Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ Dêra Zorê li Sûriyê didoşe daku pere û xaniyan bidest bixe

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Malbatek ku ji Dêra Zorê li ser destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" aware bûye daxwaza selametiyê li devereke li derveyî desthilatdariya grûpê dike. [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdulla ve]

Malbatek ku ji Dêra Zorê li ser destê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" aware bûye daxwaza selametiyê li devereke li derveyî desthilatdariya grûpê dike. [Wêne ji aliyê Mihemed Ebdulla ve]

"Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) rastî felcbûna di herikîna diravan de û di cihên niştecihbûnê de tê, endamên wê jî dest dideynin ser malên xelkê li Dêra Zorê û bacan disepînin û herwiha şêniyên xwecihî ceza dikin, çalakvan Diyaruna re dibêjin.

Nobedarên grûpê hewlên xwe yên destnîşankirina malên vala ji bo vehewandina çekdarên DAIŞ ên ku tev malbatên xwe ji Iraqê direvin zêde kirine, wan got, û dest dideynin ser malên şêniyên ku ji zulma grûpê reviyane.

Di heman demê de, DAIŞ li ser şêniyên bajêr teng kiriye, bi rêya Hisba ("polîsên olî") yên ku bacan ferz dikin ligel celdkirin û zindankirinê, çalakvan û dîdvanan got.

"Herêma Dêra Zorê ya ku li jêr desthilatdariya DAIŞ de ye di bin dorpêçeke rasteqîn de ye," Cemîl Ebid, çalakvanekî kampaniyaya medyayî ya Dêra Zorê Di Bin Agir De Ye, ku çavdêriya binpêkirinên ku şênî li ser destê girûpê rastî tên dike, got.

"DAIŞ dest dideyne li ser gelek malan û wan ji endamên xwe re vediguhere bo ofîsan an jî wan ji bo vehewandina malbatên wan ên ku ji Iraqê tên bikar tîne," wî ji Diyaruna re got.

Nobedarên DAIŞ li bajar digerin

Nobedarên Hisba ên girûpê jin û mêran bi bêserûberî digrin, Ebid got, û bacên heta bi 300,000 lîreyên Sûrî ($1,400) bi bihaneya çend zêdegaviyên nerast ferz dikin.

Jin bi binpêkirina rênimayên cilxwekirinê yên grûpê, yan jî derketina ji malên xwe bêyî muheremekî (berpirsê wê yê mêr) tên sûcdarkirn, di vê haletê de jî jin, ligel mêrê wê yan jî bavê wê tên cezakirin, wî got.

Cezayên di derheqê mêran de tên birîn li gorî sûcan tên guhertin, û ew sûc bi taybetî ji bilêvkirina gotinên kufrê, binpêkirina yasayên lixwekirina cilan (Cênis bi awayekî taybet tên armancgirtin), û guhdarîkirina mûzîkê yan jî kurkirina rih û porê bi awayekî "nelayiq" pêk tên.

Aniha ew nahêlin ku cotkar biçin rezên xwe, Ebid got jî, tişta ku hişt ku buhayê şênkatî, fêkî, biqûlî, genim û ard zêde bibe.

Ji wiha zêdetir, wî got, DAIŞ bacan bi rêjeya 6% li ser tiştên ku derbasî deverê dibin datîne, "yan bi rêya wergirtina diravan an birina beşekî ji tiştan".

"Nobedarên DAIŞ li tevahiya xaniyên tax û gundewarên Dêra Zorê yên ku xwedanên wan ji wan bar kirine digerin, û yekser dest datînin ser wan," Muetez Igêdî, ku ji gundewarê Dêra Zorê ye, got.

Ew ev malên han didine endamên DAIŞ ên ku ji Iraqê direvin, wî ji Diyaruna re got.

"Hejmara malên ku dest danîne ser wan li deverên cudacuda ên Dêra Zorê, bi taybetî li gundewarên rojavayî û rojhilatî, gihiştiye 500," wî got.

Daku rê nede ku mala wî li gundewarê Dêra Zorê bê desteserkirin, Igêdî got, ew ji bajêr vegeriya û aniha rojane ji devereke dûr tê ser karê xwe.

Deverên êlan di bin gefê de ne

Şêniyên Dara Zorê û çalakvan dibêjin ku DAIŞ bi darêzorê kontrola xwe ya li ser bajêr asê kiriye, û her demjimêr pişkinîn û girtinên bêserûber pêk tîne, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdulla, yên ku aniha li Qahîra dimîne, got.

Ev kiryarên han bi giranî li deverên li jêr kontrola wê û herwiha li deverên êlan, bi taybetî li deverên êla Şihêtat, pêk tên, wî ji Diyaruna re got.

Ev yek ji tirsên DAIŞ ên ji hebûna serhildanekê li dijî wê li devera Şihêtat tê, wî got, piştî ku Şihêtat şerekî dijwar li dijî grûpê kir , ku grûpê têde bi hezarên endamên êlê îdam kirin.

"Ev şertûmercên jiyanê yên zehmet ne bi tenê ji aliyê welatiyên li jêr hukmê DAIŞ tên jiyankirin, lê belê herwiha welatiyên ku li hinek beşên bajêr ên ku DAIŞ wan kotrol nake û ji aliyê rejîmê ve tên dorpêçkirin heman şertûmercan nexweş dibînin," wî got.

Hevdem, Ebdulla got, çavkaniyên dahatê yên DAIŞ li deverê "her ku diçe kêmtir dibin ji ber êrîşên asmanî yên ku deverên bi bîrên petrolê di dema dawî de dikin armanc, bi taybetî kargeha xazê ya Xeşam û Konoko".

"Ev devereke sereke ya froştina petrola xav bo bazirganan bû, ku wan dubare difroşte welatiyan û bazirganên bazara reş," wî got, da zanîn jî ku jinavbirina vê çavkaniya dahatê "wê yekê şîrove dike ku çima grûp bacên binpêkirinan li ser welatiyan û bacên li ser tiştên ku tên deverê ferz dike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500