Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Remadî ji bo rêgirtin li derbasbûnên bi dizî yên DAIŞ tedbîran distîne

Alaa Husên li Bexdayê

Hêzên Iraqî silavan li welatiyan li taxa Bexdadî li Enbarê dikin piştî ku ji çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Hêzên Iraqî silavan li welatiyan li taxa Bexdadî li Enbarê dikin piştî ku ji çekdarên "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" hat rizgarkirin. [Wêne ji Wezareta Berevaniya Iraqê]

Piştî hewleke pûçkirî ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ku di 29ê Cotmehê de dixwest êrîşî Remadî bike , Desthilatên li paytexta Enbarê zincîrek ji tedbîran bicih kirin ku armanca wan rêgirtin li êrîşên wisa di pêşerojê de ye.

Operasyona pûçkirî li Remadî beşek ji awayê êrîşên DAIŞ e di demekê de ku hêzên Iraqî giranî berdane ser Mûsilê , ku grûp êrîşan li beşên din ji Iraqê pêk tîne weke hewlekê ji bo kêmkirina guvaşê li ser çekdarên xwe li parêzgeha Nînewa.

DAIŞ di 21ê Cotmehê de bêtirî 100 çekdarên xwe şandin bajarê Kerkûkê û piştî du rojan hinekên din şandin daku êrîşî Rutba li parêzgeha Enbarê bikin, lê hêzên Iraqî karîn êrîşan pûç bikin û tawanbaran bi temamî jinav bibin.

Desthilatên Remadî planeke bicihkirina ewlekarî ya tund li derdora bajar danîne weke tedbîreke pêşwext ji bo rêgirtin li her hewleke têkbirina ewlehiyê, fermandarê fewca hawarçûnê ya polîsên Enbar Emîd Xalid Ceyêcir ji Diyaruna re got.

"Bicihkirin herwiha deverên ku ewlekarî li wan sivik e weke deverên Melaab û Sofiya dike armanc û herwiha deverên li ser sînorên rojavayê bajar ku digihin biyabana Remadî," wî got.

Rêbend û xalên kontrolê yên ewlekarî li deriyên sereke yên bajar hatine danîn ji bo kontrolkirina agahiyên hemû rêbiwaran û pişkinîna wan "di databêseke elektironîk de ku bankeke mezin ji agahiyên ewlehî lixwe digre", Ceyêcir got.

"Hêzên bes li Remadî ji bo parastina ewlekariyê û rêgirtin li her binpêkirineke mumkin hatine bicihkirin di dema ku şerê rizgarkirina Mûsilê berdewam e," wî got.

Hevahengiya ewlekariyê

Ti şaneyên veşartî li Remadî tune ne, Felah Qerexûlî, fermandarê hêzên heşda eşayirî li rojavayê Enbarê, got.

"Ajansên istixbaratî ji nêz ve çavdêriya hemû tevgerên biguman dikin û her kesê ku hewl dide tevlîheviyê û aloziyê li bajar çêbike digrin," wî ji Diyaruna re got.

Hêzên heşda êlî, ji ber naskirina wan ji xelkê bajar re, "baştirîn alîkar ji hêzên ewlekarî re ne ji bo dûvçûna endam û alîgirên DAIŞ", wî got, anî ziman ku piraniya çekdarên tundrew piştî rizgarkirina Remadî reviyane bajarokên Anah, Rawa û Qayim.

"Hêzên heşdê niha bi dirêjahiya xetên berevaniyê li ser sînorê rojavayî yê Remadî ji Taş ve heta Humeyra hatine bicihkirin," Qerexûlî got, anî ziman ku "ew di amadebaşiyê de ne ji bo mameleyê ligel her êrîşeke terorîst".

Binketina DAIŞ di çêkirina xalên derbasbûna bi dizî bo Remadî ne tenê ji ber tedbîrên ewlekariyê yên tund li bajar in, endamê komîteya ewlekarî li encumena parêzgehê Racih Berekat ji Diyaruna re got.

Lê belê, ew heta rêjeyeke mezin ji ber hevahengiya welatiyan ligel polîsan e, wî got.

"Welatiyên Enbar ji metirsiya ewlekarî ya li ser wan hişyar bûne û dest bi dayîna agahiyan derbarê her tişta biguman bo desthilatên ewlekarî kirine," wî ji Diyaruna re got.

Berekat ziyana ewlekarî li Rutba vegerande li ser cihê wê "ji ber ku ji hemû aliyan ve biyaban li dora wê ye û biyaban dawî cihê lingê DAIŞ li Enbar e".

"DAIŞ êdî nefesên xwe yên dawî dikşîne û nikare êrîşên nû pêk bîne ji bo vegerandina deverên ku kontrola wan [jidest dide]," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Diyar e ku DAIŞ ya ku alîgiriyê ji dagîrkeran û alîkarên xwe werdigire metirsiyeke li ser hemu xelkên azad ên cîhanê. Lewma, dibe ku hûn navê "Dewleta Islamî li Iraq û Şamê" û navê din nehêlin. Sipas ji bo alîkirina Iraqê bi xweyakirina keysa wê.

BERSIV BIDE