Nûçeyên Iraqê
Analîz

Rola Supaya Pasdaran di ketina Helebê de agirên tayifgerî vêdixe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Fermandarê hêza taybet a Feyleqa Quds Lîwa Qasim Silêmanî (li aliyê çepê) di geryanekê de li rojhilatê Helebê di wêneyeke pir parvekirî de. [Wêne di medya civakî de hatiye parvekirin]

Fermandarê hêza taybet a Feyleqa Quds Lîwa Qasim Silêmanî (li aliyê çepê) di geryanekê de li rojhilatê Helebê di wêneyeke pir parvekirî de. [Wêne di medya civakî de hatiye parvekirin]

Rejîma Îranî bawer dike ku ew di şerê Helebê de serkeftî bû û dixwest vê yekê bi daxuyaniyên fermî biçesipîne piştî ku bajarê li Sûriyê kete dest milîsên ku Supaya Pasdarên Şoreşger a Islamî serkêşiya wan dike, pisporan ji Diyaruna re got.

Destêwerdana Îranî, ya ku bi hebûna wê di çend deverên Sûriyê re form dibe, di nav de Heleb, dê dabeşbûnên tayifegerî li Sûriyê û herêmê gurtir bike, wan got.

Di çend vîdyo û wêneyên ku bi berfirehî hatine belavkirin, fermandarê hêza taybet a Feyleqa Quds Qasim Silêmanî li Helebê û keleha wê di geryanekê de hat dîtin -- zincîrek ji wêneyên ku bi zelalî destêwerdana Îranê ya rasterast li Sûriyê eşkere dike.

Herwiha çend serkirdeyên Îranî daxuyanî dan û serkeftin pîroz kirin.

Sekreterê giştî yê Komelgeha Cîhana Îranî ya Hişyariya Islamî Elî Ekber Wîlayetî got "serkeftina" li Helebê dê "hevkêşeyên herêmî" biguherîne.

"Îro, bi serkeftina hêzên berxwedêr û vegerandina Helebê, me dubare fetha beyan dît," cîgirê fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî got.

Wezîrê Berevaniya Îranî Emîd Husên Dehqan "serkeftinên" rejîma Sûrî û hevalbendê wê li Helebê weke "xaleke girîng di şerê ku mihwerê berxwedanê li dijî terorîst û tundrewan lidar dixe hejmart"

Îran li destketiyan digere, ne aştiyê

"Bi şopandina bûyerên ku li Helebê qewimîn, ku bi dorpêça ku milîsên ser bi Supaya Pasdaran ve û hin leşkerên artêşa fermî ya Sûrî destpê kirin, em dikarin piştrast bin ku Îran dixwest her agirbestek têk biçe û şer bidome," lêkolîner di Navenda Şerq a Lêkolînên Herêmî û Stratejîk Fethî Seyid, ku di karûbarên Îranî de pispor e, got.

"Raportên ji Helebê piştrast dikin ku milîsên ser bi Supaya Pasdaran ve zêdetirî carekî prosesa derxistina sivîlan xitimandin, daku prosesê rawestînin û destketiyên ku ew dixwaze li deverên din bidest bixe misoger bike," wî ji Diyaruna re got.

Rejîma Îranî derxistina xelkê ji Helebê rawestand bi bihaneya ku divê pêşî sivîlên gundên Fuaa û Kefreya bên veguhestin, wî got.

Ev yek "berdewamiya şanoya Îranî bû ya ku dixwaze bibêje ku destêwerdana Îranî û milîsên wê ji ber tirsa derketina şerekî olî ye û ew dixwaze ku Şîeyan ji êrîşên ku milîsên Sunnî li dijî wan pêk tînin biparêze", wî got jî.

Binpêkirinên biqesd ji agirbesta li Helebê re ne tenê ximzeta dirêjkirina şerê li Sûriyê dikin, Seyid got, lê herwiha girûpên tundrew han dan, bi taybetî Bereya Nusra, ku niha weke Bereya Fetih Şam tê naskirin, û "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), daku karên xwe yên hovane derheqê sivîlan dom bikin.

