Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Xelkê Mûsilê bajarê bêkêmasî yê sexte yê DAIŞ eşkere dikin

Xalid Tayî

Zilam li benda pişkinîna nasnameyên xwe ne ji aliyê firqeya duyem a Hêzên Taybet ên Iraqî li navçeya Kerkûklî ya li rojhilatê Mûsilê di 8ê Mijdara 2016an de. Girûpa zilaman bo mizgeftekê hatin birin li devera ku vê dawiyê hat rizgarkirin daku kartên wan ên nasnameyê ji aliyê yekîneya istixbaratî ya artêşê û polîsên federal werin pişkinîn. [Odd Andersen / AFP]

Zilam li benda pişkinîna nasnameyên xwe ne ji aliyê firqeya duyem a Hêzên Taybet ên Iraqî li navçeya Kerkûklî ya li rojhilatê Mûsilê di 8ê Mijdara 2016an de. Girûpa zilaman bo mizgeftekê hatin birin li devera ku vê dawiyê hat rizgarkirin daku kartên wan ên nasnameyê ji aliyê yekîneya istixbaratî ya artêşê û polîsên federal werin pişkinîn. [Odd Andersen / AFP]

Tam berevajiya propagendeya ku ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve dihat belavkirin, jiyana di bin hukmê girûpê de gelekî zehmet bû, xelkê ku ji Mûsilê reviyane ji Diyaruna re gotin.

Çekdarên girûpê "bêrehm" bûn, li gorî Xelîl Îbrahîm, ku ji mala xwe li taxa Semah 2 ya li rojhilatê Mûsilê reviya kampa Xazir, got.

"Em rastî rezîliyeke bêhempa dihatin," wî got. "Xwarin gelekî kêm bû û bihayê wê giran bû. Hinek rojan tiştek bidest me nediket da em bixwin, û xelkin hebûn ku ji nêza dimirin ."

"Piraniya me bêkar bûn û diviyabû em hemû tiştên xwe bifroşin daku xwarinê ji zarokên xwe re bikrin," Îbrahîm got.

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku têde hewl dide hesteke bi jiyaneke normal di nav Mûsilê de nîşan bide.

Dîmenek ji vîdyoyeke DAIŞ ku têde hewl dide hesteke bi jiyaneke normal di nav Mûsilê de nîşan bide.

Xelkê Mûsil ku ji şer reviyane li penagehekê bo malbatên aware di destpêka Mijdarê de alîkariyan werdigrin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

Xelkê Mûsil ku ji şer reviyane li penagehekê bo malbatên aware di destpêka Mijdarê de alîkariyan werdigrin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan a Iraqî]

"Endamên DAIŞ îdia dikirin ku wan hemû xizmetên pêwîst ji me re peyda dikirin, lê di rastî de, ew derewîn û fêlbaz bûn," nişteciyekî kampa navhatî, ku ji tirsa li ser selametiya xwe navê xwe tenê weke "Bavê Enwer" da, got.

"Çi xizmet ji me re pêşkêş dikirin? Ne elektirîk û ne ava vexwarinê hebû," wî ji Diyaruna re got. "Em di germê de diheliyan û di sermayê de me xwe bi betaniyan dipêça ji ber ku heta sûtemeniya ji bo germkirinê re jî li ba me nebû."

"Nexweşxane ji endamên DAIŞ û malbatên wan re terxankirî bûn û eger em nexweş ketiba, wê demê em li ber rehma Xwedê bûn," wî got. "An em baş dibûn an dimirin."

"Perîşanî û tirs rêhevalên me bûn," wî got jî.

Xapandin li hember Rastiyê

Piştî ku DAIŞ Mûsilê dagîr kir, çend vîdyo li ser malperên xwe belav kir ku di wan de xwe bi "halxweşiya" xelkê Mûsilê qure dikir û çawa ku bi xizmetên ku ji wan re tên pêşkêşkirin kêfxweş in.

Weke beşekê ji hewlên propagendeya girûpê, alîgirên xwe vedixwendin ku serdana Mûsilê bikin "weke tûrîst daku çêjê jê werbigrin".

