Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pispor: Hêzên Deryayî yên Amerîka li Kendavê aramiya herêmî xurtir dikin

Fethula Muxlis li Mesqet

Deryavanên erkdarkirî bi wêrankara mûşekên arastekirî USS Nitze (DDG 94), destekê didin keştiyeke Îranî ya asêmayî di Mijdarê de. [Wêne ji Hêzên Deryayî yên Amerîka hatiye wergirtin]

Deryavanên erkdarkirî bi wêrankara mûşekên arastekirî USS Nitze (DDG 94), destekê didin keştiyeke Îranî ya asêmayî di Mijdarê de. [Wêne ji Hêzên Deryayî yên Amerîka hatiye wergirtin]

Hêzên deryayî yên Amerîkî ku di avên Kendavê, Kendava Oman, Deryaya Sor, Deryaya Erebî û beşên ji Okyanosa Hindî beşek ji hevpariya deryayî ya navdewletî ne ku ewlehiyê ji tevgera deryavaniya sivîl re misoger dike.

Tîm û keştiyên Hêzên Deryayî yên Hevgirtî ji 26 welatan bo sê hêzên erkdarkirî yên sereke hatine organîzekirin ku ewlehiyê ji tevgerya deryavaniyê ya sivîl re misoger dikin bi rêya pêkanîna mîsyonên li dijî moxlevanî û li dijî terorîzmê.

Ligel piştgiriya van mîsyonan, Komkeştiya Amerîkî ya 5ê rolekê di gelek operasyonên rizgarkirinê de li avên herêmî dilîze û piştgiriya endazyarî, mîkanîkî û bijîşkî ji keştiyên tengav re pêşkêş dike, berpirsên Hêzên Deryayî gotin.

Keştiyên Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkî yên bicihkirî bêtirî 30 caran ji 2012an ve alîkariya deryavanan kirine, wan got, 13 ji wan girêdayî deryavanên Îranî bûn.

Alîkariya keştiyên Îranî yên tengav

Di 18ê Mijdarê de, USS Nitze hate hewara sê masîgirên Îranî, ku keştiya wan a biçûk asê mabû ji ber betariya valabûyî.

Tîma wêrankara mûşekên arastekirî, ku di avên Kendavê de bicihkirî ye bi piştgiriya operasyonên ewlekariya deryayî, cihê keştiyê destnîşan kir û betariyeke nû ligel sindoqeke avê da masîgiran.

Piştî çend rojan, di 29ê Mijdarê de, du keştiyên şer yên Amerîkî yên bicihkirî bi piştgiriya operasyonên ewlekariya deryayî hatin hewara şeş deryavanên Îranî yên asêmayî hatin.

Keştiyên USS Hopper û USS Monterey pêwendiyeke hawarçûnê ji keştiyeke biçûk a Îranî bi rêya radyoya pir-bo-pir wergirtin, Fermandariya Navendî ya Hêzên Deryayî yên Amerîkî got.

Weke bersivekê, Monterey helîkpotera xwe ji bo destnîşankirina cihê keştiyê şand, hevdem Hopper tîma xwe amade kir ji bo pêşkêşkirina alîkariya bilez ji deryavanan re, Hêzên Deryayî gotin.

Dema deryavanên Hopper çûne ser keştiyê, wan dît ku ew şeş deryavanên li ser nexweş bûn. Deryavanên Hopper tîma Îranî derman kirin û piştî ku wan dît ku ew tîm ewle ye vegeriyan.

"Li gorî qanûna navdewletî ya adetî, em berdewam in di adeta dêrîn a alîkariya deryavanên tengav de û em serbilind in ku alîkariyê bidin hevalên xwe yên deryavan," Fermandar J. D. Gainey, efserê fermandariya Hopper, got.

Piştgiriya ewlehiya deryayî

"Hebûna Amerîkî li Kendav û Deryaya Omanê girîng û bisûd e ji hemû welatan re," pisporê stratejîk yê Omanî û pisporê qanûna deryayî Suleyman Suweydî ji Meşariq re got.

Ew tevgera herikîna petrola cîhanî ewle dike û piştrast dibe ku nakeve bin kontrola tu aliyekî de ku dibe ew yek aloziyê li herêmê çêbike û ziyanê bigihîne aboriya cîhanî, wî got.

"Hêzên Deryayî yên Amerîka, bi hevahengiyê ligel hêzên deryayî yên welatên derdorê, alîkarî di rêgirtin li çetevaniya deryayî û parastina bazirganiya cîhanî ji metirsiya ku gefê li jiyana deryavanan, ligel kelûpel û keresteyan de dike," wî got jî.

"Rêkeftinên hevahengî û pêwendiyê yên dualî û piralî ji [hebûna Amerîkî] re hatine peydakirin û pêwendiyeke hevsengdar navbera welatên herêmê de, û bi taybetî welatên Kendavê, û Amerîka piştrast dikin," Suweydî got.

Pêwendiya navbera hêzên serbazî yên welatên Encumena Hevkariya Kendavî û hêzên serbazî yên Amerîkî "gelekî baş e", pisporê Omanî yê di warê pêwendiyên navdewletî de Casim Şemsî ji Meşariq re got.

Amerîka "xizmetên ku nikarin werin piştguhxistin pêşkêşî herêmê dike, bi taybetî ligel rêzgirtina parastina avên Kendavê, Deryaya Oman, bakurê Deryaya Erebî, Kendava Edin û Deryaya Sor", wî got.

Roleke mirovî ya berbiçav

Hêzên Deryayî yên Amerîkî li avên herêmî herwiha roleke mirovî ya berbiçav dilîzin, Şemsî got, bi rêya alîkariyê di operasyonên rizgarkirinê de bê liberçavgirtina nasnameya kesên ku daxwaza alîkariyê dikin.

"Ew bi awayekî sereke nêzîkatiyê ligel herkesî dikin ji helwesta ku hemû mirov in û hewceyî destek û alîkariyê ne," wî got.

"Operasyonên rizgarkirinê beşek ji protokoleke mirovî ne ya ku ji aliyê deryavanan ve tê çavdêrîkirin, lê hinek bangên hawarçûnê yên ku werdigrin piştguh dixin lê belê hinekên din bilez bersivê didin," pisporê stratejîk lîwa Ehmed Ebdulhelîm, ji Akademiya Nasir a Serbazî ya Misrî, got.

Hêzên Deryayî yên Amerîkî bilez bersiva banga hawarçûnê ya hersê masîgirên Îranî yên asêmayî di 18ê Mijdarê de dan, wî got.

"Hewlên mirovî yên hêzên Deryayî yên Amerîkî cihê rêzê ne, ji ber ku adetên dêrîn û yên kevnar diparêzin û hesabên serbazî ji yên siyasî cuda dikin, û hewl didin ku karê hawarçûnê ji ber mirovahiyê were temamkirin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500