Komîsyona NY bo lêkolînê derbarê Sûriyê de di 14ê Kanûna Yekem de got ku wê raport wergirtibûn ku çekdarên opozîsyonê, di nav de milîsên Bereya Nusra, nedihiştin ku sivîl ji Helebê birevin û ew weke mertalên mirovî bikar tînin .

Destêwerdana Supaya Pasdaran di agirbesta Sûriyê de "dê bihaneyan bide van igrûpan" ku berdewam bin li ser pêkanîna operasyonên xwe yên terorîst weke metodeke tolhildanê li dijî piştgiriya Îranî ji rejîma Sûriyê re, wî got.

Hewla rejîma Îranî ya kontrolkirina Helebê di gelek astan de girîng e, Seyid got, û anî ziman jî ku bajar bala medyayî û siyasî ya cîhanî kişandibû.

"Xuyayî bû ku kî bajar kontrol bike dê qada Sûrî jî kontrol bike," wî got, û da zanîn jî "daxuyaniyên Îranî yên ku piştî ketina Helebê derketin bêyî dûdilî armanc dikirin ku wê peyamê bidin ew jî destêwerdana Îranê ne nepenî ye lê belê bi hebûna leşkerî ya rasterast e".

Îran dixwest ku karîgeriya xwe li herêmê berfireh bike "bi rêya milîsên tayifegerî yên ku wê li van welatan çandine, ku Feyleqa Quds serkêşiya wan dike, herwiha milîsa Hereket Nujaba ya Iraqî û milîsên din jî", wî got.

Ji ber vê kontrolê Supaya Pasdaran bû alaveke ne aramiyê li van deveran , wî got jî, ku ew bêtir dişibe dagîrkirinê û dê bibe sedema nerehetî û aloziyan di dema bê de.

Destêwerdana rasterast di Sûriyê de

"Şerê Helebê gelek dewsan dihêle, ji wan jî destêwerdana rasterast a Îranê di şerê Sûriyê de," lêkolînerê siyasî Ebdul Nebî Bekar ji Diyaruna re got.

Ev piştrastkirî ye piştî ketina rojhilatê Helebê û daxuyaniyên fermandarên serbazî yên Îranî, wî got, ligel xuyakirina Silêmanî bi eşkere li kolanên Helebê.

Supaya Pasdaran dixwaze ku rêklamê bike ku "Îran di şerê Helebê serkeftî bû, û dixwaze bibêje ku ew yek dawiya krîza Sûrî ye", wî got.

Daxuyaniyên Îranê yên piştî ketina Helebê li ser destê milîsên ser bi Supaya Pasdaran ve derketin dixwazin bûyerê weke "serkeftineke olî ya mezin" bidin pêş, xwendevanê doktora li Zanîngeha Qahîra Şiyar Turko, yê ku lêkolînê derbarê fînansekirina Supaya Pasdaran pêk tîne, got.

Ev yek ji ber ku "Îranê tevgera xwe ya tayifegerî li herêmî domand daku tekez bike ku bizava wê mîna parêzvan û piştgir e ji Şîeyan û Elewiyan re", wî ji Diyaruna re got.

"Serkeftina li Helebê bi tenê xelekeke din e di firehxwaziya Îranî de, ku ew jî girêdayî ye bi berfirehbûna Îranî li Rojhilata Navîn," wî got.

Supaya Pasdaran hat erkdarkirin daku serkeftinê li Helebê pêk bîne, Turko got, herwiha ew bi hewcedar bû ku "xwestekeke din bîne pêş daku morala komên çekdar ên ku ew di şerê Sûrî de serkêşiya wan dike xurtir bike".

Zêdetir ji wiha, wî got, ragihandina bilez a serkeftinê li Helebê ji aliyê rejîma Îranî ve xîzên sereke yên pêşeroja herêma Helebê diyar dike, ku hebûna Îranî dê Helebê bi Laziqiya, Şamê and gundewarên Şamê ve girê bide.

Rejîma Îranî dixwaze ku kemberekê saz bike daku Şamê biparêze û "hebûna xwe ya demdirêj garantî bike ew jî bi piştgiriya serokê dewletê yê ku hevalbendê Îranê ye", Turko got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500