, ku 65% ji ava ku bajarê Şamê bikar tîne dide, wî got.

Ev yekê "hemû xetên bingeha avê wêran kir, Şam xiste di metirsiya karesteke rasteqîn de ji encama qutkirina gihandina avê", Alaa got.

"Hemû navendên tendirustiyê kar nakin, û ti navend nîne ku bikaribe birîndar û nexweşan derman bike, wî got. "Bêtirî 10 haletên tendirustî yên metirsîdar hene ku divê bo nexweşxaneyan werin veguhestin û rastî emeliyatkirina bilez werin."

"Ev sal û nîv e ku ev gund di bin dorpêçê de ne," wî got jî, ku xwarin û pêdiviyên xwarinê û madeyên bijîşkî di bazarên xwecihî de gelekî kêm bûne û daxwaza zêde li ser wan hiştiye ku bihayê wan giran bibe heta wê asta ku xelk nikarin bikrin.

"Trajedî li gelî gelekî mezin e, û eger madeyên xwarinê yên sereke neyên peydakirin, em dê rastî karesateke mezin werin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500