Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Li jêr hukmê DAIŞ, Krîstiyanên Reqayê Krîsmasê di tarîtiyê de pîroz dikin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" dest danî ser Kenîseya Xanima Pîrozahiyê li Reqa û ew kir bîroya Da'wa (amojgariyê). [Wêne ji Mihemed Ebdulla hatiye wergirtin]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" dest danî ser Kenîseya Xanima Pîrozahiyê li Reqa û ew kir bîroya Da'wa (amojgariyê). [Wêne ji Mihemed Ebdulla hatiye wergirtin]

Derbarê Krîsmasê, Krîstiyanên Reqa bi xemgîniyeke mezin û di tirsê de Krîsmasê pîroz dikin ji ber ku ew neçar in ku merasîmên xwe bi nepenî birêve bibin ji ber tirsa ji tolhildana "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ).

Ji Sibata 2014an ve, DAIŞ siyasetên bertengkirinê li ser Krîstiyanan li Reqa ferz kirine û azadiya wan a olî sînordar kiriye.

Wê baca "cizya" (ji kesê ne-Musilman tê standin) li ser wan sepand û hişt ku ew merasîmên xwe yên olî rawestînin, di nav de pîrozkirina rojên cejna xwe li pişt deriyên girtî.

"Ev çi Krîsmas e eger ew bê nimêj bê derbaskirin? Nimêj di nav dil de ye, lê ew nikarin wê qedexe bikin," Cemîl Merdem, mamostayekî xanenişîn e û ji pêkhatiya Krîstiyanî ye ku ew hîna li Reqa dijî ji bajêr got.

Merdem, yê ku daxwaz kir ji ber tirsa li ser selametiya xwe ku bernavekî bikar bîne, ji Diyaruna re got, "Hatina Krîsmasê azarê dixe dilên Krîstiyanên li Reqa, yên ku dixwazin ku xwe ligel rewşa nû biguncînin."

"Azara em jiyan dikin sedema wê ew e ku em nikarin nimêjan li kenîseyan lidar bixin ji ber ku DAIŞ ew ji xwe re kirine baregeh û kombûnên nimêjan li malan qedexe dike," wî got.

Reqa warê bêtir ji 300,000 kesî ye, û kêmtirî 1% Krîstiyan bûn. Gelek Krîstiyan ji bajêr reviyan piştî ku DAIŞ dest bi şewitandin û êrîşkirina ser kenîseyan kir.

Ewên ku mane "di tirseke mezin de dijîn û heydariyeke mezin digrin ber ji ber ku ew guman dikin ku herdemî ew ji nêz ve tên çavdêrîkirin, li malên xwe û li derveyî wan", Merdem got.

Qedexekirina koçkirinê

"Di raborî de, Krîstiyan û pîrozbahiyên Sala Nû kaniya kêfxweşiyê bûn li bajêr, û herkesî kolan dîkor dikirin û destek di dîkorkirina kenîseyan de dida," rûniştiyê Reqa û mamoste Nasir Elî, yê ku daxwaz kir ji ber tirsa li ser selametiya xwe ku bernavekî bikar bîne, ji Diyaruna re got.

"Lê belê, aniha, tu hebûneke kenîseyan li jêr hukmê DAIŞ tune ye," wî got.

Heft mehan berê, DAIŞ dest bi ferzkirina baneke nû kir û qedexe kir ku her kesek ji Krîstiyanên ku li nav Reqa mane ku di çi şertûmecekê de ji bajêr derkevin, Elî got.

"Piştre tu Krîstiyan ji bajar derneket, û her garantiyên vegerê nehatin pejrandin," wî got, da zanîn jî ku bi tenê rê ji hinek Musilmanan re hate dayîn ku ew ji bajar derkevin, ew jî divê di heyameke diyarkirî de vegerin .

Vê tektîkê hedef dikir ku guvaşê li xelkê bi giştî û Krîstiyanan bi taybetî bike, daku ew li bajêr bimînin û ew wan weke "mertalên mirovî" li dijî êrîşên amanî yên mumkin li dijî girûpê di pêşerojê de bikar bîne, wî got.

Herwiha DAIŞ dixwaze ku kêmîneya Krîstyanî weke kartê bikar bîne eger hat û Reqa hat dorpêçkirin an hat rizgarkirin, daku ew bikaribe endamên xwe ji bajar derbixe, wî got jî.

Yekrêziya li hemberî zehmetiyan

Gelek Krîstiyanên Reqa, bi taybet Ortodoksên Yonanî, Kasolîkên Romanî û Ermenî îro li jêr xeta hejariyê jiyan dikin, niştecih Samî Mendûr, yê Krîstiyan, ku ji ber sedemên selametiyê xwest ku benavekî bikarbîne, got.

"Ewên mane hatin hejarkirin û ew li bajar mane ji ber ku ew nikarin xerciyên koçkirinê peyda bikin," wî ji Diyaruna re got.

Hinek Krîstiyan jî koç kirin dema ku pevçûnên çekdarî meha borî derketin ,lê yên din dema ku DAIŞ bajar di 2014an de kontrol kir reviyan, û "ewên aniha li wir mane tiştekî wan tune ye ji bilî wan malên ku ew di wan de vedihewin", wî got.

"DAIŞ dest danî ser hemû milkên wan ên din mîna dikan, zeviyên çandiniyê, otombîl û traktorên cot, û aniha tu jêderê wan ê dahat tune ye ji bilî heqdestê karên rojane yên hinek caran hene," wî got.

Hinek Krîtiyanên zengîn û malbatên Musilman ên ku li bajêr mane alîkariya hejaran dikin daku ew bikaribin van şertûmercên dijwar derbas bikin, Mendûr got.

"Hevaltî û pêwendiyên dîrokî yên bihêz bi hinek Musilmanan re li bajêr roleke girîng di piştevanîkirina van malbatên hejar de dilîzin," wî got jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500