Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Xizmetguzarî li beşên rizgarbûyî yên Nînewa tên vegerandin

Ala Husên li Bexda

Otombîlên kar agiran vedimirînin û deveran paqij dikin berî vegerandina xizmetguzariyan li beşên rizgarbûyî yên parêzeha Nînewa. [Wêne ji aliyê parêzgarê Nînewa Nofel Hemadî ve]

Otombîlên kar agiran vedimirînin û deveran paqij dikin berî vegerandina xizmetguzariyan li beşên rizgarbûyî yên parêzeha Nînewa. [Wêne ji aliyê parêzgarê Nînewa Nofel Hemadî ve]

Her dema ku artêşa Iraqî û polîsê federal gihiştin devera derdora Mûsilê, hikûmeta Iraqê rênma dane rêveberiyên xwe yên xizmetguzariyê yên xwecihî ji bo berdewamkirina peydakirina xizmetguzariyan û ewlekirina jêrxaneyê li deverên rizgarbûyî.

Di civînekê de ligel endamên encumena parêzgeha Nînewa ku 11ê Mijdarê birêve çû, Serokwezîr Heyder Ebadî daxwaz ji hemû rêveber û karmendên rêveberiyên xizmetguzarî li parêzgehê kir ku kar li deverên rizgarbûyî dîsan destpê bikin.

Peydakirina xizmetguzariyên giştî dê piştgiriya destketinên ewlekarî yên artêşa Iraqî bikin, alîkariya wê ji bo pêşketinê bi zexmeke xurtir bike, û awarebûna xelkê bo kampên qelebalix kêm bike, wî got.

Rêveberiya şaredariya Nînewa yek ji rêveberiyên xizmetguzariyê yên destpêkê bû ku li deverên rizgarbûyî li Deşta Nînewa û deverên başûrê Mûsilê dest bi kar kir, rêveberê şaredariyê Ebdulqadir Hesen ji Diyaruna re got.

Tevî kêmbûna çavkaniyên darayî, wî got, şaredariyê, bi piştgiriya Wezaretên Avakirin û Şaredariyan û rêxistinên navdewletî, dest bi rakirina paşmahiyên şer, bermayî û zibilê ji gelek deverên rizgarbûyî kir.

Tîmên şaredariyê karîn, di demeke qiyasî de, ku deverên rizgarbûyî li başûrê Mûsilê paqij bikin, wî got, bi taybetî li Geyara û Hemam Eleîl .

Lê belê, ew rastî zehmetiyeke mezintir tên, li sektorê bakurî yê Deşta Nînewa li Başîqa, Bertela û Hemedaniya, ku bi temamî hatine valakirin û bi hewceyî hewlên bêtir in ji bo handana malbatan bo vegera bo warên xwe.

Zehmetiyên zêdetir

Ligel rakirina teqemenî û paşmahiyên şer, zehmetiyên ji cureyekî din rastî şaredarî û rêveberiyên xizmetguzariyê tên di karê li deverên rizgarbûyî de, qayimeqamê Mûsilê Husên Elî Hacim ji Diyaruna re got.

"Îro em rastî zehemtiya gorên bikom ên qurbaniyên DAIŞ tên ," wî got.

Evna goreke bikom a li Kolêja Çandiniyê li Hemam Elîl li xwe digre ku bêtirî 150 laşên bêserî û nenaskirî têde bûn, wî got.

Rêveberiyên xizmetguzariyê nikarin van laşan rakin heta gihiştina stafê pispor ku dê dest bi erkê destnîşankirin û analîzekirina laşan bike beriya ku ew bi awayekî guncav werin binaxkirin.

"Gelek malbatên kesên bêcihûwar ji Hemam Elîl, Şûra û Geyara êşê jiyan dikin ji ber ku ditirsin ku ew laş ên kesûkarên wan bin ku ew ji aliyê DAIŞ ve hatibûn revandin," wî got.

Berî çend hefteyan, wî got, çekdarên DAIŞ bi dehên malbatan birin deverên nenas û tê texmînkirin ku hinek ji wan li Hemam Elîl û cihên din îdam kiribin.

Dariştina Pilana paş-rizgarkirinê

Mûsil dê bo heşt sektoran were dabeşkirin piştî rizgarkirinê, Hacim got, ku çar ji wan dikevin ser berava rastê ji Dicla û çar ên din li ser berava çepê.

Her beşek dê weke rêveberiyeke serbixwe were mamelekirin heta ku weke herêmekê were naskirin, wî got jî.

Beşê li berava çepê dê ji aliyê cîgirê yekem ê parêzgar ve were birêvebirin û beşê li aliyê rastê ji aliyê cîgirê duyem ve, wî got, ku piştgiriya wan ji aliyê stafekî mutcanis ji alîkaran were kirin ligel rêveberên saziyên hikûmetê li parêzgehê.

Kadroyên li herdu beşên bajar dê di bin serperiştiya rasterast a parêzgarê Nînewa Nofel Hemadî de bin, ku ew dê raportan bigihîne Elî Elaq li ofîsa Serokwezîr a teybet bi rêvebirina krîzan.

Her girûpek li her heşt sektoran dê zerera ku di dema şer de çêbûye hesab bike û dê şêwirî û tiştên pêwîst radestî desthilatên bilindtir bikin ji bo vegerandina aramiyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan li wan deveran, wî got.

Bernameya Pêşxistinê ya NY jî pilan dariştina ji bo pêşkêşkirina av, elektirîk û xizmetguzariyên tendirustî ji xelkê Mûsilê re piştî rizgarkirinê, parêzgar Hemadî ji Diyaruna re got.

"Bernameya Pêşxistinê ya NY $13 milyon ji bo piştgiriya hikûmeta xwecihî di peydakirina xizmetguzariyan ji bajar re terxan kirine," wî got, da zanîn ku DAIŞ biqesd jêrxane û dezgehên xizmetguzariyê li gelek cihên ku ji wan reviyaye wêran kiriye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500