Sala par nîşana destpêka dawiya "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Sûriyê û Iraqê da, ku girûpê gelek deverên ku di destê wê de bûn û gelek lîderên xwe ji dest dan, pisporan ji Diyaruna re got.
Jinavçûna girûpê bileztir bû bi rêya destpêkirina operasyonên vegerandina herdu bajarên sereke yên di bin kontrola wê de: Reqa li Sûriyê û Mûsil li Iraqê.
Di 17ê Cotmehê de, piştî du salan ji amadekarî û rahênana xurt, hêzên Iraqî yên hevbeş dest bi operasyonekê kirin ji bo vegerandina Mûsilê û ji wê demê ve beşekî mezin ji rojhilatê bajêr vegerandin.
Di 5ê Mijdarê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dest bi kampanyaya Xezeba Firat kirin ji bo vegerandina Reqa û gundewarên wê ji DAIŞ.
Qonaxa yekem ji operasyonê hişt ku hejmareke mezin ji gund û zeviyên li gundewarên Reqa werin rizgarkirin, û qonaxa duyem, ku 10ê Kanûnê destpê kir, aniha berdewam e.
Operasyon dixwaze Reqa îzole bike û DAIŞ tê de dorpêç bike.
Hevpeymaniya navdewletî piştgiriya asmanî dide hêzên Iraqî û HSD di şerê wan de ligel DAIŞ.
"Sala 2016an sala êrîşên asmanî yên lipeyhev bû li dijî DAIŞ," pisporê girûpên terorê û efserê serbazî yê Misrî yê xanenişîn lîwa Wail Ebdul Mutelib ji Diyaruna re got.
Li Sûriyê, piştgiriya hevpeymaniyê ji şervanên HSDê re li ser erdê alîkariya wan kir ku Menbic di 2016an de rizgar bikin, û herwiha bajarên Kobanî û Girê Sipî (Tel Ebyed) di 2015an de.
Di 16ê Cotmehê de, komên Arêşa Azad a Sûriyê ku Tirkiyê piştgiriya wan dike hin gund û bajarokên li bakurê Helebê ji DAIŞ rizgar kirin, di nav de bajarokê Dabiq ê sembolîk , weke beşekê ji qonaxa sêyem ji Operasyona Mertala Firat.
Hêzên Artêşa Azad herwiha bajarokê Cerablus ê stratejîk di 24ê Tebaxê de vegerandin.
Jidestdana Menbic û Cerablusê "DAIŞ ji azadiya tevgerê li û derveyî axa Sûriyê bêpar kir", Ebdul Mutelib got, anî ziman jî ku ew weke korîdorên sereke ji bo petrola qaçax û bazirganiyê û herwiha mihwerên girêdana bo herêmên din dihatin bikaranîn.
Li Iraqê, DAIŞ li ser destê artêşa Iraqî û hêzên Pêşmerge rastî zereran hat, ku bajarên Tikrît, Şingal, Remadî û Felûca standin.
Lêdana çavkaniyên darayî yên DAIŞ
Sala 2016an "ji DAIŞ re tofan bû ji aliyê darayî ve, ji ber ku êrîşên asmanî yên hevpeymaniyê karîn ku piraniya xetên piştgiriyê yên ku girûpê ew ji bo firoştina petrol û madeyên dizî yên din bikar tanîn qut bikin", profesorê zanistên aborî yê Zanîngeha Qahîra Nasir Esyûtî got.
Di encamê de, hemû awayên bazirganiyê ku girûpê dikirin hatin sekinandin, di nav de firoştina dexlûdanên çandiniyê, pembû û şûnwaran, wî ji Diyaruna re got.
DAIŞ gelek çalakiyên xwe bi rêya qaçaxiya petrola xav ji bîrên petrolê yên li herêmê fînanse dikirin, di nav de Geyara li başûrê Mûsilê, ku yek ji kevitirîn û girîngtirîn zeviyên petrolê li Iraqê ye.
DAIŞ di 25ê Tebaxê de ji Geyara hat derxistin , bi vê yekê devera tije-petrol a herî girîng li Iraqê ji dest da.
