Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Çekdarên DAIŞ dest ji kampên rahênanê yên Mûsilê berdidin

Ala Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî di rêya biyabana li ser kenarên Çemê Dicle re, li bakurê rojhilatê bingeha derketinê ya sereke li Qeyara, di 20ê Cotmehê de, pêş dikevin, di dema operasyonekê de li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Ehmad Rubaye/AFP]

Hêzên Iraqî di rêya biyabana li ser kenarên Çemê Dicle re, li bakurê rojhilatê bingeha derketinê ya sereke li Qeyara, di 20ê Cotmehê de, pêş dikevin, di dema operasyonekê de li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê". [Ehmad Rubaye/AFP]

Hêzên Iraqî yên li bakurê Mûsilê çend kampên rahênanê, cihên bênvedanê û depoyên xwarinê yên li paşmayî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dîtin, berpirsên serbazî ji Diyaruna re gotin.

Kampeke rahênanê ya DAIŞ a ku li devera Şelalat li bakurê Mûsilê hat dîtin mezintirîn kamp e ku ji destpêka operasyona rizgarkirina Nînewa ve ku di 17ê Cotmehê de destpê kir hatiye dîtin, berpirsekî Iraqî yê bilind got.

Di nava dîwarên kampê de, ku sloganên handanê li ser bûn, hêzên Iraqî stûn dîtin ku weke armancan ji bo nîşangiriyê dihatin bikaranîn, ligel bombeyên bidestçêkirî û textereşên ku li ser wan dersên bikaranîna çekan hatibûn nivîsandin.

Serokê istixbarata Firqeya 16ê ya artêşa Iraqî Muqedem Amir Ebas ji Diyaruna re got ku kamp li ser rûbereke bêtirî 5,000 metrên çargoşe dirêj dibe.

Hêzên Iraqî karîn deverê bi temamî kontrol bikin, wî got.

"Di nava kampê de odeyên dersdayînê û cihên rahênanê li ser armancgirtinê û nîşangiriyê hene, ligel tunelên tevlîhev ên ku navenda kampê bi deverên niştecihbûnê yên derdorê ve girê didin," wî got.

Di nav kampê de, Ebas got, hêzên Iraqî çek, otombîl, cebilxane û alavên boberêjkirinê dîtin ku girûpê dest ji wan berdan dema ku ew ji deverê reviyan berî pêşketina hêzên Iraqî.

"Kontrolkirina vê kampê û yên din, ligel baregehên fermandariyê yên girûpê, karîna hêzên Iraqî bi şikandina girûpa terorîst li Iraqê nîşan dide," wî got.

Destdanîn ser malên taybet

Ligel kampa Şelalat, hêzên Iraqî dîtin ku DAIŞ kampên rahênanê di nav deverên niştecihbûnê û malên taybet ên ku dest danîbûn ser wan ava kiribûn, emîd Heyder Obeydî ji Ajansa Dije-terorê ya taybet ji Diyaruna re got.

Ajansa Dije-Terorê ji aliyê rojhilat ve derbasî bajar bû û piraniya şerê di nav Mûsilê de kir, bi awayekî serkeftî û çend tax kontrol kirin. .

Hêzên ewlekariyê kampeke rahênanê di nav du malên niştecihbûnê de li taxa Zuhûr li beşê navendî ji aliyê rojhilatê Mûsilê dît, wî got.

"Xelkê hêzên ewlekariyê derbarê kampê agahdar kirin her dema ku taxa wan hat rizgarkirin," wî got, anî ziman ku ew mal bi rêya korîdoreke nehênî hatibûn girêdan ku dihêle endamên DAIŞ bi asanî di navbera wan de bigerin.

Ew cihê, ku bi navê kampa Ebû Nuseyba Ensarî tê naskirin, odeyên rahênanê ligel cihên raketinê, mitbex û embareke xwarinê li xwe digre, wî got.

"Avahî têra 50 çekdaran dikir, ku navên wan li ser kaxezan hatibûn nivîsandin û bi deriyên odeyên wan ve hatibûn daleqandin," Obeydî got.

Li gundê Sumaqiyet Şebek li bakurê Mûsilê, DAIŞ dest danîbû ser hejmarek ji malên vala yên xelkê ku ji bajar reviyabûn daku ji xwe re bikar bîne, Rayid Omer Ebdulzehra ji yekîneya endazyarî ya Firqeya 16ê ya artêşa Iraqî, got.

Ev cih ji bo rahênana çekdaran dihatin bikaranîn û herwiha weke kargehan ji bo çêkirina otombîlên bombekirî û alavên teqîner, wî ji Diyaruna re got.

Ew kamp ji hinek malan pêk tê ku yên pêkhata Şebek in ku ew neçar bûn ku birevin, wî got.

"Yek ji malan kargeheke çêkirina otombîlên bombekirî bû, û yeke din ji bo çêkirina alavên teqîner bû û ya sêyem ji bo çêkirina mûşekên ku mehelî tên çêkirin bû," wî got.

Endazyarên Firqeya 16ê li ser pûçkirina teqemeniyan û ewlekirina malên niştecihbûnê li deverê kar dikin, wî got jî, û hewl didin ku ziyan û wêraniya ji encama kemiyên madeyên teqîner ên ku girûpê li pey xwe hiştin nehêlin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500