"Wan tenê kenê xwe bi xwe û cîhanê dikirin," serokê komîteya ewlekarî di encumena parêzgeha Nînewa de Haşim Birîfkanî got.

Endamên DAIŞ "di xapandin û fêlbaziyê de tam şareza ne", wî ji Diyaruna re got. " Fîlm û wêneyên wan xîlafeta îdiakirî weke behiştekê nîşan didan, lê ew di rastî de dojeh bû. "

Girûpê dorpêçeke medyayî danîbû ser bajarên ku dagîr kirbûn û vê yekê alîkariya wê kir di belavkirina derewan de, Birîfkanî got.

"Lê nûçeyên zehmetiya ku rastî xelkê wê dihat û mertûmercên jiyanê yên xirab di bin destê van tawanbaran de yekser digihiştin me, û niha ligel destpêka rizgarkirina bajar ji dinyayê re eşkere ye," wî got jî.

Lê belê, wî anî ziman, ku endamên DAIŞ berdewam in li ser belavkirina agahiyên şaş, herî dawî bi rêya îdiakirina ku xelkê Mûsilê direvin erdê bin destê DAIŞ ji tirsa artêşê û ji bo selametiya xwe.

"Ev yek bi temamî derew e, ji ber ku di rastî de DAIŞ xelkê neçar dike ku pêre biçin daku wan biparêzin dema ku ji meydana şer ji hêzên Iraqî direvin," wî got.

Agahiyên şaş û derew

"Propagendeya DAIŞ pişta xwe bi agahiyên şaş û belavkirina derewan girê dide," serokê encumena parêzgeha Nînewa Beşar Kîkî ji Diyaruna re got.

"Terorîstan îdiaya jiyanekê ji halxweşiyeke sexte dikirin û rastiya vê meselê ew e ku xelkê dorpêçkirî ne ti jiyan dijiyan û astên sereke yên jiyanê li ba wan nebûn," wî got.

Xelk hemû tiştên xwe firotin daku bikaribin debara jiyana xwe bikin piştî ku çavkaniyên dahata wan neman û ofîsên hikûmetê hatine girtin, wî got jî.

"Ligel destpêka şerê rizgarkirina bajar, xelk bihêvî bûn û weke delîlekê ku xelkê gelekî dixwestin ji vê êşê birevin, wan piştgiriya hêzên ewlekarî kir û hevahengî bi wan re kir," Kîkî got.

Xelkê ku ji Mûsilê reviyane gelekî kêfxweş in ku ji DAIŞ xilas bûne, berpirsê medyayî yê Partiya Demokrata Kurdistanê Seyîd Memuzînî ji Diyaruna re got.

"Asta zehmetiya ku van xelkê dîtî nayê bawerkirin," wî got. "Ligel kuştin û binpêkirina eşkere ji mafên mirov re, ew di şertûmercên gelekî zehmet de dijiyan ku ne kar, ne xwarin û ne xizmetên giştî hebûn."

Operasyona rizgarkirina deverên mayî yên Nînewa ji DAIŞ di rê de ne, wî got, anî ziman ku "tişt dê di demeke nêzîk de vegerin rewşa normal li bajar".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Çawa "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) a tekfîrî xelkê Mûsilê qayil kirin ku bihêlin ew derbasî bajar bibe û wî wêran bike, tevî ku gelek efserên artêşê lê hebûn ku di pilanên serbazî û şer de xwedî ezmûn bûn? Çawa xelk li hember wan nesekinîn? Çawa tenê ji DAIŞ re teslîm bûn, di demekê de ku DAIŞ tenê çend endam bûn bi berhevkirin ligel hejmara mezin a xelkê Mûsilê? Çima serokên eşîretan li Mûsilê loyalîteya xwe ji DAIŞ re nîşan dan? Ev pirseke ku gereke ji serokên eşîretên Ereb ên Mûsilê were kirin. Gelo dikarim bersivekê werbigrim?

BERSIV BIDE