Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Vegeriyayên Felûca jiyana xwe ya mayî werdigrin

Seyf Ehmed li Enbarê

Xwendekarên Felûca dubare waneyan li refên xwe werdigrin ji dema ku bajarê Enbarê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Xwendekarên Felûca dubare waneyan li refên xwe werdigrin ji dema ku bajarê Enbarê ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hatiye rizgarkirin. [Seyf Ehmed/Diyaruna]

Ji dema ku "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ji Felûca hat derxistin di Hezîranê de, kolan ji bermahiyên teqîner ên şer hatin pakirin û nêzî 19,000 malbatên aware vegeriyane warê xwe, berpirsan ji Diyaruna re got.

Ji bo hêsanîkirina vegera wan, du xalên derbasbûyînê li herdu aliyên rojhilatî û rojavayî yên bajarê Enbarê hatin vekirin, qayimeqamê Felûca Îsa Sayir got.

Malbat di rêbenda Suqûr re herikîn beşê rojhilatî ji bajêr û di xaçarêya Selam re Pira Cumhûriya ya nû li rojava derbas kirin.

Destûra vegera malbatan bo malên wan hat dayîn piştî ku mayînên ku çakdarên DAIŞ çandibûn dema ku grûp ji bajar reviya hatin pûçkirin û xaniyên bombrêjkirî hatin pakirin, Sayir got.

Firoşyarekî gerok mêve û şênkatiyan li Felûca difroşe piştî ku bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Saif Ahmed/Diyaruna]

Firoşyarekî gerok mêve û şênkatiyan li Felûca difroşe piştî ku bajar ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Saif Ahmed/Diyaruna]

Xizmetguzariyên hikûmî weke avê û elektirîka niştîmanî êdî li hejmareke ji taxan berdest in, wî ji Diyaruna re got, û jeneratorên ehlî hatine danîn.

"Malbatên deverê bi kêfxweşî zehmetî li paş xwe hiştin dema ku ew vegeriyan malên xwe piştî ku ew hatin neçarkirin ku bo heyama sê salan aware bin," Sayir got.

Evna "salên bi zehmetî bûn" ji wan kasên ku hatin neçarkirin ku ji warê xwe dûr kevin bi sedema terorîzmê, wî got.

Hêzên ewlekariyê û komîteyên hikûmetê vegera awareyan çavdêrî dikin bi rêya herdu dergehên darbasbûnê yên ku bi rêya komputeran bi databasê re hatine girêdan daku belgeh û nasnameyan bipişkinînin, wî got.

Herwiha ew xwedan desthilat in ku kesên daxwazkirî bigrin, wî anî ziman.

Rojên tarî li jêr desthilata DAIŞ

Dema ku DAIŞ bajar kontrol dikir, endamên wê "gef li sivîlan dikirin û ew ji jiyana bi aştî bêbeş dikirin", Usama Elî Cumêlî, ku sêniyekî 41 salî ye ji taxa Şurta li navenda Felûca, got.

Grûpê cezayên hovane disepandin mîna birîna destên çixarevexweran, xaçkirina kesên ku meyê vedixwin û celdkirina mêrên ku rihên xwe dirêj nakin an jî cilên Islamî lixwe nakin, wî ji Diyaruna re got.

"Dema ku em vegeriyan Felûca, em pir kêfxweş bûn ku em vegeriyan malên xwe piştî du sal û nîvan ji awarebûnê," Cumêlî got.

"Hêzên Iraqî, ku ji artêş, yekîneyên hawarçûnê, û hêzên êlan pêk dihatin, roleke şerefdar leyistin û em bi himbêzan pêşwazî kirin," wî got. "Wan xwarin û av dan me çaxê em li navenda wergirtina awareyan bûn li rêbenda Suqûr heta ku me bacên taybet wergirtin daku destûr ji me re bê dayên ku em derbasî bajêr bibin."

"Dema ku DAIŞ serdest bû, hertişt tarî bû," wî got. "Em naxwazin careke din terorîzm derbasî malên me bibe li Felûca."

