https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2016/11/14/feature-01

×
×
Mafên Mirov |

Demografiya "Sûriya Bisûd" pilana rejîmê a piştî şer nîşan dide

Welîd Ebû Xêr li Qahîra

image

Sûrî li sûka Hemîdiyê li Şamê dimeşin di Hezîranê de. Tê gotin ku guhertinên demografî yên mezin li taxên derdora paytexta Sûriyê pêk tên di berjewendiya alîgirên rejîmê de. [Luey Bişara /AFP]

Di demekê de ku şerê Sûriyê gur dibe, rejîm û hevalbendên wê, di nav de Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê û Hizbullaha Lubnanî, beşdar in di danîna stratejiyeke tûjkirî de ji bo xweşkirina rê ji bo pêşroja Sûriyê, analîzer ji Diyaruna re dibêjin.

Ev stratejî girîngiyê dide pêkanîna guhertinên demografî li deverên derdora asêgehên rejîmê, ew dibêjin, ji bo çêkirina devereke îzolekirî ji alîgirên rejîmê re û vala ji hêzên dijber.

Çavkaniyên rejîmê û hevalbendên wê bi giştî navê "Sûriya Bisûd" li van deveran dikin.

Ev siyaset li gelek beşên Sûriyê û bi gelek awayan tê bicihkirin, analîzer dibêjin, ku ji nav wan awayan pêşkêşkirina handerên darayî ji xelkê Sunî re ye daku ew ji dest ji milkên xwe berdin û herwiha destdanîna ser mal û erdên awareyan.

Xelkê deverên stratejîk li derdora navendên bajaran weke Şam û Humsê jî bi rêya dorpêçkirinê yan zordariya biarmanc tên derxistin, ew dibêjin.

"Sûriya Bisûd"

"Bi rêya çavdêrîkirina çawaniya birêveçûna şerê niha li Sûriyê, yek dikare piştrast bibe ji bicihkirina pilaneke eşkere ji bo valakirina hinek deveran ji xelkê wan," analîzerê stratejîk lîwa Yehya Mihemed Elî, ku efserekî Misrî yê xanenişîn e, got.

Ev yek hat pêkanîn bi armanca çêkirina "zinareke ewlekarî ji bo parastina deverên ku bi temamî di destê rejîmê de ne", wî ji Diyaruna re got.

Li bajarê Humsê, weke mînak, rejîmê û hevalbendên xwe taxa Baba Emir û piştre Bab Dirêb, Bab Tedmur, Bab Sibaa, Cib Cendelî, Rifayî, Nazihîn, Kerm Zeytûn, Edewiya û Mirêciha dorpêç kir, Elî got.

Êrîş li ser van deveran dihatin pêkanîn ligel "topbarankirineke giran a bêserûber û piştî êrîşî malan dihat kirin", wî got.

Hejmarek ji bajarok û gundên li devera beravî, di nav de gundên Cebel Ekrad weke Cenkîl û Babna, rastî reftareke wisa hatin, Elî got jî, weke çawa li hinek taxên Sunî yê bajarê Laziqiya çêbû, ku ew asêgeha rejîmê ya sereke ye.

Heman sînaryo li deverên derdora paytexta Sûriyê hat dubarekirin, di nav de Qelemon, Xûta, Babila û Yilda û taxên Berzê û Qedem ên Şamê, Elî got.

"Ev yek herî zêde li bajarokê Dareya hat xuyakirin, ku xelkê wî bo hejmara herî kêm hatin kêmkirin di dema dorpêçeke xeniqînker de ku nêzîkî çar salan dom kir," wî got.

Nêzîkî 10,000 kesên mayî niha "ruxset ji wan re hatiye dayîn ku bi temamî bar bikin", wî got.

Destdanîna ser milkan

Li gorî parêzerê Sûrî Beşîr Besam, ku li Qahîra dimîne, girûpek ji parêzerên girêdayî rejîmê "wekaletên girtiyên li Sûriyê sexte dikin û milkan difroşin aliyekî duyem di zincîreke firoştinan de ku êdî zehmet dibe were zanîn ku wekaleta [resen] ya kî ye".

