Nûçeyên Iraqê
Civak

Polîsê Enbarê kampanyayeke dayîna xwînê organîze dike

Seyf Ehmed li Enbarê

Polîs li Felûca xwînê didin birîndaran ji endamên hêzên Iraqî û sivîlan ên li Mûsilê dema kampanyaya dayîna xwînê li Enbarê di herdu rojên 8 û 9 Kanûna yekem de. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Polîs li Felûca xwînê didin birîndaran ji endamên hêzên Iraqî û sivîlan ên li Mûsilê dema kampanyaya dayîna xwînê li Enbarê di herdu rojên 8 û 9 Kanûna yekem de. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Polîsê Enbarê bi hevkarî ligel Rêveberiya Tenduristiya Enbarê vê dawiyê kampanyayeke dayîna xwînê destpê kir daku piştgiriya şerê lidar li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) li Mûsilê bike.

"Hêzên ewlekariyê, di nav de polîsê herêmî û yekîneyên hawarçûnê li Enbarê, bi taybet li bajarê Felûca, kampanyayeke dayîna xwînê bo birîndaran ji endamên hêzên Iraqî û sivîlên li Mûsilê destpê kirin," fermandarê polîsê Enbarê Ferîq Hadî Kesar Erzayic got.

"Ev bersivdayîneke zelal e ji DAIŞ re ku xelkê Iraqê weke yek miletî di rûyê tundûtûjî û necadperestiyê de bihevre disekine," wî ji Diyaruna re got.

Dayîna xwînê ya ku du rojan dewam kir, rojên 8 û 9 Kanûna Yekem li Nexweşxaneya Felûca birêve çû, pêşwaziyeke germ jî ji aliyê hêzên ewlekariyê, polîsên lokal û yekîneyên hawarçûnê ve li kampanyayê hate kirin.

"Bi refan xwebexş hatin nexweşxaneyê daku xwîna xwe bidin," Dr. Ehmed Dulêmî, yê ku li Nexweşxaneya Felûca dixebite, got.

Heta bi pêşwaziya sivîlan jî zêde bû, wî got jî, û bi dehên sivîlan xwîna xwe dan daku qebareyên mezin ên pêwist e ku bên komkirin û bêne şandin bo deverên cuda yên Mûsilê zêde bibin.

Gelê Iraqê bi yekrêzî li ser piya ye

"Kampanyaya dayîna xwînê li Enbarê dê ne ya dawî be û dê piştre kampanyayên din hebin [...] her dema ku pêwistî bi vî corê piştgiriya şerê li dijî terorîzmê li Mûsilê û Selahedîn û parêzgehên Iraqî yên din hebe," Erzayic got.

Gelê Iraqî bi yekrêzî li ser piya ye û qet bi destê "îdyolojiya terorîst û tundrewan" ku zarok û jinan dikuje parçe parçe nabe, wî got.

"Hêzên ewlekariyê ne bi tenê berpirsiyariya parastina welat li xwe digre lê belê alîkariya sivîlên birîndar, qurbaniyên terorîzmê, û kesên bi hewceyî wergirtina xwînê dikin," fermandarê polîsê Felûca Eqîd Cemal Cumêlî got.

Zêdetir ji 400 kesan xwîna xwe li Felûca da û bi dehên din xwîna xwe li baregeha serbazî li Remadî û Felûca da, wî ji Diyaruna re got.

"Stafên bijîşkî ambûlans bi alavên herî pêşketî hazir kirin daku piştrast bin ku hemû corên xwînê hatine komkirin û piştre bo çeperên şer li Mûsilê hatin şandin daku jiyana sivîlan û endamên hêzên ewlekariyê biparêze," Cumêlî got.

DAIŞ û grûpên terorîst ên din hewl dan ku tovên parçebûnê di nav gelê Iraqê de biçînin û îdyolojiyên xerîb û tundrew belav bikin, wî got.

Lê belê, "asta hişyarî û rewşenbîriya xelkê û tenanet serbazên hêzên ewlekariyê hişt zelal be ku Iraq bi gelê xwe, xwîn û xaka xwe yek welat e", wî got.

DAIŞ "nirxên jiyanê qebûl nake û dixwaze tevlîhevî berbelav be"

Emar Hemîd Elwanî, endamê fewcê yekem ê polîsê Enbarê, got ku birayê wî serbazekî artêşa Iraqî ye û li eniya rojavayê Mûsilê şer dike.

"Em xeberdar bûn ku DAIŞ teqemeniyên bi destçêkirî yên pêşketî li dijî çendîn sivîlan bikar anîne û ew bi hewcedarî wergirtina xwînê ne daku birînên wan bên dermankirin û bi hewceyî du'ayên me ne daku rehet bibin," wî ji Diyaruna re got.

"Rêxistina terorîst a DAIŞ [...] bê dilovanî xelkê dikuje û sivîlên bêguneh serjê dike eger ew guhdarî mûzîkê bikin an mobaylan bikar bînin," wî got, anî ziman jî ku ev nîşana tawankariya girûpê ye, ku tenanet destê xwe diavêje wan kesên ku dixwazin xwe ji pencên wê xilas bikin.

"Ev girûp nirxên jiyanê napejirîne û dixwaze ku tevlîhevî û wêranî li welatê me berbelav be," Elwanî got.

"Em dê xwînê bibexşin çeperên şer weke piştgirî ji rizgarkirina xelkê me re yên ku ji aliyê DAIŞ ve tên serjêkirin û bi mûşekan, topan û teqemeniyan tên armancgirtin," wî got.

Macid Seqir Seyabî ji fewcê tektîkên şer ê ser bi polîsê Enbarê ve got ku "çalakiya dayîna xwînê bersivdayîneke zelal e li dijî terorîzmê".

"Hene yên ku bi dayîna xwîna xwe şer dikin daku berevaniyê li xaka xwe û xelkên xwe bikin, çi li Mûsil, Enbar, Kerbela, Necef û çi li Besra," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên Iraqî bi temamî hatine amadekirin ku li her devereke Iraqî bikevin tevgerê û piştgiriya leşkerî, şervanî û moralî her dema hate xwestin pêşkêş bikin, wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500