Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Di bin "xîlafetê" de zewicî bûn û jin û mêrên Iraqî dîsa dibêjin "ez qebûl dikim"

AFP

Zilamekî Iraqî li benda wergirtina belgeyên fermî ye li dadgeha Geyara di 6ê Kanûnê de. [Geylan Hacî/AFP]

Zilamekî Iraqî li benda wergirtina belgeyên fermî ye li dadgeha Geyara di 6ê Kanûnê de. [Geylan Hacî/AFP]

Li Geyara, dadgeheke medenî bi Iraqiyan tije bûye daku ew bo cara duyem bizewicin, jidayikbûyan tomar bikin û belgeyên ku di dema rêveberiya cîhadî de wergirtibûn biguherin.

"Gelo tu Ehmed weke hevserê xwe yê qanûnî qebûl dikî?", dadwer ji Selma dipirse li dadgeha sivîl a ku li Geyara, bajarokekî li ser çemê Dîcle li başûrê bajarê Mûsilê, dîsan hat vekirin.

Xanima ciwan got belê, piştî salekê ji pevguhertina sozan li pêş oldarekî misilman li Mûsilê, ku mezintirîn bajarê li bakurê Iraqê ye û li wir hêzên Iraqî şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) dikin.

Belgeya zewaca jinûmêran a ku wê demê hat dayîn, ku bi navê DAIŞ û bi xetmên wê hatibû temamkirin, bi çavê rêveberiya federal a Iraqî bêqîmet e.

Rêxistina cîhadî, ku hin herêman li Sûriyê kontrol dike, di 2014an de dest danî ser beşên mezin ji Iraqê û xîlafeteke ku beşên mezin ji herdu welatan li xwe digre ragihand.

Di gaveke bêhempa de di cîhada modern de, "xîlafeta" ku li Mûsilê hat ragihandin ezmûneke bi avakirina dewletekê bû ku tê de artêşek ji oldar û tomarkeran rêveberiyeke paralîl birêve dibirin û wan bi milyonên "belgeyên fermî" derxistin.

Hêzên Iraqî operasyonek ji bo vegerandina Mûsilê di 17ê Cotmehê de destpê kirin û, her dema ku karîbûn birevin, Ehmed û Selma hatin dadgeha Geyara daku hevjînîkirina xwe bi fermî bikin.

"Em berî salekê zewicîn lê min belge ji DAIŞ wergirtin û itiraf bi wan nayê kirin," Ehmed piştî merasîmê ji AFP re got.

"Me xwest em werin vê dadgehê daku vê belgeyê werbigrin berî ku em biçin Bexdayê," wî zelal kir.

Jina wî ya ciwan li ber wî sekinî bû û dibişirî, hicabeke reş li dora ruyê wê yê ku gelekî bimekyacbû bû.

Wan herduyan qebûl nekir ku navên xwe yên tam bibin û xwestin ku wêneyên wan neyên girtin, ji tirsa li ser selametiya kesûkarên wan ên ku li taxên di dest DAIŞ de li Mûsilê mane.

Dorên dirêj

Li pêş dadgeha Geyara, ku di naverasta Mijdarê de dîsan hat vekirin piştî ku hêzên Iraqî vê havînê bajarok ji DAIŞ standin, bi dehên kesan di dorê de bûn.

Hinekan dixwestin sozên xwe yên zewacê vegerînin, hineke din dixwestin jidayikbûna zarokên xwe tomar bikin.

Ebdulezîz Ibrahîm, yê 25 salî ji Geyara, di nav wan de bû û zelal kir ku wî dixwest zewaca xwe ya di serdema xîlafetê de li ba desthilatên federal ên ku niha vegeriyane bi fermî bike.

"Ez hatime daku zewaca xwe tomar bikim" wî xortî got, anî ziman ku ew herwiha hêvî dike ku "belgeyeke jidayikbûnê ya kurê xwe Hemza, yê ku di bin serweriya DAIŞ de jidayik bû, bi dest bixe".

Hevdem, di temenê bêtirî du salan de, hebûna qanûnî ya Ehmedê biçûk nêzîk bûye ku destpê bike.

Ew ligel malbata xwederbas bû , tev du şahidan daku ew li ser belgeya jidayikbûna zarok îmze bikin.

"Ehmed di Tebaxa 2014an de jidayik bû, du mehan piştî ku DAIŞ derbasî bajarokê me bû," dayika wî Hemda Mehmûd got, ku rahijtibû kurê xwe yê ku çakêtekî stûr û bi kum rîs li xwe kiribû.

"Me hewl jî neda ku belgeyeke jidayikbûnê jê re derxin di wê demê de ji ber ku me dizanî ku dadgehên DAIŞ dê itiraf bi wan neyê kirin. Ji ber vê yekê em li bendê man," wê got. "DAIŞ gelekî tadayî li me kir."

Li odeya dadgehê ya qerebalix, dadwer hewl dida ku careke din desthilata xwe tekez bike piştî du sal û nîvan ji desthilata cîhadî ya ku bi qanûna terorî û têgihiştina tund a şerîetê hatibû naskirin.

"Li vir dereceyên qanûnî li ba me hene, wî got.

Tariq Cibûrî, yek ji parêzerên ku li Geyara kar dike, ji AFP re li derveyî dadgehê got: "Tomarên zewac, jidayikbûn û mirinê li dadgehên deverên di bin kontrola DAIŞ de bi temamî cemidî ne."

"Niha ku hinek ji van deveran tên rizgarkirin, xelk gavan diavêjin" ji bo bidestxistina belgeyên fermî, wî zelal kir.

Ne hemû xelkê ku sibeha sar li derveyî dadgeha Geyara di dorê de bûn dixwestin belgeyên ku ji aliyê DAIŞ ve hatibûn derxistin biguherin.

Serhan Meter, yê 56 salî, got ku ew hatiye daku belgeya mirina kurê xwe bibe, "polîs bû ku ji aliyê DAIŞ ve hat kuştin dema ku cîhadî derbasî Geyara bûn".

Wî got ku wî dixwest daxwaza qerebûkirinê ji bûka xwe û zarokên kurê xwe re bike, herwiha "giliyekî li dijî DAIŞ tomar bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500