Ev yek dihêle li ser qurbaniyan zehmet be ku biçin dadgehê ji bo tankirin li van wekaletan, wî ji Diyaruna re got.

Ev şêwaz bi haletên takekesî destpê kirin ku di destpêkê de xuya dikirin ku haletên fêlkirin ên îzolekirî ne, Besam got, anî ziman "hat eşkerekirin ku bêtirî 150 haletên wisa çêbûne".

Bêtirî 50 ji van haletan milkên li Qudseya derdora Şamê li xwe girtin, wî îdia kir, anî ziman ku ew milk ji kompaniyeke serdest re hatin firoştin ku pêwendiyên wê bi rejîmê re hene.

"Ev firoştin bi tenê mal û milkên xelkê Sunî dike armanc ji bo paqijkirina wan ji deverê bi temamî," wî got.

Raportên li Sûriyê û medyaya navdewletî behsa destêwerdana rasterast a Îranê di proseya dubare belavkirina demografî de dikin , wî got, bi rêya kompanî û karsazên Îranê ku ew ligel kompaniyên Sûrî yên nêzîkî rejîmê kar dikin.

Besam got ku pismamên bavê wî, ku xelkê navçeya Berzê li Şamê ne, rastî acizkirinên berdewam hatin û di dawiyê de ji deverê reviyan û çûn Turkiyê.

Piştî gihiştina wan bo Tirkiyê, wî got, oferên firoştinê ji wan re hatin, û neçar bûn ku qebûl bikin ji ber guvaşên darayî yên ku ew li jêr wan bûn.

Besam got ku wî piştre bihîst ku gelek Sûriyên din ku ji deverên xwe reviyan rastî heman haletê hatin.

"Çalakiyên wisa pêk nayên heta daxuyaniyek bê dayîn ku dever milkê kompaniyeke xanûberan e ku pilan dike ku [avahiyên heyî] wêran bike û komelgehên niştecîbûnê yên mezin li şûna wan ava bikin," wî got.

Hevahengiya navbera Feyleqê Pasdaran û rejîmê

Besam got ku ew bi şahidhalan re axivî û wan jê re got ku ew projeyên avakirinê ku li Xûta û Qelemon çêdibin ne projeyên serbazî ne lê projeyên niştecîbûnê û yên bazirganî ne.

Hinek ji avahiyên nû-avakirî dest bi vehewandina Sûriyên Şîe û Elewî û endamên Lubnanî yê Hizbula kirine, wî got.

"Projeya paqijkirina deverên Sûrî ji Suniyan tê bicihkirin bi hevahengiyeke tam navbera rejîm û Feyleqê Pasdaran ," Besam got.

Ev hêz "rê ji girûpeke karsazên Îranî û Sûrî vedikin ji bo bicihkirina armanca sereke bi pêkanîna zinareke niştecîbûnê derdora deverên gelekahiya-Elewî ku di destê rejîma li Şamê desthilatdar de ne", wî got jî.

Bi hev re, ev dever tiştê bi navê "Sûriya Bisûd" pêk tînin, wî zelal kir, ku tê wateya parastin û piştrastbûn ji rizgarbûna rejîmê.

Nûbelavkirina demografî ya nehênî li deverên din tê bicihkirin daku ew ji ewlehiya xwe piştrast bin, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Deverên diyarkirî ji xelkê Sunî tên valakirin bi hincetên cuda yên negirêdayî şer, wî got, di nav de vekişîna xelkê û çekdaran ji deverên dorpêçkirî û pêşkêşkirina handerên darayî ji bo firoştina erd û milkan.

Qetandina tekstîla civakî

Di Îlona 2012an de, serokê Sûriyê Beşar Esed fermanek derxist ku rê dide çêkirina du zonên avakirina şaristanî li parêzgeha Şamê, li gorî raporteke sala 2015an ku ji aliyê Naame Şam ve, girûpeke ku girîngiyê dide eşkerekirina rola rejîma Îranî li Sûriyê, hat belavkirin.

