Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mekanîkên Mûsilê bi miftên renj şerê çekdarên DAIŞ dikin

AFP

Mîkanîkê artêşa Iraqê Husên Humviyeke firqeya duyem a Hêzên Taybet ên Iraqî li taxa Semah li Mûsilê çak dike, roja 17ê Mijdarê. [Odd Andersen/AFP]

Mîkanîkê artêşa Iraqê Husên Humviyeke firqeya duyem a Hêzên Taybet ên Iraqî li taxa Semah li Mûsilê çak dike, roja 17ê Mijdarê. [Odd Andersen/AFP]

Ew bi miftên renj li şûna tifengan çekdarkirî ne û gelek kêm li eniyên pêşî tên dîtin, lê belê mîkanîkên Mûsilê dibêjin ku şerê dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) hewcedarê wan e.

"Eger Hemvî xerab bibin û çek kar nekin û tu kes nebe wan çêbike, em dê çawa dijî DAIŞ pêş bikevin? Muqedem Enwer Recdî, ku serkêşiya yekîneyên hêzên bijare yên ajansa Dije-Teror ya Iraqî dike, got.

Fermanderê bejindirêj bi serberzî got ku yekîneya wî "beşê herî girîng e" jê şerê bajarê duyemîn ê Iraqê ,dawîn bajarê ku hin di bin kontrola DAIŞ de ye, ku ev meheke li dar e.

Dema ku ew zêdetir ber bi rojhilatê bajar ve pêşdikevin, hêzên Dije-Terorê hero rastî agirê nîşangir, êrîşên hawinan, û otombîlê bombekirî ji aliyê cîhadiyên ku hîna piraniya Mûsilê kontrol dikin tên.

Di navbera 15 heta 20 Hemvîyên zirxî yên xerabûyî heroj tên veguhestin bo yekîneya çêkirinê li qeraxa bajar, ku bi barkêşên mezin ên spî tên kişandin, mîkanîkên hêzên ajansê dibêjin.

Piraniya pencereyên wan weke tora pîrêpîrê şûşe qelişî bûn e bi sedema guleyên nîşangirên DAIŞ, û hin ji radêter anjî mekîneyên wan bi hewceyî eyarkirinê ne.

Hineke din dibe ku tayerên wan werin guhertin piştî ajotina li ser kelemên hesinî yên ku DAIŞ li rêyên teng danîye daku pêşketina yekîneyan hêdî bike.

Infografîkek ku ajansa nûçeyan Emaq ku ser bi cîhadiyan e roja 15ê Mijdarê hatiye belavkirin got ku DAIŞ nêzî 50 Hemvî û çar tankan di dema şerê Mûsilê de rûxandin.

"Çêkirina radêter nîv saetê ji demê me dixwaze, lê belê çêkirina mekînekê nîv rojê dixwaze," Muin got.

"Mîna şervanên hêlên pêşiyê"

Ew çavdêriya du hevkaran dike ku rûnê wesayîtan bi wan ve ye û hewil didin radêterekî pûçkirî rakin.

"Em Hewil didin ku em mekîneyan vegerînin û kar bikin daku em karê xwe berî bibe şev bidawî bikin û em bikaribin xwe rihet bikin," wî AFP re got.

Di rojên şerê dijwar de, teknîkî li hêlên şer ên pêşî tên spartin daku di cih de wesayîtan çêbikin.

Ew di çin bin wesayîtên rûxandî daku beşan biguherin, pêyên wan ji jêr ve bi awayekî metirsîdar derdikevin dema ku gule ji malên nêzîk tên barandin.

Lê belê dema ku hêzên ajansa Dije-Terorê cihên xwe yên pêşî xurt dikin, zexta kar kêmtir e û mekenîsyan bi yariya hêsin li hewşekê di bin sîyê de mijûl in.

"Em her roj nêzî 20 çekan nû dikin eger pêşketin hebe, lê belê eger pêşketin nebe, tu dikarî baş bibînî ku gelek karê min tune ye," Esîl Şelan got, ku li beşê amadekirina çekan kar dike.

Parçeyên wesayitên mezin, weke mekîne û radêter, bi piranî ji Bexdayê tên qeraxa Mûsilê.

Karmendên mîkanîkî jî hewil didin ku her beşên ku ji ber mayînên şewitî yên wesayitên ku ji aliyê otombîlên bomebkirî yên DAIŞ hatine wêrankirin û nayên nujenkirin biparêzin.

"Em alîkariya şerê li dijî DAIŞ dikin li vê kargehê," karmendê mîkanîkê Qusey Ednan dibêje.

"Ez ne leşkereke im ku di çeperan de şer dike, lê belê ez mîna wan im."

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Aferîn! Çawa em dikarin malpera we li ba xwe zêde bikin?

BERSIV BIDE