Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pêla zorkariyên DAIŞ nêzîkî Mûsilê hat raporkirin

Diyaruna

Malbatên Iraqî yên ku ji ber operasyona niha ya li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bo vegerandina bajarê Mûsilê, tên dîtin ku li deverekê nêzîkî Qeyara di 24ê Cotmehê de kom bûne. UNHCR ji bo wergirtina 150,000 Iraqiyên ku ji şerê derdora Mûsilê reviyane di çend rojên bê de amadekariyan dike. [Bulent Kilic/AFP]

Malbatên Iraqî yên ku ji ber operasyona niha ya li dijî "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" ji bo vegerandina bajarê Mûsilê, tên dîtin ku li deverekê nêzîkî Qeyara di 24ê Cotmehê de kom bûne. UNHCR ji bo wergirtina 150,000 Iraqiyên ku ji şerê derdora Mûsilê reviyane di çend rojên bê de amadekariyan dike. [Bulent Kilic/AFP]

Dema ku hêzên Iraqî gelekî nêzîkî gundewarên Mûsilê dibin roja Sêşemê (25ê Cotmehê) Neteweyên Yekbûyî (NY) got ku wê derbarê bi dehên kuştinên bi awayê îdamkirinê ji aliyê "Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê" (DAIŞ) ve rapor wergirtine, di nav de gurandina 50 efserên polîsan yên berê, AFP ragihand.

Îdiayên -- ku "destpêkî" dimînin -- ji çend welatî û çavkaniyên hikûmî ve hatine, ku ji ber sedemên ewlehî nikarin bên binavkirin, berdevkê ofîsa mafên mirovan a NY Rupert Colville got.

Zorkariyên raporkirî ji aliyê DAIŞ ve navbera Çarşem û Yekşemê hatine pêkanîn, di demekê de ku hêzên Iraqî ber bi Mûsilê ve pêş dikevin, Colville got.

Di gundekî bi navê Sefîna de, nêzîkî 45 kîlometran başûrê Mûsilê,ji ber îdamkirina 15 sivîlan berî ku laşên wan biavêje çemekê DAIŞ tê tawanbarkirin, dibe ku daku tirsê di nav xelkê de belav bike.

Herwiha di 19ê Cotmehê de li Sefîna, "hat gotin ku [çekdarên tundrew] şeş sivîl bi otombîlekê ve ji aliyê destên wan ve girê dan û ew li derdora gund kişkişandin, dibe ku tenê ji ber ku kesûkarên lîderekî êlî bûn ku şerê DAIŞ dike", Colville got.

Hêzên ewlekariya Iraqî 70 laşên din ên ku hatibûn gulebarankirin di 20ê Cotmehê de li gundê Tulûl Nasir ê nêzîk. Colville got ku bi awayekî rasterast nexuya ye ku kî ji kuştina wan berpirsyar e.

Û tê gotin ku çekdarên DAIŞ roja Şemiyê sê jin û sê keç di dema meşa neçar de bi guleyan li gundê Rufeyla li başûrê Mûsilê kuştin.

Girûp hat kuştin ji ber ku zehemtî dikişand di berdewamkirinê de, dibe ku ji ber ku yek ji keçan kêmendam bû bi guleyan hat kuştin, ofîsa mafên mirov got.

Tê gotin ku 50 efserên polîsan ku ji aliyê DAIŞ ve girtî bûn di avahiyekê de derveyî Mûsilê roja Yekşemê hatin îdamkirin, Colville li Cenêvê ji nûçegihanan re got.

"Em gelekî ditirsin ku ev dê ne raporên dawî yên wisa yên karên hovane ji aliyê DAIŞ ve bin" wî got, anî ziman ku ev hemû îdia "bi hewceyî karekî (lêkolînkirinê) yê bêtir in" berî ku NY bikaribe bi awayekî yekalîker bibêje ku ev yek pêk hatiye.

NY amadekariyan bo 150,000 awareyan dike

Hevdem li roja Sêşemê hêzên Iraqî gelekî nêzîkî rojhilatê Mûsilê bûne .

Hêzên ji ajansa taybet a dijeterorê çar gundên nêzîkî gundewarên bakurê rojhilatê Mûsilê vegerandin, fermandarê wan, Emîd Ebdulxenî Esedî, ji Diyaruna re got.

"Ala Iraqî li ser gundên Teba, Tûb Zawa, Muefeqiya û Tehrawa hat bilindkirin," wî got.

"Divê em niha ligel hêzên li bereyên din hevahengiyê bikin ji bo destpêkirina rêxistina" êrîşekê li ser Mûsilê, wî ji AFP re got.

Ajansa penaberan a NY amadekariyan dike ji bo wergirtina 150,000 Iraqiyên ku ji şerê li Mûsilê direvin, rêveberê wê roja Duşemê got.

" Amadekarî baş birêve diçin ... di du yan di sê rojan de dê 30,000 çadirên UNHCR li Iraqê hebin, ku têra 150,000 kesan dikin," Filippo Grandi li Urdunê piştî serdanekê bo Iraqê ji nûçegihanan re got.

Dibe ku milyonek kes aware bibin, ev yek rewşeke mirovî ya awarte ya bêmînak derdixe holê li welatekî ku UNHCR dibêje ku têde bêtirî sê milyon kes neçar bûne ji malên xwe derkevin ji destpêka sala 2014an ve.

Grandi got ku pirsa sereke "dîtina cihên bes in ji bo wergirtina vê hejmara mezin a xelkê yên ku eger ji Mûsilê derkevin".

"Di vê derbarê de danûstandin ligel hikûmeta Iraqî û hikûmeta herêma Kurdî berdewam in," wî got.

Heta niha "derketina xelkên aware hîn ne ji bajarê Mûsil e lê ji gundewaran e" ku li wir şer tê kirin, Grandi got.

"7,500 xelkê aware li ba me hene ku ji gundewarên Mûsilê çûne cihên din ku alîkarî ji wan re tê pêşkêşkirin û dibe ku nêzîkî 1,000 awareyan hebe ku derbasî Sûriyê bûne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500