Li taxên rizgarkirî ji Mûsilê û bajarokên derdorê, jiyana asayî êdî hêdî hêdî vedigere di demekê de ku xelk vedigerin ser karên xwe û xizmetguzarî tên vegerandin, berpirsên xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.
Qadir Hesen, ku li taxa Zuhûr li rojhilatê bajar dijî, got ku wî deriyê dikana xwe vekir piştî ku ew neçar bibû ji ber şer bigre.
"Ewlehiyeke giştgîr niha heye, û kontrol bi temamî di destê artêşê de ye piştî ku terorîst hatin derxistin," wî ji Diyaruna re got. "Gelek dikanan deriyên xwe vekirin û tevgera bazarê bi xurt vedigere."
Xelk careke din bê tirs diçin ser karên xwe û geşbîniyeke giştî heye ku jiyan dê vegere bajar weke rewşa beriya ku DAIŞ bajar dagîr bike berî du salan, wî got jî.
"Me alîkariya hawarçûnê wergirt û hêzên ewlekarî alîkariya me dikin, lê em zehmetiyê ji ber kêmbûna ava vexwarinê û elektirîkê û xizmetguzariyên tendirustî yên kêm dibînin," wî got. "Ez hêvî dikim ku hewlên nûkirinê dê alîkariyê bi dawîkirina zehmetiyên ku em rastî wan tên bikin."
Vegerandina hin bi hin ya xizmetguzariyan
Hikûmeta xwecihî her tiştê ku jê tê dike daku astengiyên ku xelk rastî wan tên kêmtir bike û hewceyiyên wan ên sereke peyda bike, tevî rewşa ewlehî ya niha, Dureyd Hikmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa, got.
"Projeyeke me heye ku ew bajarê Mûsilê li ser heşt sektoran parve dike ji bo tevgera xizmetguzarî, çar li rexê rojava ji Çemê Dicle û çar li rexê rojhilat," wî ji Diyaruna re got.
Li her sektorekê dê komîteyeke kar hebe ku tîmên ji deverên xizmetguzariyê yên cuda li xwe digre ji bo parastin û çakirina dezgehên ku ziyan gihaye wan û vegerandina xizmetguzariyan ji xelkê re, wî got.
"Tîmên me yên endazyarî û teknîkî dest bi kar li sektora taxa Zuhûr kirine, ji ber ku yek ji ewletirîn taxên niştecîbûnê yên rizgarbûyî ye û ne di rûbera topbarankirina DAIŞ de ye," wî got.
"Em ava vexwarinê digihînin xelkê bi rêya kamyonên bitanker weke çareseriyeke demkî heta em çakirina bingehên avê û xetên gihandinê yên ku ziyan gihaye wan bidawî bikin û hemû dezgehên avê yên sereke ji destê DAIŞ derxin," wî got.
Hikûmeta xwecihî herwiha kar dike ku elektirîkê peyda bike bi rêya dabînkirina sûtemeniyê ji jeneratorên taybet re, çakirina torên gihandinê û jeneratorên zerermend, û vegerandina elektirîkê bi qebareya tam piştî peydakirina elektirîkê ji Bendava Mûsilê, Hikmet got jî.
"Hewlên me heta niha negihane asta tê xwestin, lê şerê rizgarkirina bajar hîn bidawî nebûye," wî got. "Rexê rojhilat di bin destê terorîstan de ye, û hinek taxên rizgarbûyî hîn jî bi temamî ji mayîn û bombeyên bidestçêkirî nehatine paqijkirin."
"Em herwiha rastî zehemtiya kêmbûna çavkaniyên darayî ji bo nûkirinê tên," wî got, anî ziman jî ku "tevî van astengiyan, em dê bi berdewamî kar bikin li gorî çavkaniyên berdest".
Gelek astengî mane
Jiyan li taxên rizgarkirî ji Mûsilê û bajarokên derdorê hîn zehmet e, endamê encumena parêzgeha Nînewa Hesen Şibîb got.
"Hikûmeta xwecihî, ligel hemû wezaretên din û rêxistinên mirovî, hewl dide ku hemû zehmetiyan derbas bike û xizmetguzariyên sereke ji xelkê xwecihî re peyda bike," wî ji Diyaruna re got.
"DAIŞ, piştî hemû zererên ku rastî wan hatiye, hewl da ku êrîşî dezgehên xizmetguzariyê bike û av û elektirîkê li ser deverên rizgarkirî qut bike daku krîza mirovî zêde bike û tevlîheviyê bixe meydana şer de," wî got.
"Li hember van astengiyan pêwîstî bi hemû aliyên fermî û nehikûmî heye ku çavkaniyên xwe bi tevger bikin ji bo alîkariya xelkê, başkirina şertûmercên jiyanê, û şertûmercên guncav ji bo vegera welatiyên aware peyda biki," wî got jî.
Ji dema destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê di Cotmehê de, nêzîkî 16,000 kes vegeriyane malên xwe li bajar û derdora wî, Cîgirê Wezîrê Koç û Koçberan Casim Etiya ji Diyaruna re got.
Lê awarebûna xelkê ji deverên şer berdewam e û nêzîkî 140,000 kesî niha li kampên li derdora Mûsilê dijîn.
"Tiştê ji me tê em dikin ji bo alîkariya xelkê vegeriyayî, û peydakirina xwarin û madeyên hawarçûnê ji wan re," wî got, anî ziman ku hêzên ewlekarî alîkariyê di vegerandina xelkê bo deverên rizgarkirî dikin.
"Derbarê malbatên aware, xizmetguzariyên me ji wan re berdewam in," Etiya got jî. Wezaretê 50,000 çadir danîne weke beşekê ji plana wê ya vehewandinê ya bilez, û dest bi danîna 20,000 çadirên nû kiriye li başûrê Mûsilê ji bo vehewandina her pêleke nû ya awareyan.
"Em xwarin û vexwarinê û betanî, ferş, pêdiviyên çêkirina xwarinê, alavên germkirinê û sûtemeniyê didin awareyan," wî got. "Em dixwazin hemû tiştên awarte bilez çareser bikin."