Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên pêşketî berxwedana li hember DAIŞ di nav Mûsilê de han didin

Xalid Ta'î

Tîpa "M" ji peyva muqawema (berxwedan) li ser dîwarê dibistana Zuhûr a navendî li Mûsilê hatiye nivîsandin. [Wêne ji Navenda Nînewa bo Agahiyan hatiye wergirtin]

Tîpa "M" ji peyva muqawema (berxwedan) li ser dîwarê dibistana Zuhûr a navendî li Mûsilê hatiye nivîsandin. [Wêne ji Navenda Nînewa bo Agahiyan hatiye wergirtin]

Girûpên berxwedana cemawerî yên ku şerê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) di nav Mûsilê de dikin hêzê kom dikin, operasyonên girûpê asteng dikin û lîderiya wê dikin armanc, berpirsênn xwecihî ji Diyaruna re dibêjin.

Girûpên weke Şanên Rizgarkirina Mûsilê kelemek li pêşiya DAIŞ in ji dema ku dest danî bajarê li bakurê Iraqê di 2014an de, ew dibêjin, lê leza êrîşa wan xurtir bûye û wêrekiya wan zêdetir bûye ligel pêşketina hêzên Iraqî.

Heta roja Sêşemê (1ê Mijdarê), hêzên Iraqî bi dehên gundên li gundewarên Mûsilê rizgar kirine û ber bi sînorên derve yên bajar ve pêş ketine.

"DAIŞ diherife," Ebû Umer, fermandarekî bi Şanên Rizgarkirina Mûsilê ku ji bo parastina nasnameya xwe bernavek bikar anî, got. "Em li her taxeke Mûsilê şerê wan dikin û artêş li derveyî bajar li benda wan e."

"Ev dawiya wan e," wî got.

Kampanyaya "M"

"Şanên me tenê beşek ji girûpeke berxwedanê ya mezintir li dijî girûpa terorîst a DAIŞ e, di nav bajar de," wî got, anî ziman ku girûpa wî li kêleka Ketîbeya Rizgarkirina Mûsilê û Ketîbeyên Nebî Yûnis şerê DAIŞ dike.

Ebû Umer got ku girûpa wî êrîş li dijî DAIŞ pêk anîne, lê girîngiyê bêtir dide "şerê psîkolojîk, tevgerkirin û pêşkêşkirina agahiyên istixbaratî".

Girûpê agahiyên istixbaratî dan hêzên rizgarker derbarê cihê gelek veşargeh û komgehên DAIŞ, wî got, "û hêza asmanî ya Iraqê û hevpeymaniya navdewletî ew wêran kirin".

"Kampanyaya me ya ku armanca wê xelkê xwecihî ne hîn berdewam e," wî got. "Me navê kampanyayê kiriye 'M'", ku tîpa yekem ji peyva berxwedan e [bi Erebî muqawema].

Girûpên berxwedanê ev tîp li ser gelek avahiyan nivîsandine, ligel bilindkirina ala Iraqî li ser wan, wî got, anî ziman ku van karan DAIŞ aciz kiriye " û xelk han dane ku li hember wan bisekinin û rûbirûyî wan bibin.

Girûpên berxwedana cemawerî li Mûsilê bi gelek awayan îsal DAIŞ kirine armanc, wî got, da xuyakirin ku "bêtirî 300 operasyonan hebûn ji êrîşên nîşangiriyê heta operasyonên armancgirtina nobedarên piyade û bi otombîl ên DAIŞ".

Ev karên berxwedanê herwiha êrîşên şewitandina baregehên girûpê li xwe girtin, wî got, anî ziman ku nêzîkî 200 çekdarên DAIŞ di van êrîşan de hatine kuştin, di nav wan de fermandarên biyanî û lîderên yekîneyan.

Derbarê rewşa niha di nav Mûsilê de, Ebû Umer got ku navbera 6,000 û 8,000 çekdarên DAIŞ li Mûsilê hene, ku nêzîkî 70% ji wan çekdarên xwecihî ne.

Tevî tevlîheviya niha ya DAIŞ, wî got, girûp di pêkanîna tawanên kirêt de li dijî sivîlên bêçek û ferzkirina bacan bi darêzorê berdewam e.

"Bajar di rewşeke xirab de ye," wî got.

"Suprîzên mezin" ji DAIŞ re

Ebû Umer bang li medyaya xwecihî û navdewletî kir ku "berxwedan û qurbanîdana xelkê Mûsilê" nîşan bidin.

"Bajarê me li hember hukmê terorîstan bêdeng nemaye," wî got. "Her ji destpêkê ve, rêya berxwedanê hilbijart, û gelek şehîd pêşkêş kirin û nêzîk, serkeftin dê bê bidestxistin."

Berxwedana li Mûsilê rasterast piştî dagirkirina bajar ji aliyê DAIŞ ve destpê kir û hîn kêm nebûye, Dureyd Hîkmet, şêwirmendekî parêzgarê Nînewa got.

"Destpêkê, Tabûrên Nebî Yûnis bi tenê li ser erdê tevdigeriyan," wî ji Diyaruna re got. "Niha gelek tevger û kom hene ku armanca wan hemûyan yek e: berxwedana li dijî terorîstan e."

Lê belê, metodên wan cuda ne, wî got, "ji ber ku hinek ji wan xwestin çekdar bin, lê belê hinekên din komkirina agahiyên istixbaratî, şerê psîkolojîk û tevgerkirina cemawerî hilbijartin. Girûpên din berê xwe dane rêbazkirina herdu metodan".

Ligel destpêka şerê Mûsilê, ev girûpên berxwedanê berfirehtir bûn û operasyonên xwe zêde kirin, wî got, eniyeke navxweyî bi DAIŞ re vekirin.

"Weke adeta wan, terorîstan berê dane xapandinê bi rêya belavkirina vîdyoyên ku nîşan didin ku jiyan li Mûsilê normal e, lê ew bi temamî berovajî ye," Hîkmet got, anî ziman ku endamên DAIŞ ji pêşketina serbazî ditirsin.

Endamê encumena parêzgeha Nînewa Elî Xêdeyir ji Diyaruna re got ku şerê Mûsilê "suprîzên mezin" li xwe digre derbarê berxwedana cemawerî li dijî DAIŞ.

"Kîneweriya xelkê ji DAIŞ mezin e," wî got.

"Dibe ku hinek suprîzên mezin li pêşiya me bin dema ku şer derbasî taxan bibe, dibe ku şoreşeke mezin be ku dawiya DAIŞ ji nav bibe," wî got, anî ziman ku xelkê Geyara li dijî girûpê serî hildan , û xelkê Mûsilê dê heman tiştî bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500