Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hemam Elîl tarîhiya bin desthilata DAIŞ eşkere dike

Xalid Ta'î

Jin û zarokên bajarokê Hemam Elîl ê li parêzgeha Nînewa li dora endamên hêzên Iraqî kom bûne ji bo wergirtina xwarinê di destpêka Mijdarê de. [Wêne ji Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Jin û zarokên bajarokê Hemam Elîl ê li parêzgeha Nînewa li dora endamên hêzên Iraqî kom bûne ji bo wergirtina xwarinê di destpêka Mijdarê de. [Wêne ji Weqfa Sunî hatiye wergirtin]

Xelkê Hemam Elîl, bajarokekî li başûrê Mûsilê ye ku destpêka vê mehê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hat rizgarkirin, ji Diyaruna re çîrokên bizdêner derbarê jiyana xwe di bin desthilata girûpê de vedibêjin.

Polîsê berê Macid Şukir got wî "jiyaneke tehil" di bin desthilata DAIŞjiyan dikir, ku ew ji cihekî diçû cihekî din ji tirsa îşkencekirinê, ji ber ku endamên DAIŞ artêş, polîs û heta fermanberên hikûmetê dikirin armanc.

"Ez neçar bûm ku bi rojan bê av û xwarin li çolê bimînim, û carinan min xwe di korteke ku min li mala kesûkarekî xwe kolabû vedişart," wî got.

"Di hinek çaxan de min mirin hêvî dikir," wî got, da zanîn jî ku çekdarên DAIŞ xelk digirtin û di zindanan de ew heta mirinê îşkence dikirin.

"DAIŞ ofîsên hikûmetê li sektora me kiribûn navendên îşkencekirinê ku li wir gelek awayên îşkencekirinê dihatin pêkanîn," welatiyekî Hemam Elîl bi navê Leys Mihemed ji Diyaruna re got.

Xelkê bihîst ku DAIŞ gelek xortên bajarok avêtin van zindanan bi hincetên cuda, wî got, bi taybetî endamên ewlekariyê yên berê ku girûpê ew bi hevahengiya ligel hikûmetê tometbar kirin.

"Hinek ji qurbaniyan li ser stûnên elektirîkê li navenda bajar hatibûn xaçkirin, ji aliyê komeke teqeker hatibûn kuştin anjî bi kêrê hatibûn serjêkirin," wî got.

"Çarenivîsa her kesê ku hewl dida wan binax bike mirin bû," wî got jî. "Me didît çawa kûçikan laş dixwarin."

Gorên bikom hatin eşkerekirin

Di dema lêgerîna xwe de li Hemam Elîl, hêzên Iraqî goreke bikom dîtin ku igrûpê qurbaniyên xwe lê binax kiribûn. .

Gor 7ê Mijdarê li nêzîkî Kolêja Çandiniyê hat dîtin, berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewa Emîd Fîras Beşar Sebrî got.

"Wê bermahiyên nêzî 70 laşan li xwe girt, piraniya wan belavbûyî bûn, ew laş yên welatiyên ku berê endamên artêşê û polîs bûn, ligel ên welatiyên din," wî ji Diyaruna re got.

"Hinek xelkê karîn bi xwe zarokên xwe yên serjêkirî nas bikin, ji ber tiştên wan, û niha taqîkirin tên kirin ji bo destnîşankirina nasnameyên qurbaniyên din," wî got.

"Piraniya kesên ku li devera Hemam ji aliyê DAIŞ ve hatibûn girtin xelkê gundên Hûd û Lezaka bûn," endamê encumena parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Weka got.

"Gora hatie dîtin welatiyên ji van herdu gundan ên ku bûne qûrbanî li xwe digirtin, ku serhildaneke cemawerî ya çekdar pêk hat berî çend rojan ji gihiştina hêzên ewlekariyê dema ku 11 çekdar [ên DAIŞ] hatin kuştin, lîder jî di nav wan de hebûn," wî got.

Rastîhatina sivîlan ji zererê re

Weka nîgeraniya xwe nîşan da ji ber ku ew dibîne dê endamên DAIŞ zererê bigihînin sivîlên bêtir anjî wan bikujin weke karvedanekê li ser şikestinên girûpê li ser destê hêzên Iraqî û yên hevpeymaniyê.

Gelek raport ji aliyê xelkê deverên rizgarbûyî li başûrê Mûsilê ve hene ku behsa çawaniya revandina zarokên xwe anjî endamên malbatên xwe ji aliyê DAIŞ ve dikin, Weka got.

"Ew nizanin ew li kû ne û çi bi serê wan hatiye," wî got.

Xelkê Hemam Elîl behs dikin ku çawa endamên DAIŞ xwe li pişt xelkê vedişartin di dema veşkişînê de beriya pêşketina hêzên ewlekariyê.

Sebrî tekez kir ku ev halet bi rastî çêbûne.

"Di dema pêşketina me de li devera Hemam, me bi sedên malbatan rizgar kir ku ew ji aliyê DAIŞ ve hatibûn girtin û weke mertalên mirovî dihatin bikaranîn ," berdevkê Fermandariya Operasyonên Nînewa got.

"Me hawarçûn û alîkariya bijîşkî pêşkêşî wan kir û me ew şandin warên wan," wî got. "Piraniya wan ji gundên li başûrê Hemam Elîl bûn û ji aliyê girûpê ve hatibûn neçarkirin ku ligel wê birevin daku rê li armancgirtina endamên wê bê girtin."

"Xelkê Hemam jiyaneke tarî û bitirs di serdema DAIŞ de dijiyan, û bi rizgarkirina wan îro, jiyaneke nû ji wan re hat nivîsandin," Parlementerê Iraqî yê parêzgeha Nînewa Ehmed Medlûl Cerba ji Diyaruna re got.

"Ev girûp dijminê mirovahiyê ye û dilovaniyê nas nake," wî got. "Binpêkirinên wê ji mafên xelkê xwecihî re beşek in ji gelek tawanên ku wê li dijî bêsûcan pêk anîne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500