Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên rizgarker ber bi Reqaya di destê DAIŞ de pêş dikevin

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

Endamên ji Hêzên Sûriya Demokratîk cihên xwe digrin di dema qonaxa yekem de ji êrîşa rizgarkirina Reqa, ku ew bi awayekî serkeftî di 14ê Mijdarê de bidawî hat. [Wêne ji aliyê HSD ve]

Endamên ji Hêzên Sûriya Demokratîk cihên xwe digrin di dema qonaxa yekem de ji êrîşa rizgarkirina Reqa, ku ew bi awayekî serkeftî di 14ê Mijdarê de bidawî hat. [Wêne ji aliyê HSD ve]

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ber bi bajarê Reqa yê Sûriyê ve pêş dikevin piştî serkeftinên ku di qonaxa yekem de ji kampanyaya rizgarkirina deverê ji "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hatin bidestxistin.

Roja Yekşemê (27ê Mijdarê) hêzên HSD şerê endamên DAIŞ li devereke dikeve dora 25 kîlometran li bakurê bajar dikirin, AFP ragihand.

Qonaxa yekem ji kampanyaya Xezaba Firat, ku di 5ê Mijdarê de destpê kir, rizgarkirina hejmareke mezin ji gund û zeviyên li gundewarên Reqa ji destê DAIŞ li pey xwe anî. .

Alavên serbazî û otombîlên ku ji aliyê DAIŞ ve dihatin bikaranîn hatin ji aliyê HSD ve rûxandin, HSD jî hevpeymaniyeke Erebî-Kurdî ye ji şervanên Ereb, Kurd, Siryanî û Turkmen pêk tê, û 167 çekdarên DAIŞ di operasyonê de hatin kuştin.

Qonaxa yekem ji kampanyayê xwest Reqayê îzole bike weke amadekariyekê ji rizgarkirina bajar re, berdevkê HSD emîd Telal Silo di konferanseke çapemenî de roja 14ê Mijdarê got û bidawîhatina wê ya bi serkeftî ragihand.

"Rizgarkirina bajarê Reqa û deverên gundewarên wê ne erkekî asan e ku dikare bilez were temamkirin," wî got.

Pilaneke sê-qonaxî

Bajar asêgeheke sereke ya DAIŞ e û paytexta tiştê ku weke xîlafeta wê tê naskirin e, û girûpê hejmareke mezin ji çekdarên Sûrî û biyanî li wir bicih kirine, fermandarê tabûreke HSD Xessan Îbrahîm got.

Ji ber vê yekê, wî ji Diyaruna re got, pilaneke ji sê qonaxan hatiye danîn ji bo "hêdî hêdî îzolekirina deverê û di dawiyê de dorpêçkirina Reqa beriya derbasbûnê û paqijkirina wê ji endamên DAIŞ".

Qonaxa yekem "armanca wê destpêkirina danîna dorpêçekê li ser deverên ku di bin destê DAIŞ de bû", wî zelal kir, ku hêzên HSD bi kûrahî derbasî deverê bûn û bi asoyî heta bi 46 kîlometran belav bûn.

Di nav deverên ku nû hatin rizgarkirin 65 gund û zevî ne ku xwedan girîngiyeke stratejîk in ji ber hebûna heft giran ku ew dikarin weke cihên serbazî werin bikaranîn, wî got, ligel bingeheke elektirîkê û stasyoneke şandina avê.

HSD termên herî kêm 167 çekdarên DAIŞ ku di qonaxa yekem a operasyonê de hatin kuştin jimartin, Îbrahîm got, ku 34 ji wan di destê me de ne daku em nasnameyên wan piştrast bikin.

Çar çekdarên DAIŞ hatin girtin û lêpirsîn bi wan re tê kirin, wî got jî.

Îbrahîm got ku pêşveçûna şer "gelekî zehmet e, ji ber rastiya ku ew zevî û gund dûrî hev in û devera ku lê ne biyabanî ne, ku kes nizane bê piştî çend metran dê çi rastî wî were".