Ji bo garantîkirina ewlehiya bajar û parêzgehê, "divê hemû şêniyên Enbarê ligel hêzên ewlekariyê hevkar bin daku şanên mayî yên DAIŞ li deverên rojavayî ji parêzgehê jinav bibin û divê hemû çalakiyên biguman rapor bikin", Cumêlî got.

Dilşadiya tevî wêraniyê

Felûca "bajarê aştiyê ye yê ku terorîstan xwestin wî pîs bikin, lê ew hat paqijkirin û rizgarkirin ji çeteyên DAIŞ", Diyana Owêd Muhemedî, şêniya 38 salî ji taxa Mowelimîn, got.

"Niha em dikarin derbasî Felûca û malên xwe bibin. Em dilşad in tevî wêraniya ku bajar rastî hatiye," wê ji Diyaruna re got.

Dema ku ew serdest bû, DAIŞ nedihişt jin li cihê kar tevlî mêran bibin û li bazarê lixwekirina cilên reş, nîqab û lepikan disepand, Muhemedî got.

"Ev yek li ser keçên ciwan û zarokan jî neçarî bû," wê got, da zanîn jî ku tirsa ji DAIŞ bidawî bû û jiyana asayî berqerar bû.

"Saziyên hikûmetê û hêzên ewlekarî xwarin û alikariyê mirovî dane me dema ku em derbasî Felûca bûn," Muhemedî got. "Wan herwiha ava vexwarinê ji me re peyda kir û herwiha elektirîk ji jeneratoran."

"Lê belê em daxwaza xizmetguzariyên din dikin weke elektirîka niştîmanî, û hêvî dikin ku hewlên nûavakirina hertiştê ku DAIŞ wêran kiriye bên dayîn," wê got jî.

Salên tehl û zehmet li awarebûnê

"Hersê salên ku me li Bexdayê derbas kirin tehl û zehmet bûn," şêniyê taxa Cumhûriya Casim Ebdulah Şimerî, 49 salî, ji Diyaruna re got.

"Em gelekî kêfxweş bûn dema ku em vegeriyan Felûca, tevî ku xaniyê min ji aliyê terorîstan ve hatibû şewitandin ji ber ku kurê min efserekî artêşa Iraqî ye," wî got.

"Lê belê, em dê bi ciddî bixebitin, û dubara xaniyê xwe ava bikin û di rûyê hovîtiya terorîzmê de bisekinin bi piştgirîkirina me ji hêzên me re" wî got.

Tevahiya xelkê Enbarê -- bi taybet Felûca -- ji DAIŞ êşiyan, Şimerî got, û da zanîn ku grûpê komkujî di derheqê xelkê bêrî de pêk anîn.

Karên hov ên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine pêkanîn serjêrkirin, celdkirina xortan û recimandina jinan bi hincetên sivik, weke çigarekêşanê yan kêşana şîşeyê, guhdarîkirina mûzîkê yanjî bikaranîna mobaylan, wî got.

"Lê niha em dikarin bi serbestî di nav Felûca bigerin bêyî tirs an dudilî, û em bi dîtina dost, malbat û kesûkaran dilxweş dibin," wî got jî.

Dengê bombe û mûşekan û êrîşên DAIŞ li Felûca Şihab Mihemed Anî, yê 39 salî, neçar kir ku bireve û ji mala xwe derkeve bo bêtirî du sal û nîvan "di şertûmercên ku herî baş dikarin weke zehmet werin wesifkirin de bijî", wî ji Diyaruna re got.

"Em reviyan Kerkûkê, û îro em dikarin bi awayekî ewle û aram vegerin bajarê xwe, " wî got.

Gelek xelk vegeriyane ser karên xwe, di nav de karmendên sektorên giştî, şofêrên kamyon û teksiyan û karkerên avakirinê, û dikanan deriyên xwe vekirine bêyî tirsa ji DAIŞ, Anî got.

Felûca careke din bi xelkê xwe tije bûye, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500