Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iraqî bajêrêkî sereke li başurê Mûsilê vedigerînin

AFP

Nîştecih serbazên fewca mertalkirî ya 9ê ya artêşa Iraqî ya ku di nav taxa Intîsar ya Mûsilê de li 7ê Mijdarê pêşve diçe, dema ku ew operasyonekê li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji bo kontrolkirina bajar pêk tê.

Nîştecih serbazên fewca mertalkirî ya 9ê ya artêşa Iraqî ya ku di nav taxa Intîsar ya Mûsilê de li 7ê Mijdarê pêşve diçe, dema ku ew operasyonekê li dijî "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" ji bo kontrolkirina bajar pêk tê.

Hêzên Iraqî bajarokekî sereke ji "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) roja Duşemê (7ê Mijdarê) vegerandin, armanceke gelek girîng e li eniya başûrî ji bo vegerandina bajarê Mûsilê.

Polîsê federal, artêş, û hêzên taybet ên wezareta hundir kontroleke temam li ser bajarê Hemam Elîl pêk anîn, dawîn bajarokê sereke yê Mûsil ji aliyê başûr ve, AFP ragihand.

Ew dikeve rojavayê berava Dîcla de, dora 15 kîlometran ji başûrê-rojhilatê Mûsilê dûr e.

Hêzên Iraqî ji niha ve ji rojhilatê ve derbasî Mûsilê bûne û roja Duşemê nêzîkî sînorên bajar bûn ji bakûr ve lê belê ji başûr ve hîna dûrahî maye daku kontrola eniya başûrî bikin.

Jiyan zû vegera Hemam Elîl, hin niştecih firoşgehên xwe vedikin û hineke din li kaniyên kifrîtê yên bajarok serê xwe dişûştin.

Serbaz dema ku alîkariya hin sivîlên awarebûyî bi hilgiritina canteyên wan tên dîtin.

Efserekî polîsê federal got ku dê operasyonên paqijkirinê li Hemam Elîl bidomin beriya ku hemû hêz ji bo rizgarkirina dawîn parçeya pêşiya Mûsilê bigirin kom bibin.

Qonaxa bê dê "vegerandina gundên li derdora bajarok e û piştre, eger xwedê xwest, pêşveçûn ber bi Mûsilê ve ji bo vegerandina wê, "

Hevdem li başûrê Mûsilê hêzên Iraqiyên Kurdî êrîşek li ser bajarokê Başîk roja Duşemê pêk anîn, lîwa Berhem Yasîn, femanderê hêzên Pêşmerge li deverê, got.

"Hêzên me êrîşek dijî çekdarên DAIŞ yên li navenda (devera) Başîk mabûn saat 6:00 ê sibehê pêk anîn," wî got. "Me zêdetir ji du hefteyan ew di navenda bajarok de dorpêç dikirin."

Armanckirina Reqa

Roja Yekşemê, hêzên Kurd-û-Ereb êrîşek li ser bajarê ku weke paytexta DAIŞ li Sûriyê ye Reqa pêk anîn.

Fermanderên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) destpêkirina operasyona Reqa li Ên Îsa, 50 kîlometran dûrî bakûrê bajar, ragihandin.

"Şerê mezin ê rizgarkirina Reqa û cihên derdora wê destpê kir," berdevka HSD Cîhan Şêx Ehmed got..

Operasyona "Mertala Firatê" nêzî 30,000 çekdarî li xwe digre û roja Şemiyê bi şev destpê kir, Ehmed got.

Hêzên HSD ji sê eniyan ve pêşve diçin, ji Ên Îsa û Tel Ebyed ji bakûrê Reqa ve, û ji gundê Mekman ji rojhilat ve.

Ev hêz wê di destpêkê de deverên li derdora Reqa bigrin beriya bajar bi xwe vegerînin, berdevkê HSD Telal Selo ji AFP re got.

"Ev şer dê neasan be, û dê operasyonên bi dîqet û baldarî bixwaze ji ber ku DAIŞ dê berevaniya asêgeha xwe bike ji ber ku ew dizane wataya jidestdana Reqa bidawîhatina wê li Sûriyê ye," Selo got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500