Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Şêniyên Mûsilê neçar bûne ku miriyên xwe li malê bispêrin axê

Ala Husên li Bexda

Serokê encumena parêzgeha Nînewa Beşar Kîkî serdana zarokeke birîndar bi gulekirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li nexweşxaneyeke xwecihî dike. [Wêne ji Beşar Kîkî hatiye wergirtin]

Serokê encumena parêzgeha Nînewa Beşar Kîkî serdana zarokeke birîndar bi gulekirina "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" li nexweşxaneyeke xwecihî dike. [Wêne ji Beşar Kîkî hatiye wergirtin]

Xelkê Mûsilê yên ku bi guleyên segvanên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" û topbarana wê ya bêserûber tên armancgirtin ji Diyaruna re dibêjin ku ew di hin haletan de neçar dibin ku miriyên xwe di gulîstanên malên xwe de bispêrin axê.

Dîtina kêlan li gulîstanên malên taybet li Mûsilê û dersoda wê bûye tiştekî normal, wan got, ji ber zehmetiya veguhestina laşan bo goristanên taybet di bin şertûmercên niha de.

Di demekê de ku hêdî hêdî ji bajar tê derxistin, DAIŞ deverên li rexê rojavayî ji Mûsilê bi hawin û guleyên segvanan dikin armanc wekî tolhildanek, xelkê got, bi dehên sivîlan dikujin û ziyanê digihînin mal û milkan.

Girûpê vê dawiyê çendîn êrîşên bi hawinan ji taxa Felah pêk anî ku deverên rizgarbûyî li başûrê Mûsilê kirin armanc "bêyî rêzgirtin li jiyana sivîlan", xelkê taxa Felah Salim Hemdanî ji Diyaruna re got.

Berî ku DAIŞ ji Felah bireve, ku ew vê dawiyê bi temamî ji aliyê hêzên Iraqî ve hat kontrolkirin, girûpê ew weke bingehekê ji bo destpêkirina gelek ji êrîşên xwe yên bi hawinê li ser taxa Cema ya rizgarbûyî ya nêzîk bikar anî, wî got.

"Wan tax wêran kirine û xelk kuştine. Wan komkujî derheqê xelkê bêsûc de pêk anîne," Hemdanî got.

Li taxa Nûr a ku dikeve rojhilatê Mûsilê, malbata Hemadî kurê xwe Îyad, yê ku beriya niha bi topa hawinê hatibû kuştin, li gulîstana mala xwe dispart axê dema ku hawineke din a DAIŞ li xaniyekî nêzîk ket, malbatê got, û diyar kir ku hejmarek ji cîranên wan bi giranî di buyerê de birîndarbûn, pêwîstiya hinekan ji wan jî bi niştergeriyên birîna dest û lingan in heye.

"Goristana malbatê li cihekî dikeve ku hîna ew di destê DAIŞ de û niha em nikarin bighêjin wir," birayê Îyad, Adil, ji Diyaruna re got.

"Birin û veguhestina laşan niha hema bêje negengaz e, vê yekê jî em neçar kirin ku [birayê xwe] li gulîstana malê bispêrin axê," wî got.

DAIŞ xwe li pişt sivîlan vedişêre

DAIŞ "sivîlên li deverên rizgarbûyî kirine armanca topbaranan û gulekirina segvanên xwe, bêyî ku ew hesabê ji hebûna zarok, jin û bitemenan re bike", emîd Heyder Obeydî, cîgirê fermandarê yekîneya operasyonên taybet a 1ê ya Ajansa Dije-Terorê, got.

Girûp êrîşên bi rokêtan ji sermalên sivîlan pêk tîne û welatiyan weke mertalên mirovî li dijî hêzên Iraqî bikar tîne, wî ji Diyaruna re got.

"DAIŞ baş dizane ku hêzên bejahî û asmanî yên Iraqî bersiva [agirê wê] nadin, ji ber ku ew li ser jiyana sivîlan ditirsin," wî got.

Êrîşên bi hawinê yên DAIŞ hiştin ku hinek sivîl birevin kampên awarebûnê yan birevin taxên li derveyî xeta agir, Obeydî got.

Tenê di rojekê de, kampa Xazir a li rohilatê Mûsilê bêtirî 500 sivîl ku ew ji taxên Intîsar, Nûr, Edin ên Mûsilê ji topbarana bêserûber a DAIŞ reviyabûn wergirtin, Rizgar Obeyd, berpirsê kampê, got.

"Awareyan qala bombebaraneke tund a DAIŞ kirin," wî ji Diyaruna re got. "Ew ji tirsa mirinê reviyan."

Rêveberiya kampa Xazir ew di çadiran de bicih kirine û betanî, ferş, xwarin û alavên germkirinê ji wan re pêşkêş kirin, wî got.

Parlementera Iraqî ya Nînewa Întîsar Elî bang li hêzên ewlekarî kir ku sivîlên li deverên rizgarbûyî bêtir biparêzin û operasyonê bilez bikin û deverên mayî yên Mûsilê ji pencên DAIŞ derbixin.

DAIŞ tawanên kirêt li dijî sivîlan û derheqê milkên wan pêk anîn, ew jî bi pêkanîna êrîşên bi hawinan ku ew dibin sedema kuştin û birîndarbûna gelek ji xelkê bajar ligel wêranbûna tevahiya malan," wê ji Diyaruna re got.

Vekirina korîdorên ewle ji sivîlên ku li deverên şer dijîn dê ziyanan sînordar bike û jiyana xelkê li wir ewle bike, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500