Ev yek hat pêşkêşkirin weke "pilaneke giştî li bajarê Şamê ji bo pêşxistina deverên niştecîbûnê yên bêruxset" raportê got, û girîngiyê dide deverên li başûrê rojhilatê Mezê û başûrê Rêya Navdewletî ya Başûrî.

"Ferman bazirganiya bi milkên li nav van zonan an ruxsetkirina projeyên avakirinê yên nû qedexe dike," raportê got. "Herwiha daxwaz ji Encumena Bajar dike ku lîsteyeke navê hemû xwedanên milkan li van deveran di nava mehekê de amade bike, û daxwaz ji hemû xwediyên milkan li deverê dike ku bi awayekî giştî milkiyeta van milkan rabighînin û bijardeya firoştina parên xwe di milkan de daye wan. Biryarên 'komîteya pisporan' ku ji aliyê fermanê ve hatiye çêkirin 'dawî ne û nayên tankirin'."

Ev ferman qalikekê ji rewabûnê dide pilanên nûbelavkirina xelkê bi dirêjahiya xetên ser bi rejîmê ve, Ebdula got, anî ziman ku ev niyetên rastî êdî li ser erdê tên bicihkirin.

Qerebûya ku ji xelkê van deveran re tê dayîn ne zêdeyî 300,000 lîreyên Sûrî ye ($1,000), wî got, anî ziman ku girûpê û malbatên Sûrî, Îranî û Libnanî ji wê demê ve li deverê hatine bicihkirin.

Destpêşxerî bi naveroka xwe hewldaneke ji bo "guhertina pêkhate û demografiya xelkê bi rêya guhertina rasterast a rêjeyên sedî yên heyî ji aliyê ol, tayîfe û etnîkê ve", Ebdula got.

Pilanên wisa karîgeriyên wan ên dem-dirêj hene, wî got, dibe ku di nav de krîzên berdewam ji bo rakirina kesên ku nû hatine û cihê kesên ku bi neçarî derketine girtine.

Tu vê mijarê diecibînî?
27
Na
3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan
Captcha

Heta ku Îran li Sûriyê be, Sûriyê û yên lê dê bi binbikevin!

BERSIV BIDE

Şiroveya we dikare heta pileyekê were qebûl kirin eger Îran û Sûriye bi yek zimanî bana, û ya girîngtir, eger li Sûriye ewlehiyeke domdar hebaya û şerê navxweyî nebaya li wî welatî. Di wê haletê de, em dikarin bêjin ku Îranî, ligel hinek xelkê ji welatên din, wê çûba wir û cihên din ên wiha. Lê bira! Çend Îranî em dizanin ku amade ne ku ziman û welatê xwe berdin daku biçin welatekî wêranbûyî ji şer ku eger heye her çirkeyekê bimre, û dema ku rewşa hikûmetê bi temamî nezelal e? Aniha, we behsa Libnan, Yemen, an jî hin welatên din ên hejar ku ji ber şer zerer gihaye wan kiribaya, wê maqûltir baya.
Lê belê, ez inkar nakim ku her hikûmetek siyasetên xwe hene ji ber mayînê.
Lê dîsan, we rastiya ku hîn kesên çavbirçî hene ku ti rehmetê diyar nakin daku pereyên zêdetir kom bikin jibîr kir. Ew hemû cureyên sextekirinan bikar tînin daku dest deynin ser erd û milkên xelkê û sûdê wergirin, û herwiha bi hezarên sedemên din jî hene.

BERSIV BIDE

Babeta we gelek balkêş e. Ew gelek rewşa Sûriyê zelal dike. Min baştir wêrankikrina bi sîstem û siyaseta kavilkirinê ya ku Beşar pey xwe hiştiye fam kir!!

BERSIV BIDE