"Pêşveşûn tije metirsiyên cidî ye ji ber hebûna hejmareke mezin ji davên teqîner û mayînên ku ji aliyê endamên DAIŞ ve hatine çandin, ligel otombîlên bombekirî ku ji aliyê girûpê ve li pey hev tên şandin û berî aniha hatin rawestandin beriya ku bigihin hêzên me," wî got.

Hêzên HSD 12 otombîlên bombekirî yên DAIŞ teqandin, wî got, ligel rûxandina hejmareke mezin ji otombîlên serbazî, topxane, kamyon û motoran.

Sivîlên aware

Nêzîkî 8,000 welatî ji deverên xwe aware bûn e di qonaxa yekem a kampanyayê de, berdevka HSD Cîhan Şêx Ehmed ji Diyaruna re got.

"Ew xelkê wan gund û zeviyan in ên ku ji DAIŞ hatine rizgarkirin in," wê got.

Operasyonên paqijkirin û rêşkirinê ji bo rakirina davên teqîner û mayînên ku ji aliyê DAIŞ ve hatine çandin berî ku ew ji wan deveran derkeve berdewam in, wê got, û dê xelk bikaribin vegerin malên xwe her dema ku ev kar temam bibe.

Pirsa sivîl û awareyan xwedan "girîngiyeke zêde ye" ji kesên berpirsyar ji kampanyayê re, wê got, "bi taybetî ji aliyê peydakirina rêyên derketinê yên ewle ji deverên wan û dabînkirina alavên girîng ji jiyana wan re berî ku ew vegerin".

Armancên qonaxa yekem a kampanyayê hatin bicihkirin, wê got, tekez jî kir ku operasyonên serbazî berdewam in, "û kar berdewam e ji bo asêkirina dorpêçê li derdora deverên din ên gundewarên Reqa".

Agahiyên çewt ên DAIŞ

Şerên di qonaxa yekem a kampanyayê de "agahiyên çewt ên ku ji aliyê DAIŞ ve tê bikaranîn" eşkere kir , Wehîd Xelef, çekdarekî kampanyayê ku bi eslê xwe ji gundê Xelef Bek ê ku nû hatiye rizgarkirin, got.

DAIŞ îdia kir ku hêzeke wê ya şerker a mezin heye, wî ji Diyaruna re got, "ku derewbûna vê îdiayê hat eşkerekirin, ji ber ku devera rizgarbûyî ne biçûk bû lê tevî vê yekê li hember pêşketinên bilez ên HSD bi tenê di çend rojan de ketin".

"Piraniya endamên DAIŞ di destpêka kampanyayê de reviyan," wî got. "Hemû tiştê ku mayî bi tenê çend endam in, ku hejmara wan ne li gorî berfirehbûna deverê ye."

Xelkê ku karîbûn bigihin deverên ewle ji hêzên rizgarker re gotin ku çekdarên DAIŞ hewl dan ku sivîlan li cem xwe bihêlin daku wan weke mertalên mirovî bikar bînin, wî got, "lê xuya ye nikarîn wan kontrol bikin, vê yekê hişt ku sivîl bi kom birevin".

Moral û rihê şerkirinê yê xurt li cem hêzên HSD faktorekî sereke bû di serkeftina bilez a operasyonê de, wî got.

Sedema vê yekê bêtir ji ber ku piraniya şervanên kampanyayê "xelkê herêmê ne, ku gelekî dixwazin wê ji DAIŞ rizgar bikin piştî tirs û terorîzma ku xelkê wê rastî hat di bin desthilata DAIŞ de", wî got jî.

"Endamên girûpê ditirsiyan û bawer nedikirin ku dê kampanya bi rastî destpê dike, û ev yek sedema hejmara kêm a qurbaniyan di nav HSD de zelal dike, ji ber ku tenê şervanek [yê HSD] şehîd bû û çar şervanên din bi sivikî di operasyonên serbazî debirîndar bûn," Xelef got.

Tu kuştî di nav sivîlan de nebû, wî got, ji ber ku ne nêzîkî cihên pevçûnan bûn, ji bilî du deverên ku bi baldarî mamele li wê derê dihat kirin di dema operasyona pakirinê ya destpêkê de ji bo piştrastbûn ku zerer nagihe tu kesê sivîl.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500