Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Binpêkirinên DAIŞ zêde dibin di demekê de ku tirsa wê ya ji şikestina li Mûsilê zêde dibe

Ala Husên li Bexdayê

Iraqiyên ku ji Mûsilê reviyane alavên penayê û alîkariyê werdigrin di dema awarebûna xwe ya neçar de. [Wêne ji şandeya NY li Iraqê hatiye wergirtin]

Iraqiyên ku ji Mûsilê reviyane alavên penayê û alîkariyê werdigrin di dema awarebûna xwe ya neçar de. [Wêne ji şandeya NY li Iraqê hatiye wergirtin]

"Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) binpêkirinên bizdêner li dijî sivîlên bêçek li Mûsilê pêk anîye, berpirs ji Diyaruna re dibêjin, bi sedan bi dar ve dike û hinekên din weke mertalên mirovî bikar tîne li hember pêşketina hêzên Iraqî.

Ji dema ku operasyona serbazî ya rizgarkirina Mûsilê di 17ê Cotmehê de destpê kir, girûpê "dest bi reftarên histîrî û metirsîdar kir ji bo êşandina sivîlên bêsûc ên ku hîn bin kontrola wê de ne", lîderê heşda eşayirî ya Nînewa Şêx Xalid Sebah Cibûrî got.

"Agahiyên pêbawer ji nav Mûsilê nîşan didin ku grûpê di rojên destpêkê yên operasyonê de girtinên bêserûber bi awayekî berfireh li taxên başûrê Mûsilê û deverên Wadî Hecar û Nemrûd pêk anîne," wî ji Diyaruna re got.

Çarenivîs anjî cihê kesên ku hatine girtin hîn nexuya ye, wî got.

"Xelkê xwecihî di tirsê de dijîn û tu kes nizane çima hatine girtin anjî hatine bêserûwarkirin, anjî wan çi sûc kiriye," wî got.

"Herkes armanceke ji DAIŞ re, bê cudakirin navbera endamên êlekî yan yeke din, yan navbera girûpên etnîk ên cuda," Cibûrî got.

"Ew [DAIŞ] dijminên hemû mirovahiyê ne," wî got jî.

bidarvekirinên bikom

"Çarenivîsa piraniya kesên ku di rojên dawî de hatine revandin [ji aliyê DAIŞ ve]nediyar e," Cibûrî got, ji bilî kesên ku li deverên nêzîkî bajarê Hemam Elîl li başûrê rojhilatê Mûsilê hatin girtin.

Ev kes ji bo kampeke kevin a artêşa Iraqî hat birin û bi rêya gulebarankirinê hatin îdamkirin, wî got. "Take gunehê wan ew bû ku ew endamên polîsê Iraqî bûn."

Di 28ê Cotmehê de, ofîsa mafên mirov a NY got ku behsa wê yekê tê kirin ku DAIŞ 232 kes tenê di roja 26ê Cotmehê de gulebaran kirin û 24ên din roja beriya wê kuştibûn. .

NY got ku kuştinên bi awayê îdamkirinê hatin pêş ji ber ku DAIŞ berê xwe da stratejiya neçarkirina xelkên ku li derveyî Mûsilê dijiyan ku biçin Mûsilê.

DAIŞ "bi dehên hezarên xelkê ji malên wan li hinek navçeyên derdora Mûsilê derxistin", wê got.

Kesên bidarvekirî sivîlên ku qebûl nekirin biya fermanên dubare bicihbûnê bikin û kesên ku berê ji ajansên ewlekarî yên hikûmetê re kar kirine li xwe digrin.

Parlementerê Iraqî yê parêzgeha Nînewa Ebdulrehman Şermerî got ku nêzîkî 190 kesan vê dawiyê ji gundên nêzîkî Hemam Elîl hatin birin û ji aliyê DAIŞ ve hatin îdamkirin.

"Girûpê ew îdam kirin tevî ku berî niha tobe kiribûn ... û çekên xwe ji demeke dirêj ve radest kiribûn," wî ji Diyaruna re got.

"Îdamkirinên bêtir li devera Erîc a nêzîk di heman demê de pêk hatin, ku tê de 42 xort hatin kuştin, ew jî endamên berê yên polîs bûn anjî kesûkarên wan bûn," wî got.

DAIŞ sivîlan weke mertalên mirovî bikar tîne

Ligel girtin, îdamkirin û windakirina neçar, binpêkirin herwiha girtina dîlên sivîl, di nav de jin û zarok, daku weke mertalên mirovî werin bikaranîn li xwe digrin , endamê encumena parêzgeha Nînewa Dawûd Cundî ji Diyaruna re got.

Çekdarên DAIŞ bi sedên malbatan ligel xwe dibin dema ku ji her gundekî yanjî deverekê xwe vedikşînin, wî got.

Ev tektîkeke daku xwe ji êrîşên artêşa Iraqî biparêzin bi rêya xwe veşartina li pişt sivîlan, wî got jî.

"Niha erkekî zehmetir li pêş hêzên Iraqî ye û divê haya wan ji vê yekê hebe dema ew êrîşî dijmin dikin," Cundî got.

"Reftarê berberî" yê DAIŞ ji tirsa wê yekê tê ku raperîneke cemawerî ya mezin derkeve holê ku bikaribe wê ji nav bibe berî ku artêş bigihe navenda Mûsilê, wî got.

"Ew sivîlan bi kuştin û girtinan ditirsînin daku nameyekê bişînin ku ew dikarin her raperîneke mumkin li dijî wan li bajar vemrînin," wî got.

"Ew gelekî gêj û bizdandî bûne," wî got, tekezî li ser pêwîstiya parastina sivîlan li hember binpêkirinên DAIŞ kir bêtir ji her demeke din.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500