"Hevpeymaniya navdewletî herwiha karî dorpêça ewlekarî-darayî tund bike, ku bû sedema qutkirina pereyên ku girûp ji derve werdigre," Esyûtî got.
Karîgeriyeke cidî ya jidestdayîna pereyan li ser karînên darayî yên girûpê hebû , ew neçar kir ku mûçeyên çekdarên xwe nîvtaq kêm kirin, raportan ev yek eşkere kir.
Vê yekê hişt ku gelek ji wan birevin derveyî Sûriyê û Iraqê, yan jî bo deverên ku ne di bin kontrola DAIŞ de ne, wî got.
"Handerên darayî metoda herî bibandor bû ku girûpê ji bo tejnîdkirina çekdaran di nav rêzên xwe de bikar tanî, û bêyî vî çekî, herikîna çekdaran sekinî," wî got.
Jidestdayîna fermandarên xeta pêş
Ligel jidestdayîna gelek bajarên stratejîk û rêyên qaçaxiya petrolê di 2016an de, DAIŞ bi berdewamî lîderên bilind ji dest dide ku bandoreke wan a mezin di nav alîgirên wê de heye. .
"Girûpê gelek fermandarên xwe yên xeta pêş di 2016an de ji dest dan, ku vê yekê tevlîheviyeke mezin di nav rêzên wê de çêkir û bû sedema destjiberdana komî û takekesî ji gelek meydanên şer," Mihemed Ebdula, rojnamevanekî Sûrî ku li Qahîra dijî, got.
Endamên DAIŞ herwiha dest bi vegerê bo Eniya Nusra ya ku berê girêdayî Qaîda bû, û niha bi navê Eniya Fetih Şam tê naskirin, kirin, wî ji Diyaruna re got.
Lîderên bilind ku ji aliyê hevpyemaniyê ve hatin armangirtin berdevkê DAIŞ Ebû Mihemed Ednanî, ku navê wî yê rastî Taha Subhî Felaha ye, li xwe digre ku di êrîşeke 30ê Tebaxê de li bakurê Sûriyê hat kuştin, û Pentagon di 12ê Îlonê de piştrast kir.
Ednanî "kesê duyem bû piştî lîderê girûpê Ebû Bekir Bexdadî", Ebdula got.
Di Tîrmehê de, girûpê mirina fermandarê bilind Ebû Omer Şîşanî, ku navê wî yê rastî Tarxkhan Batirashvili ye, li bajarokê Şerqat ê Iraqê piştrast kir. Şîşanî bi berdewamî navbera Iraq û Sûriyê tevdigeriya.
Êrîşeke hevpeymaniyê di Mijdarê de herwiha Bûbekir Hekîm ê Tûnisî kuşt, ku "kesekî sereke û xwedî dîrokekê tije bi beşdarbûn di asankanî û operasyonên derve de bû" ji DAIŞ re, Pentagonê di daxuyaniyeke 10ê Kanûnê de got.
"Wezîrê ragihandinê" yê DAIŞ Wail Feyad, ku herwiha weke Ebû Mihemed Furqan tê naskirin, di êrîşeke bidîqet de li nêzîkî Reqa di 7ê Îlonê de hat kuştin, Ebdula got. Hevdem, Samî Mihemed Cibûrî, berpirsê girûpê yê berpirsyar ji operasyonên petrolê, di Tebaxê de li Qayim nêzîkî sînorê Iraq-Sûriyê hat kuştin.
Li gundewarên Helebê, nêzîkî Bendava Tişrîn, hêzên Kurdî karîn "emîrê DAIŞ Ebû Fîras Sefranî" di Tîrmehê de bikujin, wî got jî.
Êrîşeke di Mijdarê de li gundewarên Reqa Ebû Mihemed Banyasî kuşt, ku berpirsiyarê otombîlên bombekirî bû; hevdem HSD emîrê DAIŞ Osama Tûnisî di dema operasyona Menbec di Hezîranê de kuşt, Ebdula got.