Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî profesyoneliyê di şerê Mûsilê de nîşan didin

Xalid Ta'î

Endamekî hêzên Iraqî rê nîşanî xelkê li taxa Muharibîn a Mûsilê dide, daku kom bibin ji bo belavkirina alîkariyan roja 8ê Kanûna yekem. [Mihemed Samerayî/AFP]

Endamekî hêzên Iraqî rê nîşanî xelkê li taxa Muharibîn a Mûsilê dide, daku kom bibin ji bo belavkirina alîkariyan roja 8ê Kanûna yekem. [Mihemed Samerayî/AFP]

Parastina jiyana sivîlan di şerê rizgarkirina Mûsilê de girîngiyeke sereke ye ji hêzên Iraqî re, yên ku hişyarî û desplîneke mezin nîşan didin ji bo dûrketin ji ziyangihandina bi sivîlan, berpirs ji Diyaruna re dibêjin.

Xelkê xwecihî yên ku ji Diyaruna re axivîn pesnê profesyonaliya hêzên Iraqî û karîna wan ku li ser çend eniyan şer bikin ji bo vegerandina deverên di destê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) de dan.

Hêzên Iraqî "bi awayekî gelekî mirovahî tevdigerin û bi pirensîp û exlaqên serbazî ve pêbend in", Bîlal Ebdula, niştecihekî taxa Intisar a Mûsilê ye, ya ku di Mijdarê de hat rizgarkirin, got.

"Reftarên serbazên Iraqî bêhempa ne," wî ji Diyaruna re got, anî ziman ku serbaz bersiva çavkaniyên agirê DAIŞ nadin ji nav malên taybet ji ber tirsa wan li ser selametiya xelkê.

Endamekî hêzên Iraqî alîkariyan li ser xelkê vegeriyayî yên Hemedaniya li rojhilatê Mûsilê belav dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî ve]

Endamekî hêzên Iraqî alîkariyan li ser xelkê vegeriyayî yên Hemedaniya li rojhilatê Mûsilê belav dike. [Wêne ji aliyê Wezareta Berevaniya Iraqî ve]

"Ew serkeftî bûn di kişandina endamên DAIŞ bo kolan û sikakan daku wan bikujin, bêyî ku ziyan bigihêje sivîlan," wî got jî.

"Dema ku taxa me hat rizgarkirin, em ji malên xwe derketin û me bi maç û tilîliyan pêşwaziya wan kir," Ebdula got. "Ev yek tişta herî xweş bû ku min di tevahiya jiyana xwe de dît."

"Îro, artêş xwarin û avê dide me, ligel pêşkêşkirina alîkariya bijîşkî ji xelkê ku ji encama şer nexweş anjî birîndar bûne," wî got. "Kêfxweşiya me bi rizgarkirinê nayê wesifkirin."

Asteke bilind a baweriyê bi hêzên Iraqî

Di dema civînên wî yên rojane de ligel xelkê deverên rizgarbûyî yên li Mûsilê, endamê encumena parêzgeha Nînewa Husamedîn Ebar got, ku ew "interaksiyoneke erênî û asteke bilind a baweriyê navbera welatiyan û hêzên ewlekarî de dibîne".

"Berî destpêka şerê rizgarkirinê, DAIŞ bi rêya hemû alavên xwe yên medyayî hewl da ku tirsê di nav xelkê de çêbike," wî ji Diyaruna re got.

"Lê rastî ew bû ku xelk li benda rizgarbûnê ji hovîtiya terorîstan bûn," wî got, anî ziman jî ku baweriya wan bi hêzên Iraqî xurtir bû dema ku wan asta bilind a exlaq û pêbendiyê bi selametiya wan dît.

"Serbaz tu carî ji qurbanîdana bi xwe dudil nedibûn daku tu sivîl an malbat birîndar nebe, û wan parên xwe yên xwarin û vexwarinê bi xelkê re parve dikirin, û pêşbaziya hev ji bo rizgarkirina birîndaran dikirin," wî got. "Ev tişt min bi çavê xwe dîtiye."

Hêzên rizgarker bi hişyarî pêş dikevin, wî got jî, ji ber ku dixwazin şerê wan pak bimîne, bêyî tu qurbaniyên sivîl.

"Tevî vê yekê jî, hêzên me karîn serkeftinên mezin bi dest bixin bi rêya paqijkirina piraniya taxên li berava rojavayî ji Mûsilê, ku weke deverên aloz dihatin wesifkirin heta berî dagîrkariya DAIŞ jî," wî got.

Erkên serbazî û mirovî

Yekîneyên serbazî li Mûsilê ne bi tenê erkên serbazî bicih dikin lê herwiha alîkariya mirovî jî pêşkêş dikin, cîgirê parêzgarê Nînewa Hesen Elaf ji Diyaruna re got.

"Îro, serbaz berpirsyar in ji rûbirûbûna çeteyên DAIŞ û di heman demê de ji parastin û alîkariya sivîlan ligel hawarçûn û derxistina birîndaran," wî got.

Hêzên rizgarker giraniya hêza xwe berdane ser karûbarên mirovî û xizmeta xelkê sivîl dikin, wî anî ziman.

"Ew niha ligel me weke hikûmeta xwecihî û ligel rêxistinên civaka sivîl kar dikin ji bo peydakirina ava vexwarinê ji xelkê re piştî ku DAIŞ projeya avê ya ku av digihand taxên li berava rojavayî girt ," wî got.

"Hêzên me bibandorî û karîna xwe bo hilgirtina hemû baran û derbaskirina zehmetiyan tekez kirin," wî got jî. "Nameya ji xelkê re ew e ku ew hatine daku DAIŞ ji nav bibin û wan ji xirabiya wê xilas bikin."

Hêzên Iraqî di şerê rizgarkirina Mûsilê de bi asteke bilind ji profesyoneliyê beşdar in di demekê de ku çavdêriya mafên mriovan dikin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewa emîd Fîras Beşar Sebrî ji Diyaruna re got.

Ev yek bi şahidbûna rêxistinên navdewletî yên mafên mirovan û medyayê hatiye piştrastkirin, wî got.

Erkekî niştîmanî û exlaqî ye

"Hêzên me bi awayekî baş li ser metodên şer û şerê di nav bajaran de hatine rahênan ligel çawaniya alîkarî, hawarçûn û rizgarkirina qurbaniyên sivîl," Sebrî got. "Ev erkekî niştîmanî û exlaqî ye ku ji aliyê hemû desthilatên serbazî ve tê tekezkirin."

Serbaz ketin di gelek haletan de ku diviyabû mameleyê ligel wan bikin ku alîkariya mirovî pêwîst bû, wî got jî, di nav wan de haletek hebû ku efserekî zarok ji dayikeke ku rehet dibû hilgirt di dema ku artêşê hewl dida wê ji DAIŞ rizgar bike.

"Xwedê selametî ji dayik û ji zarokê re nivîsand," wî got.

"Di haleteke din de me pêwendiyeke du xwekujan bi rêya radyoyê wergirt ku malbatek girtibûn û dixwestin xwe di nav wan de biteqînin eger ji aliyê artêşê ve hatin dorpêçkirin," wî got.

"Çar leşkeran yekser berê xwe dan wî cihî, tevlî teqekirineke giran li dijî xwekujan bûn û malbata girtî rizgar kirin," wî got jî.

"Gelek çîrok hene ku profesyonalî û mêrxasiya hêzên me, ligel pêbendbûna wan bi kontrolên mirovî nîşan didin," Sebrî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500