Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xelkê Mûsilê cihên veşartî yên DAIŞ eşkere dikin

Xalid Ta'î

Xelkê Mûsilê û efserên ewlekariyê hev silav dikin li beşekî rizgarbûyî ji parêzgeha Nînewa ya Iraqê. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Xelkê Mûsilê û efserên ewlekariyê hev silav dikin li beşekî rizgarbûyî ji parêzgeha Nînewa ya Iraqê. [Wêne ji Ajansa Dije-Terorê hatiye wergirtin]

Di demekê de ku hêzên Iraqî bêtir bo nav Mûsilê pêş dikevin, xelk alîkariya wan di proseyê de dikin bi rêya dayîna agahiyan derbarê cih, bingeh û veşargehên çekan ên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ), berpirsên Iraqî ji Diyaruna re gotin.

"Welatî amade ne ku piştgiriya hêzên xwe yên ewlekariyê bikin," Şihab Hesen, ku welatiyek ji taxa Semah li rojhilatê Mûsilê ye, got ku hêzên Iraqî ew destpêka Mijdarê ji DAIŞ vegerandin.

"Jiyana me di bin desthilata DAIŞ de nehêjabû tiştekî," wî ji Diyaruna re got. "Her tişt buha bû, tenê mirin belaş bû."

"Niha ji ber ku em ji vê kabûsê rizgar bûn, hevahengiya ligel hêzên me û agahdarkirina wan ji her tiştî, çi mezin an biçûk be, bûye erkê me hemuyan," wî got jî.

Hêzên rizgarker bi dehên ji van raportan rojane werdigrin, berpirsan got.

Xelk li beşên rizgarbûyî li Mûsilê alîkariya hêzên ewlekariyê bi her agahiya ku dikarin bidin dikin, endamê encumena parêzgeha Nînewa Husamedîn Ebar got.

"Hevahengiya navbera welatiyan û hêzên serbazî de zêde dibe û harmonî û îradeyeke cemawerî ya berfireh heye ji bo piştgiriya wan û xurtkirina karîna wan bo şikandina terorîstan," wî ji Diyaruna re got.

"Xelk ji endamên DAIŞ gelekî aciz bûne ji ber tundutûjî, hovîtî û tadayiya ku ew li ser destê wan terorîstan rastî hatin, û awayê ku jiyana wan kirin dojeheke bi zindî," wî got jî.

Destnîşankirina endamên DAIŞ

"Niha ji ber ku ji terorîstan hatine rizgarkirin, xelkê xwecihî dixwazin tolê hildin," Ebar got.

Artêş û hêzên polîs rojane agahiyan derbarê nav û wesifên endamên DAIŞ, cihên ku çek û teqemeniyên xwe li wan embar dikir, û cihên malên bomberêjkirî werdigrin, wî got.

Van agahiyan alîkarî di girtina gelek endamên DAIŞ de kirin û herwiha di eşkerekirina gelek kesên ku bi malbatên aware re bi dizî derbas bûn de," wî got.

Ajansa Dije-Terorê vê dawiyê karî ku herî kêm 20 endamên DAIŞ destnîşan bike ku nêzîkî Gogcelî li rojhilatê Mûsilê xwe veşartibûn piştî komkirina xelkê xwecihî ji bo piştrastbûn ji agahiyên wan ên kesayetî, wî got.

"Berî vê yekê, nêzîkî 120 terorîstên gumanlêkirî li devera Geyara hatin girtin," wî got jî.

Ebar bang li hêzên ewlekarî kir ku navendên komkirina agahiyan û pişkinîna li beşên rizgarbûyî ji Mûsilê vekin daku alîkariya wan di karê wan de bikin.

Niha databêzeke dewlemend li cem hêzên ewlekarî li ser endamên DAIŞ heye, fermandarê operasyonên Felûca ferîq Ebdulwehab Saidî ji Diyaruna re got.

"Me agahiyên hûr û tekûz li dor endamên DAIŞ ji xelkê xwecihî û çavkaniyên xwe yên istixbaratî wergirtine, ligel nav û wêneyan û herwiha li ser bingeh, karînên şer û çekên di dest wan de," wî got.

"Em kar dikin ku sûdê ji van agahiyan werbigrin, ku ev yek girîng e di alîkarîkirina me de ji bo piştrastbûn ku şerê ligel terorîstan dê di berjewendiya me de be," wî got jî.

Çavkaniyeke sereke ya agahiyên istixbaratî

"Welatî îro çavkaniyeke sereke ya agahiyên istixbaratî ji me re pêk tînin û eşkerekirina çekdarên ku di nav awareyan de reviyane, di nav de çekdarên xwecihî û biyanî, asan dikin," Saidî got.

Pişkinînên ewlekarî ji bo naskirina nasnameya xelkê xwecihî ne û bi hevahengiyê ligel ajansên istixbaratî yên wezareta Hundir û ya Berevaniyê tên kirin ji bo rêgirtin li DAIŞ ku ewlehî û aramiyê li deverên rizgarbûyî têxe jêr metirsiyê de, wî got jî.

"Şerê rizgarkirina Mûsilê armancên xwe bicih dike û êdî karîna DAIŞ a rawestandina pêşveçûna hêzên me tune ye," wî got jî.

"Endamên DAIŞ berê xwe dane xweveşartin û revê piştî ku di meydana şer de rastî şikestinê hatin," berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewa emîd Fîras Beşar Sebrî got.

Hêzên ewlekarî, bi hevahengiyê ligel agahdarkerên xwecihî, gelek endamên DAIŞ ku xwe di nav malbatên aware de veşartibûn girtin gava ku wan cilên jinan an kincên artêşê li xwe kiribûn, û rihên xwe kur kiribûn, wî got.

"Li her devereke ku em rizgar dikin, em hewl didin ku welatiyan han bidin ku agahiyan derbarê terorîstên DAIŞ û veşargehên wan bidin, û amadebûneke mezin ji xelkê xwecihî heye ku agahiyên ewlekarî yên pêwîst bidin hêzên me," Sebrî got.

"Ji ber vê piştgiriya cemawerî em niha dikarin pişta terorîstan bişkînin, ne girîng e çi metodan an jî awayên xweveşartinê ew bikar tînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500